Komxebata Zaravên Teknîkî * Fasîkul 1*(Edo Makuyî, endamê Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî )

Ji bo nebûna perwerdehiya bi zimanê kurdî termînolojiya perwerdehiyê jî nîn e. Ev jî
dibe zor û zehmetiya destpêka perwerdehiyê bi Kurdî. Ji bo ku perwerde bi Kurdî hebe divê
meteryal û pirtûkên perwerdehiyê jî hebin. Ji bo hemû ast û waneyan divê pirtûkên cuda
hebin. Tiştekî gelek girîng; divê zaravên ku di van pirtûkan de têne bikaranîn jî heman bin.
Meteryalên perwerdehiyê pir hesasin, ne weka roman an jî helbestekî ne. Ji bo derûnîya
zarokan û ji bo perwerdehiyeke zanistî divê zaravên pirtûkan standart bin.
Ji bo van sedemên bi lezgînî dîvê xebateke neteweyî li ser zaravên perwerdehiyê dest
pê bikira. Bi hevkariya TZP-Kurdî û TMMOB(Yekîtiya Endezyar û Avahîsazên Tirkiyeyê) li ser
zaravên teknîkî û zanistî xebatek dest pê kir. Ev pêşxebat ji tîrmeh’a 2011 yan va heta gulanê
dom kir. Di van xebatên pêşî da ji saziyên endezyaran 14 endezyar û avahîsaz bi awayekî aktîf
xebitîne. Ji saziyên endezyar û avahîsazan ê Amedê Odeya Endezyarên Elektrîkê, Odeya
Endezyarên Maşînê, Odeya Endezyarên Avahiyê, Odeya Endezyarên Erdzaniyê(Jeolojî),
Odeya Endezyarên Çandiniyê, Odeya Endezyarên Nexşe û Kadastroyê, Odeya Endezyarên
Madenê(Lajwerd), Odeya Endezyarên Plansazên Bajêr û Odeya Avahîsazan xebat
meşandine. Her sazî komîsyonek ava kiriye û peyvên ku di pîşeya wan de têne bikaranîn
dane hev. Aktîvîstên vê xebatê 2 meh li ser hev heftê 3 roj ji saet 10:00an heta 15:00an
civiyane û li ser peyvên komkirî xebitîne.
Di komxebatê de ji hemû herêmên welat û ji hemû zaravayên Kurdî mêvan-beşdarvan
hatine vexwandin da ku ev komxebat bibe neteweyî. Ji rojhilat, başûr, bakûr, başûrê biçûk,
xorasana îranê, Tirkiye û Ewropa… Ji bo ku ji hemû herêmên Kurdistanê û ji hemû zaravayên
Kurdî kes tevlî bibin wek berpirsiyarên komxebatên me hewl da.
Ji bo komxebatê me zimanzan, endezyar, avahîsaz û mamosteyan vexwend. Zimanzan
ji bo ku ev xebat xebata ziman e, endezyar ji bo ku ev xebat xebata teknîkî ye, mamoste jî ji
bo ku ev xebat ji bo bingeha perwerdehiyê ye.
Ji bo ku ev komxebat bi awayekî zanistî bimeşe kesên ku zimanên din jî zanin tevlî bun,
mîna Îngilîzî, Firansî, Tirkî, Erebî, Farisî, Rûsî…
Piştî vê komxebata yekemîn, di 15yê Gulanê de ev xebat hate pîroz kirin. Pişt re jî ev
xebata yekemîn ku di destê we daye bi navê Fasîkula 1. di vê pirtûkê da çap bû. Ev pirtûk wê
bibe berhema yekemîn a xebata zanistî ku ji hemû zaravayên Kurdî û hemû herêmên welat
tevlêbûn çêbûye. Piştî komxebat tev dawî bibin ev xebat wê bibe Ferhenga Zarav(term)ên
Teknîkî ya Kurdistanî.
Em hêvîdarin kû ev xebat di demeka kin da bi awayekî serkeftî temam bibe. Em sipasiyên
xwe yê germ ji bo ked û alîkarîya hemî kes û saziyên ku di van xebatanda cîh girtine ra
dikin.

TZP KURDÎ TMMOB (İKK’YA AMEDÊ)

3
1. Abdulameer Jamel Numan:
Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye. Sekreterê Sendîkaya Endezyarên
Kurd şaxa Duhokê ye.
2. Abdulsamet Ucaman:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Çandiniyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi
navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. Bi Erebî, Kurmancî û Dimilî zane.
3. Amed Çeko Jiyan:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Nivîskar û Teknîker e. Xebatên wî yên Kompîtergerî
bi Kurdî hene.
4. Can Êzîdxelo:
Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Xebatên ziman dimeşîne. Bi Îngilîzî û gelek
zaravayên Kurdî zane.
5. Denîz Gunduz:
Ji bajarê Stembolê tevlî komxebatê bû. Ji koma Vate ye û bi salan e xebatên Dimilî
dimeşîne.
6. Dilêr Hesen:
Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Avahîsaz e.
7. Dr. EbuBekir Umer Qadir:
Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Beşa Kurdîi lZanîngeha Silêmaniyê ye.
8. Dr. Hoger Mahmoud Faraj:
Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Beşa Kurdîi lZanîngeha Silêmaniyê ye.
9. Dr. Mihemmed Ehmed Seyîd:
Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Beşa Kurdîi lZanîngeha Silêmaniyê ye.
10. Dr. Osman Ebdûl Berzencî:
Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Beşa Kurdîi lZanîngeha Silêmaniyê ye.
11. Ebdulsettar Asim:
Ji bajarê Hewlêrê tevlî komxebatê bû. Teknîkerê Elektronîkê ye.
12. Edalet Milan:(Edo Makuyî)
Ji bajarê Qezwîn a Îranê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Kîmyayêy e.
13. Enîse Guneylî:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyara Elektrîk-Elektronîkê ye. Mamosteya
Kurmancî ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknkîî yên bi Kurdî” ye.
DELEGEYÊN KOMXEBATÊ
4
14. Fakhri Mustafa Sediq:
Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Avahiyê ye Serokê Sendîkaya Endezyarên
Kurd şaxa Duhokê ye.
15. Fatma Sümer:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyara Madenê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê
“Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
16. Harun Yalçınkaya:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Erdnasiyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi
navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
17. Hasip Yalçin:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Nivîskar, Jimêryar(Muhasebekar) û mamosteyê
Kurmancî ye.
18. Herdem Doğrul:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Xwendekarê beşa Avahîsaziyê ye. Ji lijneya TMMOB
ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye .
19. Hesen Guneylî:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Elektrîk-Elektronîkê ye. Ji lijneya TMMOB
ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. Pirtûka Matematîkê nivîsiyê.
Mamosteyê Kurmancî ye. Edîtoriya malpera endezyariyê bi Kurdî (endezyar.org) dike.
20. Kadir Yılmaz:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi
navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
21. Kadri Dolu:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Nexşe û Kadastroyê ye. Ji lijneya TMMOB
ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye .
22. M. Emin Tümür:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi
navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. Mamosteyê Kurmancî ye.
23. Mahmut Nêşite:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Ji koma Vate ye û bi salan e xebatên Dimilî
dimeşîne.
24. Mohammed Milan:
Ji bajarê Qezwîn a Îranê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye.
25. Nedim Tüzün:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Elektrîkê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi
navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
5
26. Nîhat Noyan:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Avahiyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê
“Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
27. Ramazan Hemze:
Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Erdnasiyê ye.
28. Samî Tan:
Ji bajarê Stembolê tevlî komxebatê bû. Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ye.
Nivîskar e û pirtûka wî ya Rêzimana Kurmancî heye. Mamosteyê Kurmancî ye jî.
29. Sebrî Hesen Sebrî:
Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Fizîkê ye.
30. Serwet Deniz:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Edîtor û Mamosteyê Kurmanc îye.
31. Suat Yavuz:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi
navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. Mamosteyê Kurmancî ye.
32. Şerefxan Aydın:
Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Avahîsaz e. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya
xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye.
33. Zagros Haco:
Ji Ewropa tevlî komxebatê bû. Endezyarê Telekomunîkasyonê ye.
34. Zana Farqînî:
Ji bajarê Stembolê tevlî komxebatê bû. Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ye.
Nivîskarê ferhengeke mezin ya Kurdî-Tirkî ye.

Hevalên hêja û birûmet

Ev malper ji bo tomarkirin û parvekirina agahiyên teknîkî hatiye
çêkirin. Ji aliyê kesên dildar ve vê malperê tê dagirtin. Herkes
dikare bibe endam û mijaran lê zêde bike

Ev malper ji bo tomarkirin û parvekirina agahiyên teknîkî hatiye
çêkirin. Ji aliyê kesên dildar ve DÊ EV malper WERE
dagirtin. Herkes dikare bibe endam û mijaran lê zêde bike

Ferhengatekniki.com

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.