Enqere-anKARA!

Serê vê payizê,
Pelên me weşandin,
Agir û êtûnê,
Li malan gerandin...

Enqere tu talan
Û tu wêran bibî,
Te agir û şewat,
Li dilan gerandî...

Rabibûn li ser xwe,
Ji bona aşitiyê,
Ref bi ref ketin rê,
Ji bona hêviyê...

Hinek nû zava bûn,
Hinne li desta bûn,
Hinek xêliyên sor,
Li ser û çavan bûn...

Enqere tu talan,
Û tu wêran bibî,
Te agir û alav,
Li malan gerandî...

Hinek ji wan xort bûn,
Nû simbêl berdabûn,
Hinek keçên çeleng,
Nû gulî hûnabûn...

Hinek hîn zarok bûn,
Ken li ser lêvan bûn,
Hinek dê û bav bûn,
Kedkarên salan bûn...

Enqere tu talan
Û tu wêran bî,
Te sotin dil û cerg
Zarok hiştin sêwî...

Hinek jê dayikên,
Cotên Şehîdan bûn,
Hinek xwendevanên,
Keda bi salan bûn...

Hinek jê xwedanê,
Îlmê û îrfan bûn,
Tevde rû şewle bûn,
Ronî û zana bûn...

Enqere tu talan
Û tu wêran bibî,
Hilweşe koşka te
Tu bê sultan bibî...
Xakî Bîngol.... 14.10.2015

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn