Islama Siyasî: Xelek 18

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî Mustefa Reşîd:

Serpêhatiya Rêberê Kurd Abu Muslimê Xurasanî
(4) Amadekariyên Şoreşê li dijî Xilafeta Umewî?

Şemseddîn El Zehebî derbarê Abu Muslimê Xurasanî gotiye: "Ew mîr bû, xwediyê dozê bû, leşkerên Dewleta Umewî ji ber wî reviyan, ewe yê ku Dewleta Ebbasî avakir, ew mestirîn padîşahê îslametiyê ye, ew mirovekî payedar û bi fêş bû û xwediyê agahdariyên nedîtî bû. Ew mirovek bû ku ji Şamê li ser pişta kerekî siwar bû û xwe gihand Xurasanê, ew welat piştî neh salan zevtkir. Ji wir bi lekên leşkerî yên mîna çiyan vegeriya ku dewletekê hilweşîne û yeka din avabike"( ). Ev pesindan di hin jêderên din da jî hatiye( ).

Lê belê bûyer di nav wan neh salan da çawa bihurîn? Û çawa xortê ciwan Abu Muslimê Xurasanî dikarîbû alîgirên doza Al Elbeyt bicivîne serhev û çawa ew alîgir birêve birin ku lekên leşkerê Dewleta Umewî yên gewre ji ber wan bazdin? Û wî çawa Dewleta Ebbasî damezinrand?

Hin Rawêj û Pir Astengî:

Ka em vegerin destpêkê. Bi me ra derbas bû ku Îmam Îbrahîmê Ebbasî hên gava Abu Muslim bi niwêneran ra li bajarê Mekke dîtibû, ew gelek ketibû serê wî, pir pê bawer bû û ew bi xwe ra biribû Humeymeyê li başurê Urdinê, navenda Doza Şî'etiyê. Ji wê demê da hevaltiya wî di mayîn û rêwîtiyê da dikir. Gava niwêneran jê xwast ku kesekî bişîne Xurasanê daku rêveberiya tevgera alîgirên Doza Al Elbeyt li wir bike, Îmam Îbrahîm ew ji bona vî karê girîng û bi metirsî hilbijartibû. Wî ji serekên Şî'yan ra yên li Kufe û Xurasanê nivîsandibû: "Min ferman daye Abu Muslim û hûn jî divêt li wî guhdar bikin û ji bin fermana wî dernekevin; min fermandariya Xurasanê daye wî û her tiştê ku di pey ra ji wir pêkwere". Ev hilbijartin ne hema wisa ji ber xwe pêkhatibû, pêş wê, Îmam ew gelek caran şandibû ku nameyên nehînî bigihîne herêmên rojhilat û her carê Abu Muslim li kerekî siwar dibû û diçû daku tikes ji alîgirên Dewlet Umewî, sîxur û qelawîzên wan li wî hay nebin. Bi gelemperî xwe dixiste qiyafet û terzê bazirganan gava ji cihekî diçû cihekî din( ).

Jêder piştrast dikin ku temenê Abu Muslim 19 sal bûn gava Îmam Îbrahîm ev karê girîng pê hilpesart ku here Xurasanê û rêveberiya tevgera Şî'etiyê bike. Pêş rêwîtiya wî ew bi keça niwênerekî ji Xurasanê ra mehir kiribû (zewicandibû); navê wî niwênerî Îmran Bin Îsmaîl bû, ew ji Mewaliyan bû (yanê ne Ereb bû). Ji ber ku wê hîngê ne adet bû kesekî ne Ereb ji yeka Ereb bizewice. Ev keçik bi bavê xwe ra rûdinişt. Gava Abu Muslim giha Xurasanê pêra zewicî. Îmam nameyek dabû Abu Muslim ku têda hatibû nivîsandin ew rêberê giştî ye û hemû niwêner û alîgir divêt ji bin fermana wî dernekevin. Helbete Îmam pêşda zanîbû ku hinek ji niwêneran wê ne razîbin ku xortekî nozdehsalî rêveberiya wan bike, ji ber wê yekê xwast ku bi vê mehirkirinê ji Abu Muslim ra piştgirî di nav niwêneran da (endamên komîteya navendî) peyda bibe.

Îmam di pêşdîtinên xwe da li ser rastiyê bû. Ebdullah Bin Mohemmed (Abu Cehfer El Mensor), birayê Îmam Îbrahîm, ji yên here pêşîn bû ku li dijî hilbijartina Abu Muslim bû wek mîrê Şî'iyan. Vê dijberiyê hên li Humeyme destpêkir û di pey ra li kongireya Mekke jî. Ev agahdarî gelek girînge ku ji me ra di dema piştî wê da pêwendiya wî ya nebaş li gel Abu Muslim dide xuyakirin, gava ku Abu Cehfer El Mensor xilafetê distîne. Gava Abu Muslim di bajarê El Kufe ra derbas dibe ku di wê demê da ev bajar navenda nehînî ya rêveberiya Şî'etiyê bû, ji Ebu Selme El Xellal ra gotibû ku wî rêveberî biriye. Ev Ebu Selme jî bi xwe ji Mewaliyan bû û yek ji mezinên niwêneran bû. Di nav Şî'iyan da bi lexem jêra digotin "Wezîr Al Mohemmed", ew bi hilbijartina Abu Muslim wek mîrê Şî'iyan ne razî bû, piştî ku wî berê li bajarê El Kufe xizmeta niwêneran dikir( ).

Gava Abu Muslim gihîşt bajarê Merû, paytextê Xurasanê, nameya ku li gel wî bû şanî niwênerên ku li wir bûn da. Suleyman Bin Kesîr ku yek ji mezinên niwêneran bû ev tişt nepejirand ku ev xort rêberê wan be, ew ditirsiya ku ew nikaribe vî barî hilgire. Ferman da wî ku ew vegere El Humeyme û bi rastî jî Abu Muslim da ser rêya vegerê. Lê belê niwênerekî din bi navê Ebu Dawûd ku di destpêkê da ne amade bû, gava ew hat û ev nûçe bihîst, xwast ku civînek ji bo niwêneran li mala Îmran Bin Îsmaîl bê lidarxistin û li ser mijara Abu Muslim bê axaftin. Wî baweriya hemiyan bi wê yekê anî ku Îmam ji hemiyan baştir dizane ku kî ji bo rêveberiyê yê herî başe. Rabûn ji Abu Muslim xwastin ku ew venegere El Humeyme û wisa ew dîsa hate bajarê Merû, bi rêveberiya wî razî bûn û gotin ewê di bin fermana wî da bin( ).
Emperatoriyek û Pir Pirsgirêk:

Wek tê zanîn, waliyê Şamê Muawiye Bin Ebi Sufyan li dijî xelîfe Elî Bin Ebi Talib serî hildabû û piştî kuştina Elî Xilafeta Umewî di sala 661-ê z. da damezrandibû. Vê xilafetê heya sala 750-ê z. domand. Xelîfeyên Umewiyan yên destpêkê gelek xurt bûn, wan êriş berdewam kirin, sînorên dewletê fireh kirin û emperatoriyek ji sînorê Çînê heya bi welatê Îspaniya avakirin. Hindik mabû ku Firansa jî vegirin û seranserê Ewropa jî têxin bin serdariya xwe. Lê belê padîşahê Firenc yê bi navê "Charles Martel" li hember wan derket û sala 732- z. li başûrê Firansayê leşkerê Umewî di şerê "Poitiers" ji ber leşkerê wî bazda, Ereb vegerandin axa Îspanyayê û wisa Ewropa ji van êrişan rizgar kir( ).

Pirsgirêkên emperatoriya Umewî yên hundirîn gelek têkil bûbûn, gendeliya darayî li her derê belav bûbû. Waliyên Umewiyan pir zor û setem li gelan dikirin û bacên giran diavêtin ser wan. Şoreş û serhildanên Xewaric û Şî'iyan jî her demekê pêkdihatin. Bi taybetî jî siyaseta nijadperest ya ku Umewiyan beramber gelên ne Ereb (Mewalî) bi rêvedibir, dikir ku beşekî mezin ji wan ji dewleta Umewî bêzar bibe, ji bilî beşekî biçûk ku di dewletê da xwedî berjewendî bû. Bi me ra berê jî derbas bû ku kesên bêzar bûbûn tevî tevgera Şî'etiyê bûbûn. Metirsiya hên ji wê mestir ew bû ku dijminahiyên êlîtî di navbera Erebên Qehtanî (Erebên Yemenê) û Erebên Ednanî (Erebên Hicaz û Nejd) pir tûj, bûbûn û di navbera Ednaniyan bi xwe de jî, û ev dijminahî di nav leşkerê Umewî da jî belav bûbû, ji ber ku her û her Ereb di nav leşkerê da hêza sereke bûn.

Di dema dawî da dijberî di navbera malbata serdar da jî xurt bûbûn, û hin xelîfeyên lawaz peyda bûn ku yê herî dawî ji wan Îbrahîm Bin Welîd bû. Merwan Bin Muhammed li dijî wî serî hilda û li cihê wî xilafet ji xwe ra stand. Pêş wê, Merwan waliyê Ermîniya û Azerbeycanê û beşekî mezin ji bakurê Kurdistanê bû. Dayîka Merwan Kurd, bavê wî jî waliyê Ermîniya, bakurê Kurdistanê û hin deverên Qefqasê bû, û li wir bi dayîka wî ya Kurd ra zewicî bû. Li wir Merwan mezin bûbû, rûyê wî sipî bû, bejna wî bilind bû, şervanekî leheng bû, rêberekî tund bû, mîna xalanên xwe xwedî biryar bû. Lê belê dijminên wî yên Şî'î ji wî ra "Merwanê Ker" digotin. Wî hêza dewletê hinekê jêra vegerand( ).

Îmam Îbrahîm "şerefa ji kok û binyateka Haşimî" dabû Abu Muslim, wek ku berê Pêximber Mohemmed ev "şeref" dabû Selmanê Farisî; gava gotibû: "Selman ji malê ye"( ). Imam jî ji Abu Muslim ra gotibû: "Ebdurehmano! Tu mirovekî mala me yî, penda min hilgire". Yek ji pend û şîretên wî ew bû ku ew baweriya xwe bi Erebên Yemenê bîne, di van wan da bijî û qedrê wan bigire. Îmam kîna Erebên Yemenê li ser Umewiyan dizanî, û dizanî ku Umewî alîgirên Erebên bakurin. Şîret li Abu Muslim kir ku ew baweriya xwe bi Erebên bakur (Muder û Rebî'e) neke û ew wek dijmin didîtin. Gotibû: "Kesê ku te guman pêkir yan di rewşa wî da guman hebe, yekser bikuje". Careka din jî gotibû: "Heger tu karibî ku zimanê erebî li Xurasanê belav nebe, bike û her xurtekî ku bejna wî bi ser pênc bihostan ket û tu têda kete gumanê, wî yekser bikuje"( ).

Gava Abu Muslim rêveberî li Xurasanê xiste destê xwe, sûd û mifa ji rewşa wir girt. Wî kîna gelên Ariyanî yên rojhilatî li ser xîlafeta Umewî dizanî. Bi taybetî jî hên beşekî mezin ji wan nebûbûn Misilman, piraniya wan hên Zerdeştî bûn. Ereban ji wan ra digotin "Mecûs". Abu Muslim pêwendiyên baş li gel serekên wan lidarxistin û wisa piştgirî ji wan jî wergirt, wan jî arîkariya darayî û ragihandinî jî dan Abu Muslim. Jiyana wî jî jiyaneka sade bû, ne jiyana dewlemendan û samanhezan bû. Ji ber wî jî gel jê hez kir û piştgirî da wî. Wî dirav civandin û ji Îmam Îbrahîm ra şandin, bi wî ra li Mekke bi awayekî nehînî hevdîtin pêkanî, û ew li ser pêşketin û serkeftinên xwe agahdar kir daku ji wî şîret û fermanên nû wergire. Bi vî awayî Xurasan bû navendeka amade ji bo destpêkirina şoreşê( ).

Jêder

El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela', 6/48.
Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 4/277. Ibin El Hecer El E'sqelanî, Lisan El Mîzan, 3/436. Ibin Esakir, Tarîx Dîmeşq, 35/412.
El Tabari, Dîroka El Tabari, 4/351. Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 4/279.
Ebidiljebar El Jomerd, Dahiyet El Ereb Ebo cehfer El Mensor, rûpel 77, 78.
El Tabari, Dîroka El Tabari, 7/361.
Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 5/75.
El Tabari, Dîroka El Tabari, 7/344. Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 5/21-22.
El Tabari, Dîroka El Tabari2/568.
El Tabari, Dîroka El Tabari, 7/344. Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 4/351. Ibin Esakir, Tarîx Dîmeşq, 35/414.
Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 5/66.

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn