Islama Siyasî: Xelek 23

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî Mustefa Reşîd:

Serpêhatiya Wezîrên Bermekiyan Yên Kurd
(2) Wezîr Xalid Kurê Bermekê Bermekî

Piştî ku me daxuyakirin, malbata Bermekî ji kok û binyateka Kurde, ka em bi hev ra taybetmendiyên kesayetiyên Bermekiyan yên navdar, û keda wan di Dewleta Ebbasî û rola wan di geşkirina wê da bişopînin. Emê bi Xalid Kurê Bermek destpêbikin.

Jînenîgariya Xalid Kurê Bermek:

Xalid Kurê Bermek qurmê bingehîn yê malbata Bermekî di heyama îslamî da ye. Ew sala 90-ê goçî = 709-ê z. ji dayîk bûye û ew yek ji alîgirên Ebbasiyan li Xurasanê bû. Gava rêberê Kurd Abu Muslimê Xurasanî rêveberiya şoreşa Sî'î li dijî Dewleta Umewî dikir Xalid Kurê Bermek serokê dîwana xeracê li wê herêmê bû. Asta ku ew têda bû wek asta wezîrê darayiyê di dema niha da bû. Helbet, bêyî zanîn û şiyana wî ya berbiçav di warê rêveberiyê da û baweriya Îmam Îbrahîmê Ebbasî bi wî, wê ev asta bilind nedaba wî û ev delamet û wezîfeya girîng bi wî hilnepesarta.

Gava Dewleta Umewî hate roxandin û Ebbasî gihîştin xîlafetê, asta Xalidê Bermekî hên bilindtir bû. Xelîfeyê Ebbasî yê yekem Abu El Ebbas Eseffah piştî kuştina wezîr Abu Seleme El xellal, Xalid kir wezîrê dewletê yê herî bilind. Divêt bê gotin ku ast û delameta wezîrê yekem di wê demê da mîna asta serokwzîr di vê dema me da ye. Wek tê zanîn pêwîstiya her dewleteka nû bi kesên zana û hêjayî rêveberiyê heye. Hilpesartina vê delametê bi Xalidê Bermekî wê rastiyê dide xuyakirin ku ev kesayetî bi taybetmendiya xwe hêjayî vê asta rêveberiyê ya bilind bû. Heya bi wexerkirina xelîfe Eseffah Xalid wek wezîr dimîne û xelîfeyê duwem Abu Ce'hfer El Mensor jî wî di vê asta bilind da dihêle heyanî dema ku li derdorên Mûsilê serhildaneka Kurdan pêktê. Wê hîngê xelîfe El Mensor rêveberiya leşkeriyê dide Xalid da ku wek metelok tê gotin "hesin bi hesin bikute". Bi vî awayî Xalid dest ji wezaretiyê berdide .

Xalidê Bermekî xwedî taybetmendiyên berz û cuda bû ku hişt ew têkeve cihê serwerî û rêveberiyê. Ew mirovekî comerd, payedar, aqilmend û xwediyê sincî û demînên bilind bû. Wî ticaran çikûsî li tikesî nekiribû, ew kesê yekem bû ku navê mêhvan yan vexwendî li kesên ku pêwîstiya wan bi arîkariya diravî hebû, dikir. Ji parsekan ra jî "xwedî pirs" digot. Di vê babetê da, Îbrahîm El Solî, yek ji mezinên rewşenbîrên wê demê, dibêje: „Ji wezîrên Dewleta Ebassî tikes bi rûmet û comerdiyê nagihîne asta Xalidê Bermekî“ . Xalid di kesayetiya xwe da hemû taybetmendiyên rêveberê xwedî şiyan û îmkan dicivand. Ew xwedî zimanekî resen û petî bû, mirovekî dilêr, rewşenbîr û di nivîsê da wêjevan bû. Wezîr Abu Ubeydullah derbarê wî da gotiye: “Min tikes mîna Xalid nedîtin ku her tişt têda hatibe civandin, bi zimanê xwe yî resen mîna xelkên welatê Şamê ye, bi dilêriya xwe mîna xelkên Xurasanê ye, bi torevaniya xwe mîna xelkên Îraqê ye, û bi nivîsandina xwe mîna xelkên Sewadê (başûrê Îraqê) ye“ .

Gava hin şoreşan li welatê Faris û Kurdistanê li dijî Dewleta Ebbasî destpêkir - wek me berê jî got - Abu Ce'hfer El Mensor Xalid şand ku wan şoreşan vemirîne. Xalid di vî karî da biserket. Di pey ra ew kir waliyê Mûsilê û di pey ra yê Azerbeycanê. Ibin Xeldûn gotiye: "Xalid Kurê Bermek yek ji mezinên Şî'iyane. Ew yek ji stûnên xurt yên dewletê ye, wî astên bilind li pey hev standine; El Mensor ew kiriyie waliyê Mûsil û Azerbeycanê" . Ehmed Bin Sewar El Mûsilî jî dibêje: "Ti walî û mîr bi heybeta Xalid Kurê Bermek nehatin ser me, bêyî ku ew sezayên mezin bide me; me zordarî jê nedît, lê heybeta wî dilê me tijî dikir" .

Ev bûyera li jêr nimûneyeka başe derbarê aqilmendiya Xalid di demên dijwar da:
Abu Muslimê Xurasanî yek ji rêveberên xwe yên leşkerî bi navê Qehtebe Bin Şebîb şande şerê waliyê Umewiyan yê li ser Kurdistan û Îraqê. Wê hîngê Xalidê Bermekî jî bi Qehtebe ra bû. Ew bi rê da li gundekî peyabûn. Dema ku wan li ser banê xaniyekî firavîn dixwar, nihêrîn ku ji biyabanê da keriyên xezalan, keriyên kovî û hoviyan ber bi wan va tên heya ku gihîştin nav leşkerê wan. Xalid rabû ji Qehtebe ra got:

“Mîrê min! Gazî gel bike, fermanê bide leşkerê ku zînên hespan li wan bikin, gep û lîwanên wan girêdin berî ku siwarên dijmin êrişê tînin ser me. Qehtebe bi tirs rabû ser xwe, lê belê tiştekî bi tirs nedît. Rabû ji Xalid ra got: Ev çi bawerî ye?. Xalid got: Dijmin êriş me dike! Tu keriyên hoviyan nabînî çawa tên? Li paş wan hêzeka mezin heye. Gava ew siwar bûn, dîtin ku li paş toz û moranê leşkerê dijmin tê. Heger ne ji Xalid bûya, ewê têkbiçûna" .
Wexerkirina Xalid divêt di sala 163-ê goçî = 780-ê z. da be.

Jeder

Ibin Al Jauzi: El Muntezem fi Tarîx Al Muluk we El Umem, 7/299. Ibin Kesir: El Bidaye we El Nihaye, 10/60. Ibin Xelkan, Wefeyat El E'hyan, 1/332.
El Zahabi, Tarix El Islam, çapa 1412 goçî, rûpel 5/104.
Al Zemexshari, Rabih Al Abrar, çapa 1412 goçî, 104/5. Xelkê Sewadê navê gelê başûrê Îraqê yê berê Îslametiyê ye û di jêderên erebî da bi navê El Nebet hatine naskirin.
Ibin Xeldûn, Tarix Ibin Xeldûn, 3/279.
Al Tabari, Tarix Al Tabari, çapa 1387 goçî, rûpel 8/56.
Ibin Xelkan, Wefeyat El E'hyan, 6/220.

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn