RONAHÎ

Sûnd be, nebim evdê evda,
Tenê bime evdê xweda,
Hindî ronî van çava da,
Cuda nebim rêya wî da.

Riya wekî rojê ronah,
Aqildar pê dibin agah,
Nezan çi wezîr be çi şah,
Divê bo kes nebin dergah.

Îro qirnê zanînê ye,
Zanîna rast Qur’anêye,
Ya zidi wê efsaneye,
Dû çûna wan bêhûde ye.

Qûr’an koka her zanînê,
Zanîna civak û fenê,
Heq û hiqûq, dadiya dinê,
Aqil; ber bi bare, fam kirinê.

Qur’an her dem pêşve dibet,
Paşvemanê qebûl naket,
Mirov gazî aqil diket,
Dibê “ferde aqil şolket”

Heger aqil ne şuxilît,
Çavlêkerî edet dibît,
Rêya pêşveçûnê digrît,
Mirov kole di hêlînît.

Kole man zilmeke mezin,
Divê zilim bê rakirin,
Yê Qur’anê fam biketin,
Neşêt bê deng bi mînîtin.

Wêca bizane Qur’anê,
Ronah bike tarîstanê,
Da rê nedey paşremanê,
Rê vebît bo pêşve çûnê.
/2009

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn