Ey Yar.

Ey Yar.
Pela kîjan demsalê yî,
Ewqas kesk û hêşîn î,
Ey tîrêja li şefeqa temenê min...
Baskê kîjan kevokê yî,
Ewqas ba diweşînî,
Bi ser şaneşîna dilê wêran de,
Ey bijîjka êş û xeman...
Kodika jînê yî,
Aşê qudretê yî,
Kiraseke proz î,
Ji temenê şikestî re...
Ez ê beyara dilê xwe,
Bi navê te şûv bikim,
Şîtlên keskiya çavên te,
Li xetan daçikînim ey yar...
Barana kîjan demsalê ye,
Ji keskiya çavên te,
Bi ser zozanê dêmên te de,
Ewqas bi rehm diherike...
Ey guhara ji qefa çiyê qetya yî,
Ey bazina ji pêlên Ferêt reviya yî,
Xezala kîjan çol û çiya yî,
Bi şîrê kîjan dayikê mijiya yî,
Ewqas bedewî li te heliya ye,
Ey yara li dûriya hatina min...
Vê êvarê;
Şîrqe şîrqa dengê birûskê ye,
Li sitargeha xerîbiyê
Û dengê min bi navê te,
Bê melodî û meqam dibîşkive...
Dizanim wê bibe şev
Û
Şev qasidê êşên xedar in.
Lê dîsa jî;
Dilê xwe bi hêviya hêviyê,
Çaven xwe bi soriya xêliyê dixapîn im...
Eger şefeq ji tîrêjên çavên te nebe,
Û nede ser pêsîra min,
A çepê, ez ê biqefilim,
Ez ê biqerisim ey yar...
Xakî Bîngol...

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn