Rêzimana Kurdî ya Kurmancî

Ziman pergala ragihandina dengan e. Ev pergal bi devkî û nivîskî
di herikîna dem, dîrok û pêvajoya mirovbûnê de ji aliyê mirovan ve
birêkûpêk, bi razberkirin û nîşanekirina tişt, heyîn, çalakî û hestan
pêk tên. Ziman xwe nûjen dikin, bi rê û rêbazên nuh bi pêş dikevin.
Yên ku nikarin xwe biparêzin, yan tevde ji holê radibin an jî di nava
zimanên mirî de tên hewandin û ew dibin mijarên pisporên xwe.

Nasnameyên hevpar ên qewm, kêmnetewe û neteweyan zimanên wan
in; ew di navbera çand, aborî û rêveberiyên civakî de pêdivî û rolên
jiyanî radikin ser xwe.

Ziman ji aliyê binyadê ve tên senifandin : Hind-Ewropa, Ural-Altay,
Samiyan, Çîn û Tîbet, Bantûyan. Ji van her kom jî di nava xwe de tê beşkirin.

Zimanê Kurdî, di koma herî mezin a Hind-Ewropî û beşa wê ya Îranî
de tê dahûrandin. Di Kurdî de pênc zarava hene : Kurmancî, Soranî, Kurmanckî, Goranî, Lorî. Babeta vê berhemê rêzimana Kurmancî ye.

Rêziman bi rêz û rêzikên xwe; pêkhatin, erk û bikaranînên deng, peyv, hevok û nîşandekên rêzimanî dikole. Rêzimanên nûjen, bes di qadên peyvsazî û hevoksaziyê de namînin; dengsazî, dengzanî, watenasî û rastnivîsê jî didin ber xwe.

Em dikarin beşên vê mijarê wisa bidin diyarkirin û kolandin :

Alfabeya kurdî ya kurmanciyê
Hin taybatiyên tîp û dengan
Peyvsazî
Peyv û wate

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn