Islama Siyasî: Xelek 14

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî Mustefa Reşîd:

Gelo! Faris li Paş Raholkirina Nav û Dengê Kurd Bûn?

Di xeleka derbasbûyî da me gotibû ku pêşengên Ereban nav û dengê Kurd di bermayên îslamî da rahol nekiribûn; wan kok û binyata Kurdan gihandibûn yan Erebên Bakur (Ednanî) yan jî Erebên Başûr (Qehtanî). Hîngê pirsa bingehîn dimîne: Gelo kî ye tawanbar û sûcdarê nepenî ku azar û ezîyet li Kurdan kiriye? Kî ne ew kes yên ku nasnameya mirovî ji ser Kurdan rakirin û ew kirin ji tovê cinan yên bi dayîkên tol ra zîna kirine?( ). Ji bo dayîna bersiva vê pirsê ka em li afrîner û çêkerên çandê li Rojavayê Asiyayê yên wê demê bikolin.

Afrînerên Çandê li Rojavayê Asiyayê:

Di sedsalên 1, 2 û 3 yên goçî da bingeha Çanda Îslametiyê hate danîn. Rahên pêşîn yên vê tevgera çandî vedigerin ser dema Çar Xelîfeyên Pêşîn (23 - 60 goçî) û dema Xelîfeyên Umewî (61 - 132 goçî). Di wê demê da sê dibistanên çandî yên sereke di dewleta îslamî da peyda bûn, û van dibistanan agahdarî û zanîn diafirandin û belav dikirin û wisa bingeha zanistiya dîrokî, zanistiya kok û binyatan, şîrovekirina Qur'anê, fiqih û jînenîgariya pêximberî danîn. Ev hersê dibistan jî evin:

1- Dibistana Yemenî: Navenda wê welatê Yemenê ye, û mamostayên wê yên navdar Ubeyd Bin Şeriyeh El Curhumî û Weheb Bin Munebih'in.. Wan hemû efsaneyên di jêderên farisî da tev li efsaneyên wek wan di jêderên cihûtî û kirîstiyanî da kirin. Cihûtî - hên berî heyama îslametiyê - li Yemenê bi destûrdana padîşahê yemenî Zî Nuwas belav bûbû û ayîna Kirîstiyaniyê jî bi piştgiriya padîşahiya El Hebeşeh (Esyûbiya Niha), hevalbenda Bizanta, bi wê ra di dijberiyê da bû. Ev dijberî gellek xurt bûbû û çanda farisî jî daket meydana dijberiyê, û helbet her aliyekî dixwast ku çanda wî di Yemenê û seranserê welatê Ereban da biserkeve.

2- Dibistana Îraqî: Navenda wê bajarê El Hîreh bû (paytextê wê mîrîtiya erebî li Îraqê, ya ku ser bi Farisan bû). Rêveber û mamostayên wê bi çanda farisî û nestorî perwerde bûbûn. Nestorî oleka kirîstiyanî bû, ewa ku li dijî ola padîşahiyê, ya fermî di dewleta Bizantî da, derketibû. Ji lewra, dewleta Bizantî zor li alîgirên vê ola nestorî dikir û, ji ber wê, wan xwe da aliyê dewleta Sasanî; û wisa hevpeymanek di navbera çanda sasanî û nestorî da pêkhat. Akademiya Gundê Şapûr bûbû navenda lêkolînên aramî û piraniya rêveberên wê ji zanyarên Nestoriyan bûn( ). Lê belê, ewên ku ji Dibistana Îraqî derketibûn bi gelemperî pisporên şîrovekirina Qur'anê, jînenîgariya pêximberî û rawêjên (hedîsên) pêximberî bûn.

3- Dibistana Hicazê: Navenda wê Hîcaz bû û bi taybetî bajarên Mekkeh û Medineh. Ev dibistan bi rêveberiyeka erebî bû û bi gelemperî pisporên kok û binyatan û yên dîrokê wek Ibin El Kelbî, kurê wî Hîşam û Ebo Yeqzan di wê da bi cih bûbûn. Hinek jî pisporên rawêjên (hedîsên) pêximberî û şîrovekirina Qur'anê bûn. Ji wan jî çendek hevalbendên pêximber Mihemmed bûn wek Ebdullah Bin Ebbas, Ebo Hureyreh û Ebdullah Bin Mes'ûd.

