Çêlek Bikêrtir e yan Parlamantarên Kurd....?!?

Projeyek girîng jibo derketin ji vê qeyrana aborî ya Herêma Kurdistanê

Ev proje dikare xelkên nerazî rizgar bike û rewša wan bi temamî biguherîne

Proje ev e ku em jibo demeke kurt jî bûbe dev ji Encûmena Nûneran berdin û wê bidin alî

Em mûçeya wan bidin hev û pê çêlekên Hulendî bikirin

Gelo Çêlek bikêrtir e yan Encûmena Nûneran....?!?

Hejmara Parlamantarên Bašûrê Kurdistabê 105 kes in ku mehê 8 milyon dînar mûçeyê distînin.

Buhayê her çêlekek Hulendî jî herî zêde milyonek dînar e, dêmek heqê her meh dike 8 çêlekên zexm.

Mehkî da dike 840 çêlek

Salek da dike 10 hezar û 80 çêlek

4 salan da dike 40320 çêlek yanê nîvê hejmara çêlekên Hulenda û Danîmarkayê....

Eger her çêleke rojê 10 lîtr šîr bide, hingî salê da dike 100 hezar û 80 lîtr šîr.....

Helbet eger em êm, alif û gîhayên wan bidin ber 3 dan xwerinên parlamantarên zikmešk û çevbirçîyên bêkêr hingî mesrefên çêlekan ku hejmara wan 8 qasî jî ji parlamantaran zêdetir e, dîsa jî nabe wekhev.....

Hela me mesrefa dergewan, qerewûl, pasewan, šofêrmofêr û berdestên wan hesav nekirîye.......

Hûn çima pê dikenin, ez pir pir micid û ciddî me......

HoGir Šerîf( Fîlanda)

Edoyê NîvêÇêlekekMûçeXwer

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.