Kurd Idol û Kobanî Ayyyyyy Dil ayyy dil ayyy dil dilê min

Kobanî îro kêfxweš e nek Xemgîn

Šox û šenga Kobanî, îro ruhê bajarek berxwedêr û birîndarê derba neyarên devbixwîn, vejand.

Jînda Kanco, jina dengxweš bi serxistina hest û vîna Xwe ya pir pir bihêz, jîn û jîyanek nû da ruhê mûzîka jenggirtîya Kurdî.

Jînda bi alîkarîya Kurdên Kobanîhez, bû bi Kurd Idolek bêmînak, nuwaze, delal û nazik.

Šepala Kobanîya dilpola bi pencên xweyî neyarkuj dilhinavê hovên sedsala 21'an da ber Pence û Kulaban.

Nazik û Nazdara Rojava, bû kelemek û kete çavên neyarên Kurdan.

Dengê keça bejnbilind, gewr û rind û nêrgiza binxetê, perda guhê alîgirên çeteyan dirand û li seranserê cîhanê deng veda.

Jîndaya penaber guhê xwe da ber mûzîka kevnareya hezar salî, wê vejand û kiraseke nû lê kir.

Jînda ji fašîstên reben ra îsbat kir ku jina Kurd, him berxwedêr e him jî hunermend.

Jînda jî wek Celadetê mûzîkhez, xeta navbera binxet û serxeta Kurdan, rakir û fermana olana dengê Ehmedê Fermanê Kîkî da.

Jînda ruhê Cegerxwînê Hesarî, Memdûh Selîm, Miradê Kinê, Mihemed Šêxo, Karapêtê Xaço, Aram Tîgran, Eyšêšan, Meyrem Xan û hezaran dengxešên welêt li herd alîyên xetê, šad û kêfxweš kir.

Ez tenê dikarim, istirana ku Jînda di fînala Kurd Idol da pir pir baš istira û bašdarbûyîyên wûr xiste govenda Koçeran, lê vegerînim û jê ra bêjim:

Eman eman Koçerê tub qolana kemberê, radmîsim kezîzerê........

Her bijî Kurd Sat
Her bijî Lijneyên Kurd Idol
Her bijî karmendên Kurd Idol
Her bijî alîgirên Kurd Idol
Her bijî Faynensorên Kurd Idol

Edoyê Koçerê XirabMal

Social

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Nivîsar

Ji kerema xwe hinek bifkirin

Michael Faraday(1821), elektrîsîteyê ixtira kir û Edison(1880)jî Lampê

Ku šêx bi Ronahîya wê here ser Minber û kursîya wez'ê....