Islama Siyasî: Xelek 24

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî Mustefa Reşîd:

Serpêhatiya Wezîrên Bermekiyan Yên Kurd
(3) Wezîr Yehya Kurê Xalidê Bermekî

Yehya kurê Xalid yek ji kesayetiyên navdar yên malbata Bermekiyane. Gava Dewleta Ebbasî hate damezrandin, ew hên xortek bû di temenê bîst saliyê da, û wî pêncî salên mayîn ji jiyana xwe di sîbera vê dewletê da derbas kirin. Keda wî di xizmeta vê dewletê da gelek rûmetdare, lê belê dawiya jiyana wî bobelateka mezine. Emê ji pêra bi berfirehî li ser dawiya jiyana wî rawestin. Emê niha bêhtir li ser taybetmendiya vê kesayetiyê û keda wî di heyama xîlafeta Harûn El Reşîd da bidin ber çavan.

Jînenîgariya Yehya Kurê Xalidê Bermekî:

Yehya kurê Xalid sala 120-ê goçî / 738-ê z. ji dayîk bûye û, bi bavê xwe ra di şoreşa dijî Dewleta Umewî da û bûyerên ku di encamê da Dewleta Ebbasî hate damezrandin, beşdarî kiriye. Bê guman, ew ji bavê xwe va, ku wezîr bû, pir nêzîk bû û ew jî mîna bavê xwe bi xurtî û tundî û di rêvebirina kar û baran da gelek serkeftî bû. Tiştê ku vê yekê piştrast dike ewe ku xelîfe Abu Ce'hfer El Mensor ew di sala 158-ê goçî da kiribû waliyê Azerbeycanê. Yehya wê hîngê 38 salî bû. Herêma Azerbeyacanê di wê demê da ji ber du sedeman gelek girîng bû:

Yekem: Azerbeycan li ser tixûbên Qefqasiyayê ye ku bereya yekser bû li hember gelên ne misilman.

Duwem: Hinek ji serekên Şî'iyan ji malbata Elewî Azerbeycan û herêmên derdora wê wek bingeha şoreşê li dijî Dewleta Ebbasî bi kar dihanîn.

Gava Muhemed El Mehdî xîlafetî ji bavê xwe El Mensor wergirt, Yehya kire perwerdekarê kurê xwe Harûn El Reşîd daku wî perwerde û zana bike, û wî hînî sincî û demînên baş û tîtalên bilind bike. Helbet, xelîfe razînedibûn ku kesek bibe perwerdekarê zarokên wan, heger ew ne xwediyê taybetmendiyên nirxdar û bilind bûya; ya here girîng ku ew ji kok û binyateka resen be, xwedî sincî û tîtalên bilind û zanîneka kûr be. Harûn El Reşîd bi navê "bavê min" gazî Yehya dikir û di pey ra ew kire wezîr. Ibin El Cewzî gotiye: "Gava Harûn bû xelîfe bi rastî jî mafê Yehya dayê û bi wî gelek serbilind bû. Dema behsa wî dikir, digot: „Bavê min gotiye“. Derxistina fermanan, hinartina nameyan û wergirtina wan spartibû wî" .

Gava xelîfe Muhemed El Mehdî sala 169-ê goçî / 785-ê z. wexer kir û kurê wî yê mezin Mûsa El Hadî xîlafetî wergirt, biryar da ku birayê xwe Harûn ji cihgiriya xîlafetê rake, û kurê xwe yî biçûk Ce'hfer bike cihgir. Rêberên dewletê û kesayetiyên mezin jî ev tişt pejirandin. El Hadî destpêkir gefan li Harûn bixwe û nirxên wî di nava civatê da daxe. Wisa, xelkê xwe ji Harûn bidûrxist, tenha Yehya kurê Xalid û kurê wî her ji Harûn ra dilsoz man, û wisa xwe dan ber hêrs û xezeba xelîfe.

Harûn êdî ji El Hadî ra biryara xwe dabû ku dest ji cihgiriya xîlafetê berde. Lê belê Yehya piştgirî da wî û got divêt tu bi mêranî rawestî û dest ji mafê xwe bernedî. Hinekan ji mezinên rêberan El Hadî agahdar kirin ku Harûn dixwaze dest ji cihgiriyê berde, lê Yehya pend û piştgiriyê dide wî ku ew dest jê bernede. El Hadî rabû "ji Yehya ra gefa kuştinê şand û sûcê kufir di wî da". El Hadî destpêkir, zor li Yehya kir û ferman da ku ew bê zîndankirin û hindik mabû ku wî bikuje. Lê belê Yehya her li aliyê maf û dademendiyê rawestiya, pend li xelîfe kir û got: "Ey mîrê bawermendan! Heger te li pêşiya gel soza xwe xwar, baweriya wan wê bi te nemîne. Lê heger tu birayê xwe wek cihgir bihêlî û piştî wî kurê xwe Ce'hfer bikî cihgir, evê ji hilbijartina kurê te ra piştgiriyeka xurt be". Hîngê xelîfe got: "Tu rast dibêjî, penda te raste û divêt ez wisa bikim" .

Û gava El Hadî sala 170-ê goçî / 786-ê z. wexer kir, bi xêra pilana Yehya, Harûn El Reşîd xîlafetî wergirt. El Reşîd karê wezaretiyê da Yehya û mohra îmzekirinê jî da dest wî, destê wî di serdariyê da bi temamî berda û jêra got: "Bavê min! Te ez bi bereketa xwe û zanîna xwe danîm ser textê serdariyê, ez jî kar û barê gel didim dest te, ez vê berpirsiyariyê ji stûyê xwe derdixim û dixim stûyê te, tu serdariyê bike, wek ku tu rast dibînî, kesê ku tu baş dibînî têxe kar û kesê ku tu nebaş dibînî bide aliyekî" .

Yehya dest bi karê rêveberiya dewletê di hemû waran da bi pisporî û awayekî rêk û pêk kir. Me gotibû ku asta wezîr di wê demê da wek asta serokwezîr di dema niha da bû. Yehya bala xwe baş dida kar û barê gel, cokên avê li ber çeman kolan daku aboriya welêt geş bibe, û wisa xêr û bêra wezîr bi qezenca rêveberiyê hat. El Tabarî gotiye: "Ew û herdu kurên wî El Fedil û Ce'hfer ji bo pêşwaziya doz û daxzwazên gel heya bi nîvro rûdiniştin, li kar û barê gel û pêwîstiyên wan temaşe dikirin, rê li ber tikesî nedigirtin, ne jî xwe di pişt perdeyan de vedişartin" .

Li ser taybetmendiyên Yehya hatiye gotin ku mirovekî aqilmend, xwedî baweriyên rast bû, arîşe û pirsgirêk baş çareser dikirin, mirovekî comerd, dilpak, bi hurmet, bi heybet û dilsoz bû, bi aqilmendî û pisporî tevdigeriya, dilê wî gelek paqij bû, ew ji xwepesindan û pozbilindiyê dûr bû. Kesê ku xirabî jî pêdikir, ew dipexşand; ew xwedî zaniyariyeka bilind bû. Aqilmendiya wî di pend û şîretên wî da hatiye tomarkirin. Yek ji wan pend û şîretên wî ji zarokên wî ra ye: "Pêwîstiya we, wê her dem bi nivîsevan, karker û alîgiran hebe. Divêt hûn arîkariyê ji kesên payebilind wergirin, û bi her awayî xwe ji kesê nizim dûrbixin. Heger hûn qenciyê bi kesên payebilind bikin, ewê winda nebe û ewê nirxên wê qenciyê zanibin û her spasdarên we bin". Yehya di sala 190-ê goçî / 805-ê z. li bajarê Reqayê di zîndanê da wexer dike.

Jêder

Ibin Al Jauzi: El Muntezem fi Tarîx Al Muluk we El Umem, 9/188. El Zahabi, Siyer E'lam El Nubela, çapa Mueseset El Risaleh, 9/89.
Al Tabari, Tarix Al Tabari, çapa 1387 goçî, 8/209 - 210. Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, çapa 1997, 5/265.
Al Tabari, Tarix Al Tabari, 8/233. Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 5/274.
Al Tabari, Tarix Al Tabari, 8/233. Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 1997, 5/274.

Social