Islama Siyasî: Xelek 13

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî Mustefa Reşîd:

Gelo! Ereb li Paş Raholkirina Nav û Dengê Kurd bûn?

Destpêk:

Hin caran, hin tawanbarî bi navê tawanbarê nepenî (nenas) tên tomarkirin; wisa jî mijara raholkirina nav û dengê Kurd di bermayên îslamî da ye. Hemû nûçe û agahdariyên derbarê vê mijarê, bi ti awayî kesê lêkolîner nagihîne wê encamê ku bêje: A ha! Filan kes xwediyê vê agahdariyê ye. Ji ber wê jî, ne hêsane ku em bersiveka dawî û bê guman li ser vê pirsê bidin: Gelo kî berpirsiyarê raholkirina nav û dengê Kurde? Tiştê herî gengaz ku em dikarin bikin ewe, em li gor hin şop û belgeyan bigihînin hin encamên gelemper.

Ka em bi Ereban destpêbikin, ji ber ku ew xwediyê dewlet, hebûn û çandê bûn di hersê sedsalên goçî yên pêşîn da. Gelo! Ew li paş raholkirina nav û dengê Kurd bûn? Gelo! Sûcdarên nepenî ewin? Ji bo dayîna bersiva vê pirsê, ka em hinekê li rewşa Ereban ya pêş heyama îslametiyê bikolin.

Ereb û Zanistiya Dîrokî:

Wek tê zanîn, bi gelemperî nezanî û nexwendinî taybetmendiya Erebên berî îslametiyê bû. Di civaka Ereban ya êlîtiyê da ti dezgehên zanistî ji bo lêkolîn û nivîsandinê tinebûn. Ji bilî tomarkirina hin perçeyên helbestan ku li gor çêja erebî nirxdar bûn, em di bermayên erebî da rast ti pirtûk û jêderên dîrokî nayên ku ji pêşeng û nifşen xwe ra, yên berî îslametiyê, bi berdewamî hêştibin.

Tenha derbarê beşekî pir biçûk ji Erebên Hicazê tê xeberdan ku ji xwe ra Hunefa digotin, û angaşt dikirin ku ew li ser ola pêximber Îbrahîm'in, û hinekên din ku yan Cihûtî, Kirîstiyanî û yan jî Zerdeştîtî wergirtibûn. Van herdu beşan li pirtûkên ayînî yên van ol û ayînan temaşe dikirin. Yek ji van kesan li bajarê Mekkê Wereqeh Bin Newfel (وَرَقَة بن نَوْفَل) bû; pismamê Xedîceyê, jina yekem ya pêximber Mihemmed. Vî mirovî Kirîstiyanî wergirtibû. Kesekî din bi navê El Nedir Bin El Haris Bin Keldeh (النَّضْر بن الحارِث بن كَلَدَة) ketibû bin bandora çanda Zerdeştîtiyê, agahdariyên wî li ser Farisan hebûn û li nav êla Qureyş li dijî Mihemmed diaxivî. Ji lewra, gava pêximber Mihemmed bajarê Mekkê stand, cezayê kuştinê li wî birî( ).

Yanê rastî ewe ku Ereb di destpêka sedsala 7-an ya zayînî da derbasî heyama îslametiyê bûn, bêyî ku ti jêderên tomarkirî yên dîrokî, wek ku li ba Faris, Yûnan û Romanan hebûn, li ba wan hebin û ne jî wê hîngê di bermaya erebî da zanistiyek bi navê "zanistiya dîrokî" hebû. Di nav wan da nûçe û agahdariyên dîrokî tenha bi awayekî devkî belav dibûn. Ji ber vê yekê, agahdariyên ku belav dibûn, yan bi awayekî kêm û nîvçe belav dibûn, yan jî li ser dihate zêdekirin, yan jî dihatin badan, guhartin û tewandin. Pir caran jî hin agahdarî ji binî da dihatin duristikirin û afirandin, û vedigerandin ser kesayetiyeka nenas û nepenî. Kesên ku rah û binyata êlên Ereban û nûçeyên şerên di navbera êlan da dişopandin û hin helbestvanan rola dîroknivîsan biribû( ).

Kok û Binyata Kurdan di Çîrokên Ereban da:

Dijberî û keftelefta êlîtiyê di civaka erebî ya berî îslametiyê da hêmanekî bingehîn yê wê civakê bû. Ereb vedigerin ser du liqên sereke; liqê başûrî (Qehtanî - Erebên Yemenê) û liqê bakurî yê erebkirî (Ednanî - Erebên Hîcazê yên here girîngin). Ev beşê Ednanî xwe vedigerînin ser pêximber Ismaîl kurê pêximber Îbrahîm yê ku bi koka xwe ne Ereb bû. Hin êlên başûrî berî çend sedsalan hatibûn bakur û hinek ji wan rûniştivanên bajarê Yesrêb (Medîna Munewer) bûn. Ji lewra, dijberî û keftelefta di nav êlên Ereban, di dema berî îslametiyê da, bi du awayan bû. Awayekî hundirîn (di navbera êlên her liqekî da), û awayekî derveyî (di navbera liqên Qehtanî û yê Ednanî da).

Divêt em bêjin ku îslametiyê têkiliya kesan ji xwenaskirina êlîtiyê nebirî; her êlekê serberziya xwe bi navê êla xwe parast û wisa dijberiya xurt di navbera êlan da berdewam kir. Wek nimûne: Dijberiya di navbera El Ansar (piştgiran - rûniştivanên Medîna Munwer yên Qehtanî) û Muhacîrîn da (goçberan - yên Ednanî ku ji Mekkê hatibûn, li ser xîlafetê, yekser piştî wexerkirina pêximber Mihemmed û hên berî ku wî têxin gorê( ). Du sedemên din jî hene ku hêşt kesê Ereb di sedsala yekem ya goçî da hevgirêdana xwe ji êla xwe nebire:

Yekem: Hên di dema pêximber Mihemmed da endamên her êlekê di bin ala û durişma xwe da diçûn şer û talanên îslametiyê, û wisa xurtbûnek dida têkoşîna wan, ji ber ku her êlekê dixwest di şer da ji ya din baştir be( ).

Duwem: Xelîfe Umer Bin El Xettab di sala 15-ê goçî da dezgeha El Dîwan durist kir, ku di wê da navên endamên her êlekê dihate nivîsandin, daku her kesek para xwe ji gencîneya dewletê û ji hatinên şer û talanê wergire( ).

Bi sedema pêwîstiya her êlekê ku di her warekî da serberziya xwe bi êla xwe bide xuyakirin, û piştî ku dijberî û keftelefta olî û siyasî (sunneh, Şî'eh, Xewaric) xurt bû, pir çîrokên dîrokî peydabûn û tiştekî wek "zanistiya kok û binyatê" pêkhat( ). Çîrokên here kevin derbarê kok û binyata Kurdan vedigerin ser du "zanyarên kok û binyatan" yên Ereban; ew jî evin:

1- Ibin El Kelbî (Mihemmed Bin El Saêb(محمّد بن السّاِئب),, sala 146 goçî = 763 z. wexer kiriye) ji rûniştivanên bajarê El Kofê ye; li wir ji dayîk bûye û li wir jî wexer kiriye( ).

2- Ebo El Yeqzan (Amir Bin Hefs(عامِر بن حَفْص), li cihekî hatiye gotin ku sala 170 goçî wexer kiriye û li cihekî din gotine ku sala 190-ê goçî = 806-ê z. wexer kiriye)( ).

Vî mirovê bi navê Ebo El Yeqzan kok û binyata Kurdan vegerandiye ser Kurd Bin Emrû Bin Amir Bin Rebi'eh Bin Amêr Amir Bin Se'se'eh. (كرد بن عَمْرو بن عامِر بن رَبِيعَة بن بن عامِر بن صَعْصَعَة) Yanê Kurd vegerandine ser Erebên Bakurî (Ednanî). Lê mirovê bi navê Ibin El Kelbî Kurd vegerandine ser Kurd Bin Emrû Muzeyqiya (مُزَيْقِياء)'; yanê Erebên Yemenê (Qehtanî), û gotiye ku Kurd di demeka pir kevin da çûne bakur piştî ku pir şer û bobelat bi ser gelê Yemenê da hatine( ).

Gelo dijberiya di navbera Erebên Bakur û yên Başûr da pêwendiya xwe bi vê cudahiya bîr û baweiyê ra li ser kok û binyata Kurdan heye?. Gava em li kok û binyata van herdu kesayetiyan dikolin, em dibînin ku Ibin El Kelbî başûrî ye (Qehtanî) û Ebo El Yeqzan bakurî ye (Ednanî). Di sedsalên piştî wê demê ra kesên başûrî çîroka Ibin El Kelbî belav kirine, û yên bakurî jî çîroka Ebo El Yeqzan. Ev yek li ba dîrokzan El Mesûdî tê xuyakirin. Piştî ku ew bîr û baweriyên cuda li ser kok û binyata Kurdan tîne ziman, dibêje: "Tiştê ku me li ser Kurdan gotiye bêhtir di nav gel da tê naskirin, lê ya rast ewe ku Kurd ji binyata kurê Rebi'eh Bin Nizarin". Yanê Kurd ji liqê bakurî (Ednanî) ne û ne ji yê başûrî (Qehtanî) ne. Navê El Mesûdî jî Elî Bin Huseyne (sala 346-ê goçî = 957-ê z. wexer kiriye); ew yek ji neviyên sehabiyeyê (hevalbendê Pêximber) nasdar Ebdullah Bin Mesûde, ji Erebên Hîcazê ye (Ednanî).

Rastî li kû ye?

Wek em dibînin, ev agahdariyên ku zanyarên Ereb yên kok û binyatan derbarê rah û binyata Kurdan ragihandine, ji sînorên jiyan û hebûnê dernakevin; ew dûrî efsane û nîgaşê ne û nakevin şop û coka reşkirina nav û dengê Kurd ku ew ji binyata cinanin; ew cinên ku bi jinên tol ra zîna kirine. Li gor van agahdariyan Kurd - çiqas bibe - mirovên suriştî ne, wek her kesî ji kok û binyata Adem û Hewa ne. Yanê ew ne hin afrînberên ku ji mirov û cinan yan jî ji îblîsan peyda bûne. Naveroka vê agahdariyê dide xuyakirin ku Kurd mirovên başin û hêjayî wê yekê ne ku ew ji kok û binyateka Ereb bin; ji şopa Ednanî dibin yan ji şopa Qehtanî dibin. Heya em dikarin bêjin ku vegerandina kok û binyata Kurdan ser kok û binyateka erebî, ji aliyê van zanyaran va, li gor têgihîştina wê demê, şêweyekî comerdiya wan bû ku wisa pesna Kurdan didin û meqamê wan pê bilind bikin.

Ji ber ku, li gor rewşa siyasî, çandî û civakî ya serdar di wê demê da, Ereb ew netewe bû ku pêximber Muhemmed ji nav wê derketiye, Qur'an bi zimanê wan hatiye û ji nav wan hemû xelîfeyên misilmanan, rêber û serdaran derketine. Gelên din yên misilman bi navê mewalî (yên li gel misilmanan - yên ku îslametî pejirandine) dihatin binavkirin. Gava em vegerin ser bermayên îslamî, em dibînin ku Ereb bi nasnameya xwe gelek serbilind bûn, bi quretî û pozbilindî û heya bi çavekî nizim jî li evên mewalî (yên ne Ereb) temaşe dikirin; heya bi radeyekê ku kesê Ereb, çiqas xizan û belengaz ba jî, dîsa wek şerm û kêmasiyek didît ku keça xwe, yan xwîşka xwe bide kesekî ne Ereb, çiqas dewlemend û rûmetdar ba jî. Di pirtûkên dîrokî û wêjeyî da gelek nimûne û belgeh hene ku ev cudakirin û pozbilindiya Ereban beramber yên ne Ereb aşkera û xuyaye( ).

Hîngê em dikarin bipirsin, çawa ev zanyarên kok û binyatan yên Ereb dikarîbûn vê perdeya cudakirinê derbas bikin? Û çawa razî bûn ku Kurdan têxin nav kişwera serberziya erebî?. Bi rastî heya niha jî sedemên vê yekê ne diyarin. Belkî ji ber wê yekê be ku awayê jiyana Ereb û piraniya Kurdan ya revendî, gavantî û şivantiyê mîna heve û, li gor vî şêweyê jiyanê jî, hezkirina azadî, payedarî, lehengî û comerdiyê li ba wan wek heve. Li hêla din, belkî pêwîstiya Ereban bi Kurdan di şer û kefteleftên hundirîn da (wek Sunneh, Şî'eh û Xewaric) jî sedemeka din ya vê yekê be.

Dibe ku vegerandina kok û binyata Kurdan ser rah û şopên erebî, bi awayekî devkî, vedigere ser bîreweriya erebî ji heyamên pir kevin da ku kok û binyata Erebên Bakur pêwendiya xwe bi kok û binyata pêximber Îbrahîm ra heye; û pêwendiya Îbrahîm bi xwe, bi Horiyan ra û derketina wî ji bajarê Herranê (Harran = Horan) ku ji wir ber bi başûr va, bi hêla Fîletînê da çûye. Hebûna hin wargehên Horiyan yên girîng li newala Erbe (li başûrê welatê Urdin yê niha), ew newala ku bi Hicazê va, bi rêya pixûrê ya bazirganiya cîhanî va girdayî ye, vê gengazî û îmkanê piştrast dike.

Wek tê zanîn, Horî şop û liqekî mezin û bingehînin ji kok û binyata pêşiyên Kurdan. Gelo vegerandina ser kok û binyata Horiyan di navbera Kurdan û Erebên Bakur (yên erebkirî) da xeleka windabûyî û hevbeş di navbera wan da be?. Gelo li ser vê bingehê be ku zanyarên kok û binyatan yên Ereb agahdariyên xwe derbarê vegerandina koka Kurdan ser binyateka Ereb avakiribin?
Bi rastî pêwîstiya vê mijarê bi lêkolîneka berfirehtir heye.

Jêder

Ibin Hisham, Jiyana pêximber, 2/53, 73. Ibin Hebib: El Muhebber, rûpel 161, 171. El Mesûdi: Muruc El Zeheb, 1/70 - 73, 250 - 251
Binêr li Sabatino Moscati, Şaristaniyên Samî yên Kevnare, rûpel 19, 193. Philip Hitti û du kesên din: Dîroka Ereban, rûpel 99.
El Tabari, Dîroka El Tabari, 3/220. Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 2/187.
Ibin Hisham, Jiyana pêximber, 2/187. El Tabari, Dîroka El Tabari, 3/288, 3/613, 4/522.
El Belazuri, Futuh El Buldan, rûpel 432. El Tabari, Dîroka El Tabari, 6/613. Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 27331.
Hamilton Jeb, Lêkolîn li Şaristaniya Islamî, rûpel 146.
Ibin El Nedim, El Fehrist, 1/167. El Zerikli. El E'lam, 8/133
Ibin El Nedim, El Fehrist, 1/165 - 166. El Zerikli. El E'lam, 3/350.
El Zebidi: Taj El Erûs, made (Kurd).
Binêr li El Mesûdi: Muruc El Zeheb, 2/ 122 - 123, Ibin Ebid Rebbeh: El Iqid El Farid, 3/412 - 413. Ehmed Emin: Duha El Islam, 1/25.

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn