Islama Siyasî: Xelek 19

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî Mustefa Reşîd:

Serpêhatiya Rêberê Kurd Abu Muslimê Xurasanî
(5) Xurasanî - Damezrînerê Dewleta Ebbasî

Destpêkirina Şoreşa Ebbasî:

Abu Muslim sala 128-ê goçî/745-ê z. gihîşte Xurasanê. Raste ku ew hên di ciwaniya temenê (umrê) xwe da bû, lê belê, bi siyaset û biryarên xwe, da çespandin ku taybetmendiyên rêveberiyê di wî da aşkera û diyarin; wek hêza gerînendeyî û rêvebirinê, konevanî û pêkanîna biryaran bi awayekî rêk û pêk, çalakiya berdewam, birêxistin û organîzekirina alîgiran. Dîtinên wî yên siyasî pragmatîk û li gor rewş û demê bûn û her wisa bikaranîna hemû keys û derfetan ji bo bicihanîna armana sereke û here girîng ku ew jî roxandina Dewleta Umewî û damezrandina Dewleta Ebbasî bû.

Abu Muslim rê û nexşeke gelemper danîbû ku cemawerên gel bicivîne ser hev û wan organîze bike. Wî ferman da niwêneran (endamên komîta navendî) û alîgiran (endamên komîteyên herêmî) ku li hemû war û navçeyên Xurasanê belav bibin; ew bi cil û bergên bazirganan li herêm bi herêm, bajar bi bajar û gund bi gund geriyan, ramanên tevgera (De'we) belav kirin û ji gel xwestin ku piştgiriyê bidin Îmamê ji Malbata Pêximber. Cemawerên gel tevî vê tevgerê bûn û Abu Muslim jî di standina arîkariyê ji Zerdeştiyan û hevkariya wan da jî biserket. Hejmara wan wê hîngê pir bû û bi encama siyaseta Umewiyan ya nijadperest ew dihatin perçiqandin û bê rûmetkirin. Di berjewendiya wan da bû ku Dewleta Umewî bê hilweşandin, û di cihê wê da dewleteka dademend bê avakirin.

Di sala 129-ê goçî/746-ê z. da nameyek ji Îmam Îbrahîm gihîşte Abu Muslim ku têda fermanê dide wî, ew tevgerê ji awa û şêweyê nehînî êdî bixe şêweyê aşkere. Di meha remezanê ya wê salê da Abu Muslim şoreşa li dijî Dewleta Umewî da destpêkirin û ew diyar kir. Wî du ordiyên leşkerî avakirin; yek bi navê (Siyah) bi durişm û alaya ku Îmam ji wî ra şandibû û ya din bi navê (Ewr) ku ew jî bi alayeka din ku Îmam jêra şandibû. Rengê herdu alayan reş bû. Abu Muslim, niwêner û alîgiran jî cil û bergên reş li xwe kirin û wisa rengê reş bû durişma Dewleta Ebbasî. Di nîvê şevê da agirekî xurt dadan û ev bû nîşana destpêka şoreşê. Ev mîna pêxistina agir di destpêka Newrozê da ye. Bê guman Abu Muslim ev yek bi temamî dizanî û dizanî ku nirxa agir di bermaya gelên Ariyanî-Rojhilatî da çi ye( ).

Dema Abu Muslim gihîşte Xurasanê, di navera Ereban da dubendî pêkhatibû. Li hêlekê Nizarî (Erebên Bakur) bi rêveberiya Nesir Bin Seyyar, mîrê Xurasanê ji hêla Dewleta Umewî da, û li hêla din jî Yemanî (Erebên Başûr) bi rêveberiya Cudey' Bin Elî ku bi lexem jêra Kermanî dihate gotin. Nesir bi şerê li dijî Kermanî va xerîk bû. Alîgirên Kermanî dora dused hezar kes bûn. Nesir ji xelîfe Merwan arîkarî xwestibû ku leşkeran jêra bişîne, û ew agahdar kiribû ku tevgera Şî'etiyê jî li wir xurte û serekê vê tevgerê Ibrahîmê Ebbasî ye. Xelîfe Merwan ji waliyê xwe yê Urdinê xwest ku Îmam Îbrahîm ji El Humeyme jêra bişîne. Xelîfeyê Umewî Merwan wê hîngê bajarê Herranê ji xwe ra wek navendeka berdem girtibû. Dema Îbrahîm ji El Humeyme gihîşte wir, ew yekser xiste zîndanê û paşê ferman da ku ew bê fetisandin; serê wî xistin tûrekî (kîsekî) girtî, ew fetisandin û li Herranê binax kirin. Îbrahîm pêş rêwîtiya xwe ji El Humeyme wesek kiribû ku Îmametî di pey wî ra ji birayê wî Ebdullah (El Seffah) ra be( ).

Strategiya (nexşeya rê) ya Abu Muslim beramber Dewleta Umewî li ser sê bingehan hatibû avakirin: Propaganda û kişandina cemawer bi ser tevgerê da, sûd- û mifawergirtin ji dijberiya navbera Nesir û Kermanî û amadekirina şervanan ji bo bereya şerê leşkerî li dijî leşkerê Umewî. Armanca hevbeş di navbera Kermanî û Abu Muslim da roxandina Dewleta Umewî bû. Ji ber vê egerê di navbera wan da şer pêknehat. Abu Muslim bi konevaniya xwe ya dîplomasî wisa kir ku dijminahî di navbera Kermanî û Nesir da xurt û tûj bibe. Wisa lê hat ku her aliyek têdikoşî û hewl dida ku Abu Muslim bi aliyê xwe va bikişîne. Ev bi kêrî Abu Muslim hat ku bandora serdariya xwe hên firehtir bike. Hejmara şervanên wî gihîşt dora sed hezar kes. Li ker û hespan siwar bûn û dan rê. Gava ker diajotin digotin: "Here Merwan" Mebesta wan xelîfe Merwan bû û wisa gelek herêm bê berxwedan xistin bin destê xwe( ).

Roxandina Dewleta Umewî:

Mîrê Xurasanê yê Umewî Nesir hewl da ku rêzên Ereban li dijî Abu Muslim xurt bike, û ji xelîfe xwest ku hin hêzên leşkerî yên din jêra bişîne. Lê belê xelîfe Merwan bi şerê El Xewaric ra xerîk bû. Abu Muslim bajarê Merû paytextê Xurasanê stand û hejmara leşkerên wî herku çû pirtir bûn. Êdî karê rêvebirinê baş organîze kir, jêra pêwan û nobetdar, dîwan (wezaret), walî û qadî çêbûn. Wî lekên leşkerî damezirandin û berê wan da ser çete û alîgirên Dewleta Umewî û hem jî zora hêzên Kermanî bir. Tevî ku ji Îraqê hêzên leşkerî ji bo arîkariya Nesir hatin jî, lê belê nikarîbûn li dijî leşkerên Abu Muslim biserkevin. Nesir ber bi rojava ve paşva vekişiya, û di sala 131-goçî da li nêziya Hemedanê (paytextê Medan yê berê) mir( ).

Piştî wê, Abu Muslim berê xwe da rojava û ber bi Kurdistanê va hat. Hin rêberên xwe yên leşkerî şandin ku bajarê Nehawend (li rojhilatê Kurdistanê) dorpêç bikin û bajar standin. Piştî şerekî hebûn û nemanê di navbera leşkerê Umewî û yek ji leşkerên Abu Muslim, leşkerê Umewî şikest û bazda. Bi vî awayî seranserê Îraqê jî ket bin serdariya şoreşê. Îmamê nû Ebo El Ebbas El Seffah û birayê wî Ebo Ce'hfer El Mensor ji El Humeyme hatin. Ebo Selme ew pêşwazî kirin û dora 40 rojî ew ji ber çavan bidûrxistin. Di vê navberê da Ebo Selme hewl da ku serdariyê ji malbata Ebbasî bide Malbata Elewî (îmamên Şî'etiyê yên rastîn). Lê belê di nav Malbata Elewî da tikes hêjayî xelîfetiyê nedît. Li hêla din, piraniya niwêneran li aliyê Malbata Ebbasî rawestiyan. Ebo Selme neçar ma ku sala 132-goçî/750-ê z. El Seffah wek xelîfe bipejirîne û diyar bike( ).

Niha ma ku em bipirsin: Gelo helwesta Abu Muslim ji mijara xîlafetê çibû? Divêt em bînin bîra xwe ku Abu Muslim ji Îmam Îbrahîm va pir nêzîk bû, Îmam ew kiribû mîrê tevgerê li Xurasanê, û ferman dabû ku hemû Şî'e li Îraq û Xurasanê di bin fermana wê da bin. Di rewşeka wisa da gelek aşkera ye ku Abu Muslim ji Malbata Ebbasî ra dilsoz be. Di agahdarî û nûçeyan da hatiye ku El Seffah birayê xwe El Mensor şandiye Xurasanê ba Abu Muslim daku El Seffah û cihgirê wî El Mensor wek xelîfeyên nû bipejirîne. Dibêjin ku Abu Muslim hatiye El Kufe, El Seffah wek xelîfe pejirandiye û dîsa vegeriyaye navenda rêveberiyê li Xurasanê( ).

Piştî ku hemû wilayetên rojhilat ketin bin serdariya leşkerê xelîfeyê Ebbasî yê nû, çend şerên dijwar di navbera Ebbasî û Umewiyan da li ber çemê Zab yê jorîn li navbera Hewlêr û Mûsilê li herêma Başûrê Kurdistanê ya niha pêkhatin. Leşkerên Ebbasî bi rêveberiya Ebdullah Bin Elî (apê xelîfe) bû, û leşkerê Umewî bi rêveberiya xelîfe Merwan Bin Muhemmed bû. Xelîfe Merwan bi lehengî şer dikir. Lê belê hejmareka mezin ji lekên leşkerê Erebî pêra negirtin û neketin şer. Wisa leşkerê ku pêra mabû şikest û bazda( ).

Piştî şikestinê, Merwan vegeriya Herranê û ji wir hate Şamê. Ebdullah da pey wî û Merwan paşda vekişiya û giha Filestînê. Ebdullah li Şamê ma û hin lekên leşkerî li dû Merwan şandin. Merwan bazda û giha Misirê bi hêviya ku hin hêzên nû li wir bicivîne ser hev. Lê belê yek ji lekên leşkerê Ebbasî ji nişka va li bajarê Busîr yê Misirê gihîştin wî, ew kuştin, serê wî birîn û ji xelîfeyê Ebbasî ra şandin. Wisa em dibînin ku bi keda siyasî û leşkerî ya ku kurdê bi navê Abu Muslim berî wê bi neh salan destpêkiribû hîşt ku xelîfeyê Umewî Merwan (kurê jineka Kurd) bigihîne vê çarenûsa belengaz û xemgîn( ).

Jêder

El Tabari, Tarîx El Tabari, 7/356. Ibin El Esir: El Kamil fi El Tarix, 47360. Ibin Kheldun, Dîroka Ibin Kheldun, 3/146.
El Tabari, Tarîx El Tabari, 7/287. Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/147. Ibin Kesir, Elbidaye we Alnihaye, çapa Îhya' El Turas, 10 /35 - 41.
El Tabari, Dîroka El Tabari, 7/155 - 293. Hassan Ibrahim Hassan, Tarîx Elislam, 2/17 - 18. Mohammad Hilmi, Xîlafet û Dewlet, rûpel 37.
El Tabari, Dîroka El Tabari, 7/360 - 367. Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/149 - 150. El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela', 6/55.
El Tabari, Tarîx El Tabari, 7/429 - 430. El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela', 5/56.
Ibin El Esir: El Kamil l fi El Tarix, 5/7, 29. Salih Bin Suleyman El Weshmi, Abu Muslim El Khurasani, rûpel 154 - 155.
Ibin El Esir: El Kamil fi El Tarix, 5/13. Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/151
Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/151. Ibin El Esir: El Kamil fi El Tarix, 5/18. El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela', 6/57 - 58.

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn