www çiye?

Cankurd
Ew namdartirîn davkirina Internetê ye û di serî de wê bernameyê derî bo xelkê vekir, ku tev li xebatên Internetê bibin. Dokumentên (www) bi garfîk û wêne, pêldariyên Audio – û Video asankirîne û di malperên wê de pir nofirk (LINK) hene, gava tu wan linkan binikilînî tu yê biçî ser hinek malperên din ên, ku ji wan hene li aliyekî din ê cîhanê hatine pêdakirin. Berê me bi mehan çavrêya kovarekê ji parçeyekî din ê Kurdistanê dikir, niha bi nikilkirina nofirkekê (linkekî) em diçin ser kovarên Xebat, Metîn, Herêm, Kurdistan, Azadiya welat û gellek rojname û kovarên kurdî yên, ku em li wan digerin çi li jêriya Kurdistanê bin, çi li rojhilat an li bakur û rojava bin.
Tevî vê yekê jî serek û kontrola serekîn a Internetê ne bi destê çi encumenê de ye, xudanê cîhana Internetê nîne, mafên hemî davên hevpar di Internetê de wek hevin, Computerekî (jimarkarekî) taybet, ku seriyê dîlanê dikishîne tune ye, hema cîgahê tewr bilind bo yekkirina (standardkirina) Internetê (Internet Society) ye, ku di bin vê navnîshanê de tê dîtinê: (www.isoc.org).
Loranî Internetê hinartina Nameyên êlêktronî (E-mailan), wêneyan, grafîkan û hemî teherên agahiyê siviktir, leztir û asantir kiriye, em dikarin bibêjin, ku ew posteya herî hêztir û çalaktir e di vê serdemê de. Bi ser ve jî ev mezintirîn hembara datayan e (Databank) li ser rûyê zevînê, pirtûkxaneyeke bê wekanî ye di dîroka mirovatiyê de.
Bo her kesekî / keseka, ku dixwaze malperekê ji xwe re di Internetê de bi cih bike, navnîshanek jê re pêwîst e -
(b. n.: di vê navnîshanê de:
http://members.nbci.com/kurdayeti/index.htm) van tisht hene:
- Html: Ev dokument bi Hypertext Markup Language hatiye formatkirin.
- Index: Navê dokumenta serekîn e, ku dokumentên malperê pê ve girêdayîne.
- Kurdayeti: Navê Domain e, ku li ba NBCI ye.
- Com: (Top-Level-Domain) e. Eve jî diyar dike, ka ev document ji kijan warê geografî an sazendî ve hatiye ( .de bo Almaniya ye, .tr bo Tirkiye, .se bo Swîd e, .gov bo fermandariya amerîkî ye û herweha…)
- NBCI: navê providerê, ku ew navnîshan li ba wî hatiye bi cihkirin, NBCI bi xwe kanaleke televisionê ya pir namdar e.
- WWW: Bernameya berdestiya Internetê ye, ku jê re World Wide Web tê gotinê.
- http:// Bo Protokola datayên navnîshanê ye. Ew bi shêweyekî automatîkî dikeve pêshiya adrêsê gava tê nivisandin.
Shanikek giring: Di nivisandina navnîshanên Internetê de divê ewan sedased wek hatîne dayîn bên nivisandin, biçûktirîn shashî dihêle, ku ew navnîshan neyê dîtin an jî navnîshaneke, ku bi shêweyê navkirinê nêzîka wê ye, derkeve holê. Ji bo vê yekê bash binêre, ka te navnîshan rast û dirist nivisiye an ne.(Emê careke din hev dibînin).

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

www çiye?

Cankurd kullanıcısının resmi

www çiye?

Cankurd kullanıcısının resmi

www çiye?

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ji bo çareserî ya xem û derdan
Bêrawest kal û pîran siper vedan
Şervanan êrîş dan, ser neyaran
Bilind bû berxwedana gelê Kurdan

Helbest

Ji bo çareserî ya xem û derdan
Bêrawest kal û pîran siper vedan
Şervanan êrîş dan, ser neyaran
Bilind bû berxwedana gelê Kurdan