Kurd û Îslama Siyasî: Xeleka Taybet - Berfbaran 2014

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî Mustefa Reşîd:

Çima ev Êrişa Îslamewî li ser Sirûda Niştîmanî Kurdistanî?

Tenha kesên debeng û hetle, kesên bêvac û gêj nizanin ku kenala TV a asîmanî Al JAZEERA li welatê Qeter nawenda agahdariyê ye ji bo belavkirina çand û kultûra terorîzma Îslamewî, û ewe ya ku propaganda ji şerê terorîstî ra dike ku rêxistinên wek DAÎŞ, KAÎDE û hwd. birêve dibin.

Vê kenala asîmanî Al JAZEERA roja pêncşemê, 11.12.2014-an ev nûçe belavkir: "Parlamenterên îslamî yên Kurd di Parlamena Herêma Kurdistan - Îraq da daxwaz dikin ku sirûda neteweyî kurdî (Ey Reqîb) bête guhartin, ji ber ku di wê da niştîman di ser ayînê ra tê girtin". Helbet, mebest ji ayînê îslametî ye.

Ma gelo ev ne tiştekî bi fêş û ecayîbe ku mijareka wisa tirsnak di warê neteweyî û niştîmanî da di demeka wisa kambax da bê germkirin û kelandin?. Bi sedan jin û keçên Êzîdiyên me hên wek sebiye li ba talankerên îslamewiya ne, wan tecawiz dikin û li bazarên nexaseyê (koleyan) difiroşin. Yanê di roja îro da namûs û şerefa me ya neteweyî di bin pêyên talankeran da ye. Ma ne ji erkên parlamenterên Kurde ku niha têkevin gengeşî, rawêj û dewanê, ewê çawa şeref û namûsa me ya neteweyî ji bin pêyan rizgar bikin?

Tolaz û talankerên DAÎŞiyan, bi pilankirin û piştgiriya rêveberên terorîzmê li Dauha û Anqereyê, ev çend mehin Kurdistana me, li rojhilat, ji Xaneqînê bigire heya bi Efrînê, li rojava, seranser talan dikin; dixwazin destkeftiyên me li Başûr û Rojavayê Kurdistanê têkbibin û careka din me Kurdan vegerîn şikeft û kadînên koletiyê. Ma gelo ne ji erka parlamenterê Kurde ku rahêje çek û tivengê û di ber axa pîroz a Kurdistanê û di ber hebûna neteweya Kurd da şer bike?

Heya niha bi sedhezaran ji gelê me li Kobaniyê bi çepeltirîn talana îslamewî ra rû bi rû ne. Bi sedan gund hatin kavilkirin û wêrankirin, zarokên me, jin û keçên me, kal û pîrên me li col û biyabanan belav bûne; birçîbûn, nexweşî û serma bûye para wan. Ma gelo ne ji erka parlamenterê Kurde ku di nav wan kesên aware da be, ji wan ra nan û xwarin, cil û berg û dermanan bibe. Yan jî, here kêm, li ba wan be û bi gotineka xweş û nazik li wan bibane û dilê wan xweş bike?

Pêş demeka kurt Wezareta Pêşmergeyan ya Başûrê Kurdistanê da xuyakirin ku hejmara cangoriyên me li dijî talankeran gihîştiye 727 şehîdan û ya birîndaran gihîştiye 3564 kesan. Ma gelo ne ji erka parlamenterê Kurde ku here serdana wan qehremanên birîndar, li rewş û halê wan bipirse, bi serdanî biçe malên şehîdên me yên qehreman, li rewş û halê bav û dayîkên xemgîn, zarokên sêwî û dayîkên jinebî bipirse?

Ey seranserê gelê me? bi Xweda kin, ez ji we dipirsim: Gelo ev dem dema gurrkirina van gelş û arîşe û pirsgirêkane, yên ku rêzên me perçe dikin, hêza me belav dikin û dijminahiyê di nav me da peyda dikin? Yan ev dem dema şidandin û yekkirina rêzên me ye, daku em bikaribin li hember vê talana tarî ya DAÎŞî, li ber xwe bidin û Kurdistanê ji şerê van biparêzin? Ev dem dema xurtkirina giyanê neteweyî-niştîmanî ye? Yan dema têkbirina durişm û nîşanên me yên neteweyî-niştîmanî ye?

Gelo ev parlamenter niwêneratiya Kurdan di parlamentê da dikin yan niwêneratiya talankerên DAÎŞî? Her carê, dema van talankerên DAÎŞî beşek ji welatê me dagîrdikirin alaya me ya neteweyî-cîlwayî dadixistin û alaya xwe ya terorîstî-tarî li cihê wê hildidan. Carekê kurdekî terorîst ji Başûr xuyabû û pesna xwe dida ku li dijî pêşmergeyan biser ketiye, ku Kurdistan axeka îslamî ye û alaya îslametiyê wê têkeve cihê alaya Kurdistanê. Ji pêşmergeyan ra digot "murteddîn" (yanê gawir). Hîngê çi cudahî di navbera talankerên DAÎŞî û ew parlamenterê kurdî da heye, ewê ku niha guhartina sirûda niştîmanî-kurdî dixwaze?

Gelo erkê ser şanê parlamenterê Kurd ewe ku ew bi hemû şiyan û hêza xwe têbikoşe çawa dê Kurdistan rizgar bibe û payedariya me ya kurdî li me vegere, yan ji erkên wî ye ku durişm û nîşanên me yên niştîmanî hilweşîne û biroxîne? Di serî da Sirûda Niştîmanî!. Başe, heger ev parlamenter ji sirûda me ya niştîmanî ne razî ne, ji ber ku niştîman dide pêş ayînê, hîngê, ma ew nayê wê maneyê ku ew bi vê yekê dixwazin serdariyeka îslamî li Kurdistanê ferz bikin û Kurdistanê biguhêrin û bikin wilayetek ji xîlafeta DAÎŞî, sunnî, îxwanî, selefî bi rêveberiya vî paşketiyê El-Bexdadî?

Başe, heger dewleta xîlafeta DAÎŞî, sunnî, îxwanî, selefî li Kurdistanê pêkhat, hîngê emê çi bikin bi Kurdên Şî'e, Kurdên Êzîdî, Kurdên Yarsanî, Kurdên Elewî, Kurdên Krîstiyanî û hemwelatiyên Kurdistanê yên din wek Krîstiyan, Cihû û hemû hemwelatiyên ne Kurd? Ma hîngê ne ji mafê wane ku ew jî daxwaza xwe-rêvebirinên taybet ji bo xwe bikin, wek ku pêş demekê mîrê Kurdên Êzîdî Tehsîn Beg daxwaz kir. Ma ev nayê wê maneyê ku DAÎŞiyên Kurd dixwazin Kurdistanê perçe û pergende bikin, pêş ku bête rizgarkirin û yekkirin?

Heger em li ser daxwaza DAÎŞiyên Kurd ji bo guhartina Sirûda Niştîmanî bê deng man, ma garantî çi ye ewê sibe daxwaza guhartina alaya Kurdistanê jî nekin, ji ber ku di wê da nîşana rojê heye. Ma ewê nebêjin ku roj nîşaneka pûtperest û mecosî ye? Ma ewê nexwazin ku nîşaneka tarîtiyê li cihê rojê têkeve alaya me. Ma ne kesekî ji wan pêş çend mehan got ku Newroz ne cejneka îslamî ye, ew cejneka pûtperestane û nabe ku em bi wê şabibin?.

Ey gelê me yî Kurd! Ma ev şer û êrişa li ser sirûda me ya niştîmanî nayê wê maneyê ku welatê me ji hundir va di metirsiyê da ye? Ma ev nayê wê maneyê ku Tabûreka Pêncan ya tarî di civaka me da hêlîn çêkirine û êdî dixwazin çêliyên xwe bi firê bixin. Ma ev nayê wê maneyê ku êdî ev tabûr gihîştiye radeyeka hêz û şiyanê ku hindî lobiya wê di yekemîn parlamenta me da peyda bûye? Ma ne wisa ye ku bermber talana DAÎŞî, ya ku ji derva da tê ser me, di hundir da jî talaneka din li dijî me destpêkiriye?

Ma ev şerê çepel û bê şerm li ser sirûda me ya niştîmanî nayê wê maneyê ku rêberên DAÎŞ yên mezin li derva, li Qeter, Mûsil û Anqere, piştî ku dek û dubareyên wan yên genî têkçûn, êdî fermanê didin DAÎŞiyên hundir ku ew tevliheviyê di nav me da peyda bikin, rêzên me biçirînin û me ji keftlefta berevaniya di ber welat û hebûna me da bi aliyekî din da xerîk bikin.
Ma ne ji danayî û aqilmendiyê ye ku em pir wirya û hişyar bin li ser metirsiya van DAÎŞiyên hundirîn?

Ma ne wisa ye ku divêt em bi vîn û biryar li ber van rawestin, evên ku sivikatiyê bi nîşan û durişmên me yên neteweyî dikin?

Û em Kurdistanê seranser ji ramanên DAÎŞî, tarî û sîxurbaz pak bikin?

Û çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan seranser rizgar bibe.

Social