Islama Siyasî: Xelek 16

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî Mustefa Reşîd:

Serpêhatiya Rêberê Kurd Abu Muslimê Xurasanî
(2) Abu Muslimê Xurasanî kî ye?

Di dîroka Îslama Siyasî da diyardeyeka gelek balkêş derbarê mijara kurdî heye; ew jî ewe ku di sê sedsalên goçî yên destpêkê da nasnameya pir kesayetiyên kurd ên navdar di tariyê da maye. Ev kesayetî yan li ser Farisan, yan li ser Ereban û hin caran jî li ser Nebtan (rûniştivanên başûrê Îraqê) hatine hejmartin; yan jî wek kesayetiyên nenas mane. Kesê lêkolîner neçar dimîne ku li gelek jêderan vegere daku bikaribe agahdariyekê bibîne, ya ku wî bigihîne rastiyê û mijarê piştrast bike ku koka vê kesayetiyê, yan filan kesayetiyê Kurde. Mijara nasnameya rêberê Kurd Abu Muslimê Xurasanî jî bi vî awayî ye.

Nav û Warê Resen:

Piştî ku Abu Muslim bû endamê tevgera Şî'î Al El Beyt ya li dijî Xilafeta Umewî, bi navê Ebdurehman Bin Muslim hat naskirin. Navê wî yê rastîn Behzad yan jî Behzadan kurê Bendad (Bendaz) Hurmiz'e. Gava bavê wî ayîna Musilmantiyê wergirt navê xwe kir Osman( ). Di agahdariyeka din da tê gotin ku navê wî Îbrahîm kurê Osman kurê Yesar kurê Şezûs (Sedûs) kurê Cuderz'e (Guhderz), û paşnavê wî Heykan'e (Heygan). Dibêjin ku ew ji neviyên wezîrê bi nav û deng yê dema Sasaniyan Buzurc Mihir (Buzurg Mihir) kurê Bextikan'e. Gava bûye endamê tevgera Al El Beyt, Îmam Îbrahîm jêra gotiye: „Navê xwe biguhêre; emê serkeftî nebin heger tu navê xwe neguhêrî“. Rabû nav li xwe kir Abdurehman"( ).

Li ser çespandina cih û warê ku malbata wî jê hatiye jî cudahiya bîr û bawer heye. Hin dîroknasan guman kirine ku ew ji Xurasnê ye. Lê rastî ewe ku ew bi navê Xurasanî hate naskirin dema ku Îmam Îbrahîm ew kir berpirsiyar û serdarê tevgerê li Xurasanê. Li gor piraniya agahdariyan, tê gotin ku warê malbata wî gundekî bi navê Nawane ye û ev gund li herêma Fatiq. Dîroknas Ibin Xurdazbe ابن خُرْداذْبَه navê herêmê bi awayê Qayiq gotiye. Belkî jî ev cudahiya nav şaşîtiyeka nivîsînê be di ragihandina vê agahdariyê da. Di dema destpêkê da nivîsîna erebî bê nuxtik û bê esir-hustin duhate nivîsandin. Ev jî pir caran dibû sedem ku guhartin û şaşîtî pêkwerin. Ev herdu herêm wê demê ji aliyê rêvebirinê va ser bi navenda Esbehanê (Esfehanê) bûn( ).

Gava em van agahdariyên ku di pirtûkên erdnîgarînasên Îslaman yên kevin da hatine bi nexşa Îranê ya niha û herêmên kurdî ra li rojhilatê Kurdistanê bidin ber hev, tê xuyakirin ku ew herêma malbata Ebo Muslim jê hatiye li başûr-rojavayê Esfehanê dikeve. Yanê li wê herêma kurdî ku di navbera Esfehan û Xozistanê (Ehwazê) da ye; yan jî li rojavayê Esfehanê, di navbera Esfehan û Loristanê da, li warê Kurdên Lurre (Lor). Çawa dibe jî, ew herêmên li nêziya Esfehanê ji aliyê başûr va çiyayê Bextiyar û ji aliyê başûr-rojava Ehwaz û ji aliyê rojava va Loristan'e. Ev hemû herêm jî wê hîngê herêmên kurdî bûn. Bi her awayî ev herdu herêm Firîzîn û Fatiq li herêma Kurdên Lurr'in û malbata Ebo Muslim ji Kurdên Lurr'e. Kurdên Lurr li aliyê Îraqa niha bi navê Kurdên Feylî û Pehlî tên naskirin. Ev navê Pehlî vedigere ser navê Pehlewî (Pehlewanî) yê kevin (li nexşeya Îranê temaşe bike).

Kok û Binyat:

Wek me berê jî gotibû, cudahiyeka bîr û bawer li ser kok û binyata Ebo Muslim heye. Hinekan ew vegerandiye ser binyateka erebî. Xelîfe Ebo Cehfer El Mesor ew sûcdar kiriye ku wî binyata xwe vegerandiye ser neviyên Selît kurê Ebdullah kurê Ebbas El Haşimî. Belkî jî ev sûc bi awayekî zordar lê hatiye barkirin. Yan jî ji ber wê yekê kiriye ku şerefa kok û binyata malbata Haşimî wergire. Bi her awayî, wî berevaniya xwe li dijî vî sûcî nekiriye û ew bê deng maye, an jî dîroknasan wisa gotiye. Lê belê rastî ewe ku ji kok û binyateka Kurde. Belgeya yekem ewe ku malbata wî ji herêma Kurdên Lurr'e û belgeya duwem ewe ku helbestvan Ebu Dulame piştî kuştina wî bi zimandirêjî li ser wî dibêje:
أبا مُجرِمٍ، ما غيّر اللهُ نعمــــــــــــةً على عبـــــده حتى يغيّرها العبدُ
أفي دولةِ المَهْدىّ حاولتَ غَدْرَةً ألا إنّ أهلَ الغدرِ آباؤك الكُرْدُ.

Bavê tewanbar, Xweda nî'meta ku daye koleyê xwe naguhêre, heya ku kole were û biguhêre
Di dewleta Mehdî da te xwestiye tu îxanetiyê bikî, yên îxanetcî bav û bapîrên te yên Kurdin( ).
Divêt bê gotin ku ev Ebu Dulame koleyekî Hebeşî reş bû û navê wî yê rastîn Zend kurê Cewn bû. Ew bi taybetî helbestvanê xelîfeyê Ebbasî yê yekem EL ssefah û di pey ra yê birayê wî xelîfe El Mesor û paşê jî yê xelîfe El Mehdî kurê El Mensor bû. Yanê ew helbestvanê malbata serdar bû, li civînên wan rûdinişt, pesna wan dida û ji ber va diravên pir werdigirtin. Ew bi xwe jî mirovekî bê qidûm bû û wek qeşmer kar dikir ku xelîfe pê bikene( ).

Helbet, ti guman têda nîne ku Ebu Dulame kok û binyata Ebu Muslim ya Kurd ji ber xwe derxistibe, wî agahdariyên naskirî ku li ba xelîfe û karmendên mezin hebûn gotine. Ji ber ku nayê aqilan xelîfe û karmendên wî yên mezin ewqas nezan bin ku kok û binyata rêberekî ewqas mezin û girîng wek Ebo Muslim nasnekin. Belkî hin kes bêjin: Başe, madem kok û binyata Ebu Muslim dihate naskirin, gelo çima ev rastî bi dirêjahiya salan nedihate gotin, tenha gava xelîfe El Mensor fermana kuştina wî bi îxanetî dide?

Xuyaye ku sedem vedigere ser wê êrişa seferber ya raholkirina nav û dengê Kurd. Em li ser vê mijarê di xelekên derbasbûyî da rawestiyabûn û me gotibû ku rah û damarên vê êrişa raholkirinê vedigere ser heyama Farisan di dema Darayê Yekem da û di pey wan ra serdarên Aşxan (Part) ev êriş berdewam kirin heya ku gelên Ariyanî di navbera 250-î b.z. ta 226-ê z. xistin bin serdariya xwe û navê Kurd li cihê navê Mad yê di cîhanê da navdar û rûmetdar bikaranîn, piştî ku ev nav ji maneya "çiyayî, qehreman, leheng" vala kirin û kirin bi maneya "çiyayî, şivan û li şûnmayî". Belkî jî padîşahê Aşxanî yê dawiyê Erdewan ev şop ajotibe gava di nameya xwe da ji padîşah Erdeşêrê Sasanî yê yekem ra dibêje: "Kurdê ku li bin konê Kurdan mezin bûyî, kê destûr daye te ku tu tacê deynî ser serê xwe?" û mebesta wî ne ew bû ku ew ji kok û binyateka Kurde( ).

Me berê gotibû ku hin rewşenbîrên Farisan, û yên ku bi çanda Farisî perwerde bûbûn, pir çîrok ji bo raholkirina nav û dengê Kurd di jêderên Îslamî da yên sê sedsalên pêşîn ji dîroka heyama Îslametiyê durist kiribûn. Nav û dengê Kurd di jêderên dîrokî, ayînî û wêjeyî da bi awayekî xirab û ne hezkirî hatiye. Wisa xuyadike ku ji ber vê sedemê Kurdên ku di Dewleta Xîlafetê da dixebitîn kok û binyata xwe ya Kurd vedişartin û nedixwestin ku bê zanîn. Xuyaye ku Ebu Muslim jî wisa kiriye. Helbet di rewşeka wisa da rêberekî mezin û payebilind wê ne bextewar be ku xelk zanibe ew ji kok û binyateka Kurde (çiyayî, şivan, li şûnmayî). Emê di pey ra bibînin ku wezîrên Bermekiyan yên bi nav û deng jî di dema Ebbsiyan da kok û binyata xwe ya Kurd veşartine; heya ku yek ji neviyên wan, qadî û dîrokzan Ibin Xellikan hatiye û piştî dora 400 sal rastiya wan ji me ra gotiye.

Gelo jiyana Behzadê me (Ebu Muslim) ya dema xortanî û ciwaniyê çawa bû?
Evê mijara xeleka me ya dahatî be.

Jêder

Yaqot El Hemewî, Ferhenga Wêjevanan, 4/1753.
Ibin Xellikan, Wefiyat El E'yan, 37145. Shemseddîn El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela', 6/48.
Ibin Xellikan, Wefiyat El E'yan, 3/149. Ibin Xurdazbeh. El Mesalik we El Memalik, rûpel 20 - 21. Ibin Hewqel, Sûret El Erd, 22/365, El Ye'qobî: El Buldan, rûpel 88.
Ibin Quteybeh El Dînewerî, El Me'arif, rûpel 420. Ibin Xellikan, Wefiyat El E'yan, 2/320 - 321.
El Tabari, Dîroka El Tabari, 2/39.
Ibin Xellikan, Wefiyat El E'yan, 4/9.

Social