Haj kompiyûterê xwe hebe

Cankurd

Her bernameyek nivisandinê ji xwe ra şêweyek datayan / faylan pêda dike. Bo nimûne: Gava tu bi Word binivîsî û navê "Behar" bidî fayla xwe, li ba Word ew fayl wilo dibe "Behar.doc". Lê gava tu bi êdîtorê Windows binivîsî, ew fayl wilo derdikeve "Behar.txt". Em dibînin, ku Word (doc) xistiye paş datayê û êdîtorê Windows (txt) pêxistiye.
Dema faylek ji te re bi rêya e-mailê te hat, tu dizanî ew bi çi bernameyê hatiye nivisandin, gava tu zanibî, çi bernameyên nivisandinê an dagirtina wêneyan hene, û pêvekên wan bi çi awayî ne.
Tirsa mirov ewe, ku li gel faylan wek (ppt, rtf, xls, bat, pif an exe) vîrûs û kurmik hebin. Rast jî di bin van da, an di nav da, pir caran vîrûs wek bernameyin biçûk (Makros) tên bi cihkirin. Gava tu wan vedikî wan vîrûsên di nav / bin da bi zûkî aktîv dibin, derbas dibin hindirê kompiyûterê te û dest bi herifandina fayl û bernameyên te dikin, tar û mar dikin. Divê mera hajê hebe, ku di hinek faylên bi (htm) an (zip) hatine hembarkirin û wek nameyan tên şandin, bi xwe ra vîrûsin şeryar tînin. Gava tu linkek wek (htm) hatiye şandin, dinikilînî, da bibînî çi fayl / wêne an nûçe di bin da heye, browserê te ji te re malperekê vedike, ku di bin / paş gelek tiştên tê da, bi taybet wêneyên keçikan an mezinên cîhanê, vîrûsên xedar hene an hespên Trwadî hatîne veşartin. Li vê dawiyê faylekî li ser sporê, ku bi navê [OKTicket-Info.zip] pir kompiyûter herifandine.
Lê wek diyar e, wan faylên ku bi (txt) an (pdf) teva dibin, an jî wêne wek (jpg), (bmp) û (tif) hatîne dagirtin û wan parçeyêd dengî, ku wek (wav), (aif), (mp3), (mpg), (avi), (aac) û (ogg) hatine hembarkirin, bi xwe re vîrûsan nînin.
Lê dîsa jî, gava tu gumanê dibî ser kesê wan datayan / faylan ji te re dişîne, ma bo çi tuyê wan datayan / faylan vekî? Yekser her tiştekê nenas û xudanê wî ciyê gumanê ye, ji e-mail a xwe sîl bike, bila ew her paqij bimîne. Bi wê yekê tu derî li ser vîrûsan teng dikî. Hema çiqas tu heşar bî, dîsa wan wêranker rê û çareyan dibînin bo ku xewê ji çavêd te birevînin. Lew re pêwîst e tu bernameyekî dij-Vîrûsan di kompiyûtera xwe da bi cih bikî, û divê ew bi xwe jî herdem aktîv bibe, da kompiyûterê te paqij bike. Ji wan bernameyan jî gelek ên navdar hene. An jî tu bi rêya Online bi kêmtirîn her hefteyekê carekê kompiyûtera xwe paqij bikî. Di vir da Microtrend ji xwe ra navekî hêja pêda kiriye.

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Komputer - 1

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.