Ragehdar û Nasnameyên Çandî:

Ji ber ku pisporên Ereb yên Dibistana Hicazê ne li paş raholkirina nav û dengê Kurd bûn, hîngê li gor logîk (mantiq) divêt pisporên Dibistanên Yemen û Îraqê berpirsiyarên vê yekê bin. Bi kurtahî nav û nasnameyên wan yên neteweyî û şopên wan yên çandî bi vî awayî ne:

1. Ubeyd Bin Şeriyeh El Curhumî (sala 686 z. wexer kiriye), mirovekî yemenî ye; agahdarî û çîrokên wî di bin bandora efsane û Îsraîliyatan da ne( ).

2. Wehb Bin Munebih (sala 732 z. wexer kiriye), dayîka wî yemenî ye û bavê wî Farise, di bin bandora efsane û Îsraîliyatanda ye( ).

3. Muhemmed Bin Ishaq (sala 768 z. wexer kiriye), ji Mewaliya ye (ne Erebe), pir di bin bandora çîrokên farisî da ye( ).

4. El Waqidî (sala 823 z. wexer kiriye), ji Mewaliya ye; dîrokzanan pir agahdariyên wî wek bingeh girtine.

5. Abo Ubeydeh Me'mer Bin El Musenna (sala 824 z. wexer kiriye), Farise, ji Mewaliya ye, ew pir bi dîroka farisî xerîk bûye.

6. El Medaînî (sala 840 z. wexer kiriye), li gor bajarê El Medaîn, paytextê Sasaniyan li Îraqa niha, ji Mewaliya ye; dîrokzanan pir agahdariyên wî wek bingeh girtine( ).

7. Muhemmed Bin Se'd (sala 845 z. wexer kiriye), ji Mewaliya ye, guman pire ku ew Farise.

8. El Belazurî (sala 892 wexer kiriye), ji Mewaliya ye, guman pire ku ew Farise. Wî berhem ji farisî werdigerandin erebî.

9. El Ye'qûbî (sala 897 z. wexer kiriye), ji Mewaliya ye, guman pire ku ew Farise.

10. El Teberî (sala 923 z. wexer kiriye), ji Mewaliya ye, Teberistana Farisî. Wî ji pirtûkên erebî ku ji farisî hatibûn wergerandin ragihandiye( ).

Piraniya van agahdar û dîrokzanan Faris'in, yan jî ji pisporên çanda farisî ne ya ku bi çîrokên Nestoriyan û Cihûyan ra tevlihev bûbû. Evin ew çêker û duristkerên bingehîn yên wan çîrokan ku nav û dengê Kurd rahol kirin. Wisa tê xuyakirin ku hin Nestorî û Cihû jî ketin şopa wan. Vê Hevpeymana Sêper hemû ragihandinên dîrokî di dest xwe da girtibûn û derbasî jêderên îslamî kirin. Di pey ra dîrokzanan û şîrovekarên Qur'anê, ragehdarên rawêjên pêximberî û wêjevan bê hûrbînî ev çîrokên nîgaşî wergirtin û belav kirin.

Weseka Qembeyz û Hevpeymana Sêper:

Gelo çi kelk û berjewendiya Farisan di afirandin û belavkirina van çîrokên dijî Kurd da hebû? Bersiv ewe ku di destpêkê da Faris di bin serdariya Madan da bûn, û wan bi serdariya Guhreşê (Korşê) Duwem di sala 550 b.z. da padîşahî ji Madan stand. Du rêberên Madan, herdu bira Pîrtzîşîs û Gomata, derfeta êrişa padîşahê farisî Qembeyz kurê Guhreş li ser Misirê bikaranîn, û hewldan ku careka din padîşahiyê ji Madan ra vegerînin. Gava Qembeyz vedigeriya welatê Farisan û berî mirina wî di rê da, hemû rêberên Farisan yên ku pêra bû civandin û ji wan xwast, ew bi ti awayî rê nedin ku Mad padîşahiyê careka din bistînin; gef li wan xwar û got: Bela û le'neta min wê bi ser hemû nifşên Fasrisan da were, heger hûn vê weseka min bi cih neyînin( ).
Rêberên Farisan bi serdariya Darayê Yekem ev weseka Qembeyz bi cih anîn û serhildana Madan şikandin. Di pey ra dest bi êrişeka seferber ji bo perçiqandin û raholkirina Madan kirin, û ev kirin şopeka bingehîn di siyaseta farisî da. Farisan nav û dengê Mad, ku di bîreweriya cîhanê da gelek navdar bû, tepisandin û wendakirin. Li cihê Mad navê Kurd hiştin, piştî ku ev nav ji maneya "çiyayî û dilêr" bidûrxistin û kirin bi maneya "çiyayî, şivan û sêwlek"( ).

Divêt em bêjin ku padîşahê Mad Keyxusro bi padîşahê Kildanan (Babiliyan) Nabopolaser ra hevpeyman danîbû. Ev hevpeyman bi zemawenda Neboxez Neser (Buxtneser) kurê Nabopolaser li gel Omîd keça Keyxusro hatibû çespandin. Van herdu hevpeymanan zora dijminê xwe padîşahê Aşûr sala 612 b.z. biribûn û hemû hebûnên wê padîşahiyê di navbera xwe da parvekiribûn. Fîlestîn bûbû para Neboxez Neser. Cihûyan pir caran li dijî Kildanan serî hilda. Di sala 568-an b.z. da careka din serî hildan. Neboxez Neser bajarê Ûrşelîm sal û nîvekê dorpêç kir. Di pey ra bajar vegirt û fermana hilweşandina bajêr da. Dora pêncî hezar Cihû jî awareyî welatê Babil kirin( ).

Gava Guhreşê Duwem padîşahiya Madan stand, biryar da ku padîşahiya Babil ya kildanî jî vegire. Helbete, Cihûyên awarebûyî bi çalakî arîkariya wî kirin. Wek xilat ji bo vê arîkariyê, Guhreş ferman derxist ku Cihû dikarin vegerin warên xwe li Ûrşelîm û arîkariya wan ya darayî jî kir ku ew bikaribin perestgeha xwe (Heykel), ya ku pêximber Suleyman avakiribû, careka din avabikin. Bi vî awayî Cihû bûn hevalbendên Farisan yên here navdar û bûn dijminên Madan ji ber ku ew berê hevalbendên Kildanan bûn.

Ji ber vê, ne dûre ku çîrokên Cihûyan yên kevin beşdarî di raholkirina nav û dengê Kurdan da kiribin. Helbete, diyare ku bermaya cihûtî wek bingeha çandî ya bermaya kirîstiyanî ye. Wisa xuyadibe ku ev têkiliya farisî-cihûtî-nestorî ya dijî Kurd bi rêya pisporên herdu dibistanên Yemenê û Îraqê derbasî bermaya îslamî bû.

Jêder

El Mes'ûdî: Muruc El Zeheb, 2/122, 124. El Raxib El Esbehanî: Muhaderat El Udeba', 1/160.
Hamilton Gibb: Lêkolîn li Şaristaniya Îslamî, rûpel 297.
Hamilton Gibb: Lêkolîn li Şaristaniya Îslamî, rûpel 144 - 145.
Philip Hatti û du kesên din: Dîroka Ereban, rûpel 98, 101. Hamilton Gibb: Lêkolîn li Şaristaniya Îslamî, rûpel 144
Hamilton Gibb: Lêkolîn li Şaristaniya Îslamî, rûpel 149.
Mehmod Şît Xettab, Rêberên Vekirina welatê Faris, rûpel 284.
Ehmed Adil Kemal: Rêya Diçe Medaîn, rûpel 20 - 21.
Dyakonov: Mîdiya, rûpel 397. Herodotes: Dîroka Herodot, rûpel 233, 234, 249.
Herodotes: Dîroka Herodot, rûpel 255 - 256.
Israel Finkelstein: Tewrata Cihûtiyê, rûpel 367. Fadil Ebdulwahid Elî, Ji Somer heya bi Tewrat, rûpel 191.

Social