Islama Siyasî: Xelek 22

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî Mustefa Reşîd:

Serpêhatiya Wezîrên Bermekiyan Yên Kurd
(1) Bermekiyên Kurd di Kûraniya Dîrokê da

Bermekî malbateka navdar û payebilinde di dîroka îslametiyê da, û di sala 132-ê goçî da di damezrandina Dewleta Ebbasî da beşdarî kirine. Pir kesan ji vê malbatê asta wezaretiyê di Dewleta Ebbasî da standine û hên di destpêka heyama Ebbasî da, di geşkirina şaristaniyê da, bi awayekî çalak û nirxdar beşdar bûne. Lê belê, berî ku em li keda wan di geşkirina şaristaniyê da bikolin û behsa serpêhatiya wan bi fermana xelîfeyê Ebbasî Harûn El Reşîd bikin, ka em awirekî bidin rah û damarên vê malbatê di kûraniya dîrokê da.

Mog - Mecûs - Bermek:

Li dora salên 1100-î b. z. gelê Mad (pêşiyên gelê Kurd) li derdorên çiyayên Zagrosan bi cih û war bûbûn. Ji dewleta wan ra, ya wê demê li çiyayên Zagrosan, Gotiyom (Gotium) dihate gotin; li gor şaxê Gotî / Cûtî ji pêşiyên Kurdan. Lê di hezarsalê pêşî yê b.z. da, bi navê Mad (Mîdiya) hatin naskirin. Mad bixwe ji yekîtiya şeş êlên mezin pêkdihatin, ew jî wek ku Diyakonov dibêje evin: Boudloi. Arizatoi, Strouknates, Paretaknoi, Boussi û Magoi. Ev nav jî pir dişibihin ewên ku Herodotes gotine( ).

Niha ji bo mijara me, ev êla Madan Magoi (Mag, Mog, Mûg) girînge. Ji ber ku Ayîna Ezdayî (Yezdanî) wê hîngê li welatê Mad serdar bû û pêximber Zerdeşt jêra Mezda Yesna yanê Ayîna Mezda gotiye. Wek ku di jêderên dîrokî da hatiye, ev êla Magoi pispora kar û barên ayînî bû( ). Rola wan dişibihe rola êla Lawî ya Îbranî ku ew jî pispora kar û barên ayîna Cihûyî bû û pêximber Mûsa jî ji wê êlê ye. Û herwisa dişibihe rola êla Qureyş ku ew jî pispora kar û barên ayînî ye li ba Ereban di dema berî îslamê da û Pêximber Muhemmed ji vê êlê ye. Vê êla Magoi di Zerdeştiyê da jî ev rola xwe parastiye. Dîroknasên Yûnanan (Girekan) ev nav bi awayê Magos / Magûs nivîsandine û Ereban jî bi awayê Mecûs gotine( ).
Pêwendiya vê peyva Bermek pir bi peyva Mag / Mog yan jî Mecûs ra heye. Şîrovekirina herdiyan jî, ji du hêlan va, pir li nêzî heve:

Yekem: Peyva Bermek ji peyva kurdî Bermak hatiye erebkirin. Di vê babetê da peyva BER tê maneya pêwan, oldar, xizmetkarê Xweda û peyva MAK tê maneya Mala Pîroz, Mala Resen, Mala Dayîkî.

Duwem: Ji parêzvanê perestgeha zerdeştî (mala agir) ra BERMOG dihate gotin; yanê ew oldarê berpirsiyar ji ber perestgehê va. Ev nav di jêderên erebî da bi awayê BERMEK hatiye, ji ber ku tîpa (g) di zimanê erebî da tineye.

Diyakonov dibêje ku di dema Sasaniyan da ji Magwpati = Mogbedan ra Mobedyan dihate gotin( ). Ev nav bi awayên (Mewbezan) û (Mewbedan) derbasî jêderên erebî bûye. Ev Mewabed berpirsiyarên perestgehan (malên agir) bûn û ji serekê herî bilind ra (Mewbed, Mewbedan) dihate gotin; ev Rêveberê Ayînî di hemû babetên ayînî da asta here bilind bû û rola wî wek rola Papa li ba Krîstiyanan bû. Wî çavdêrî li dadewerî û pêkanîna dedemendiyê, li pêkanîna nimêjê û lidarxistina şahiyan di dema wan da, û parastina agirê pîroz di perestgehan da dikir. Ji mafê wî bû jî ku di roja Newrozê da bersivê ji padîşah bixwaze heger kesekî dozek li dijî wî (padîşah) rakiribe( ).

Beşekî din ji oldaran hebû ku karê wan ew bû, agirê pîroz di perestgehan da her vêketî bimîne. Ji van kesan ra (Harbed), bi kurdiya niha (arbed) dihate gotin. Yanê ew kesê ku herdem êzing û daran li agir dike daku her vêketî bimîne. Di pirtûka pîroz Avesta da (Athrapatî) hatiye gotin û maneya (Athrapatî / Harbed / Arbed) her mîna heve. Ev nav di jêderên erebî da bi awayê (Herbez), bi şêweyê gelejimarî (Herabize) hatiye. Ji serekê wan ra (Herbezan / Herbez) dihate gotin. Radeya Herbezan di asta duwem da piştî ya Mewbedan dihat( ).
Ev peyva (Mog / Mag) di bermaya îslamî kurdî da bi awayê (Şêx Mog) heya niha maye. Li herêma Efrîn, li Rojavayê Kurdistanê, bi gelemperî di sibeha roja îniyê da hin kes li ser malan digeriyan, hin sirûdên ayînî digotin û wisa hinek dirav, ard û zeyt dicivandin. Ev hên jî bi navê (Şêxê Mog) tên naskirin. Wisa tê xuyakirin ku ev nav bi encama têkilkirina navê îslamî (Şêx) û navê Eyzdanî (Mag/Mog) pêkhatiye.

Kok û Binyata Malbata Bermekî:

Daku em kok û binyata malbata Bermekî nasbikin, divêt em 25 sedsalan paşva vegerin û bi aliyê bakur-rojhilat va ber bi Afganistanê herin. Li wir bajarê Belx heye. Wek ku tê zanîn, pêximberê Mad, Zerdeşt li bakur-rojavayê Kurdistanê li nêziya Gola Urmiyê ji dayîk bûye û gava li wê herêmê doza wî nehate pejirandin, çû bajarê Belx ba padîşahê Farisî Heşt-Esp û li wir ayîna xwe belavkir. Li dora salên 551 - 553-ê b.z. Toraniyan bajarê Belx talankirin û pêximber Zerdeşt di temenê 77 salî da, li gel 80 oldarên zerdeştiyan di perestgeha zerdeştî da kuştin. Ji wê demê da perestgehên zerdeştiyan li wê herêmê hebûn û man( ).

Di jêderên Ereban da hatiye ku bajarê Belx, ji ber bedewiya suriştiya wî, wek bihuşta Xurasanê dihate binavkirin. Di wê demê da Bermekî oldarên perestgeha zerdeştî Nûbihar bûn. Li wir ji oldarê sereke ra Bermek dihate gotin. Gelên wan herêman, padîşahên Hind û Çîn-Maçîn û yên Asiya Nawerast wek hecî dihatin serdana perestgeha Nûbihar, diyarî jêra dihanîn, cil û berg li perestgehê dikirin û li ser kopa wê ala hildidan. Ji kopa wê perestgehê ra "Ûstûn" dihate gotin. Perestgeh pir qeşeng û bedew bû û bi awayekî çarkoşe, sed gaz bi sed gazî hatibû avakirin. Bilindahiya banê wê jî bêhtirî sed gazî bû. Li dor-medara wê, li nêziya 360 koşk ji bo oldar û xizmetkaran hebûn( ).

Gava di heyama xelîfe Osman Ibin Effan da talanên Ereban gihîştin bajarê Belx, koma oldaran bi serpereştiya bapîrê mezin Bermek bû ku navê wî di jêderan da nehatiye naskirin. Navê bavê wî Camas kurê Yeştasf bû. Bermek li gel hin rêveberên wê herêmê diçe bajarê Medîne, paytexê xîlafetê daku ji xelîfe Osman ra diravê ku ji bajarê Belx civandibûn pêşkêş bike. Li wir
Bermek misilmantiyê werdigire û navê Ebdullah li xwe dike. Gava vedigere bajarê xwe, dibîne ku ew ji serokatiya oldarên avêtine û yek ji kurên wî wek Bermek danîne cihê wî. Padîşahekî wê herêmê ku jêra Neyzek dihate gotin, jê dixwaze ku vegere ser ola xwe ya zerdeştî. Lê gava ew napejirîne, padîşah radibe wî dikuje. Li ser vê bûyerê, malbat bi giştî bazdide û diçe herêma Keşmîrê li bakurê Hindistanê. Xelkê bajarê Belx ji wan dixwazin ku lawekî xwe bişînin daku bibe oldarê perestgehê. Ev law, ev Bermekê Duwem bapîrê malbata Bermekiyane( ).

Di hin jêderên Ereban da hatiye ku Bermekî malbateka Farise. Lê belê ev agahdarî ji bingehê da ne duriste, û vegerandina Bermekiyan ser raha Farisan mijareka siyasî û çandî ye, ne neteweyî ye. Dîrokzan û dadwerê navdar Ibin Xelkan dibêje ku Bermekî bapîrên wî ne û ew Kurdin, ne Farisin. Kurê wî Mûsa dibêje: „Û ji min ra hate gotin ku êla ew jê ye Kurdin; ew êla ku bi navê Zurzarî nasdare û bavê wî û dayîka wî ji bajarê Belxê ne ku li Xurasanê ye. Gotiye ku koka bapîrên wî evin: Muhemed Bin Îbrahîm Bin Abu Bekir Bin Xelkan Baik (Bawik) Bin Ebdullah Bin El Huseyn Bin Malik Bin Ce'hfer Bin Yehya Bin Xalid Bin Bermek“( ).

Bi vî awayî, ew gotina Ibin Xelkan piştrast dike ku malbata Bermekiyan Kurde û ji êla kurdî Zurzarî ne (yanê kurê gur). Ev tê wê maneyê ku êla Zurzarî şaxekin ji êla Magoi ya Madan. Ma wê çawa Ibin Xelkan ev agahdarî gihandibe kurê xwe, heger ew ji vê yekê sedî sed ne bawer be?

Kesayetiyên here navdar ji malbata Bermekiyan di heyama Ebbasî da evin: Xalid Bin Bermek, Yehya Bin Xalid, El Fedil Bin Yehya û Ce'hfer Bin Yehya. Emê di xelekên dahatî da serpêhatiya her yekî ji van, ji xwe ra bikin mijar.

Jêder

Diyakonov, Midiya, rûpel 143, 146. Herodotes, Dîroka Herodotes, rûpel 80. Arshak Safrastiyan: Kurd û Kurdistan, rûpel 24, 25. Delaport, Welatê Mezopotamya, rûpel 308.
Diyakonov, Midiya, rûpel 359, 390.
Herodotes, Dîroka Herodotes, rûpel 25, 259.
Diyakonov, Midiya, rûpel 361.
Faris Osman: Zeradesht û ayîna Zerdeshtî, rûpel 21, 100.
Faris Osman: Zeradesht û ayîna Zerdeshtî, rûpel 100 - 101.
Ibin Xelkan, Wefeyat El E'hyan, 1/328. Sulaiman Mazhar: Dîroka Ayînan, rûpel 297, 311. Hamed Abdulkadir, Zeradeştê Aqilmend, pêximberê pêşiyên Iraniyan, rûpel 11. Hasan Ni'hme: Kana Mîtologiya û Efsaneyên Gelên Kevin, rûpel 63.
El Miqdisi El Beshari: Ahsan El Teqasim fi Me'hrifet El Aqalim, rûpel 302. Yaqok El Hamawi: Ferhenga Welatan, 5 / 307 -308. Ibin El Feqih El Hemezani. El Buldan, rûpel 617.
Yaqot El Hamawi: Ferhenga Welatan, 5/308. Ibin El Feqih El Hemezani. El Buldan, rûpel 618.
Ibin Xelkan, Wefeyat El E'hyan, 479.

Social