Cankurd

Strana Kejê


Berhevoka Stranên Kurmancî

Berhevkirina Thomas. Bois
Tîpguhastin: Cankurd

Saliyê Naso dibêjit:
Wey lê. Kejê, te kir, te kir, lê lê te kir, te kir,
Wey lê, Kejê, mal xirabê, te ûlekî bi dilê xwe kir,
Te destê min ji Mîrê Paloyê vekir.

Xatûn Kejê dibêjit:
Erê, saliyê lawo!, min kir, min kir,
Min destê te ji Mîrê Paloyê vekir,
Dê hêla... more



Cankurd

Bêjeya dil (6)


Rewşa netewê
Cankurd, January 10, 2011
Nasekî min ê ku li gundekî ji gundên derdora Helebê mamoste bû, ji min re ev bûyera ku ez niha ji we re dinivîsim, salix da, got:
“Carekê ez û jina xwe, li ser mijareke malbatî ya tew ne giring bû, bi hev çûn, şorek ji min, yek ji wê, me kire qirecir… Li gundê ku ez têde mamoste bûm, di mala de, ji min û wê pê ve kesek tune bû, zarokên... more



Cankurd

Bêjeya dil (5)


Cankurd – 20.12.2010 / 21:33:56

Rêya min dirêj bû, pir dirêj bû. Diviya ji bajêrê Cizrê, ku bi Burca Belek û gorên Mem û Zînê, bi gora pêxember Nûh, silav lê bin, û bi berxwedana xwe ya gelêrî li hember zorbaziyê, navdar e, ez bi Autobusekê bême Amedê, ku li ba her Kurdekî welathez giranbiha ye, û ji ber ku di wan rojan de tevlihevbûneke mezin li bakurê Kurdistanê hebû, hindik mirov... more



Cankurd

Bêjeya dil (4)


Cankurd – 03. Dez. 2010 6:01:14 AM

Nasekî min, guvêşka xwe ya rastê bi tiliyeke xwe ya dirêj guvaşt, çavêd xwe kûriş kirin û ji min re ev bûyer an jî ev çêrok sapirand, got:
“Ez û dostekî xwe yê dilgerm bi hev re pir diketin gengeşiyan. Wî ne bi Xwedê û ne jî bi kêşeya me ya neteweyî bawer dikir, ew Qomonîstekî mormorî bû, herroj ji min re li ser nêrîn û ramanên Karl Marx û... more



Cankurd

Bêjeya dil (3)


Bêjeya dil (3)
Cankurd, November 12, 2010
Li ser pişta xaniyekî ji xaniyên gundekî çiyayî, ku ew gund ji bîst malan ne bêtir bû û pir hejar û belengaz dixuya, di şeveke havînê de, li bin kumbeta asîmanê ku sayî bû û bi stêrkine nayin hejmartin xemilandî bû, ez û mirovekî, ku ji temenê xwe yê sî û pênc salî pir pîrtir dihat dîtin, li ser hinek mînderan danişti bûn, li hember hevdu,... more



Cankurd

Bêjeya dil (2)


Cankurd
November 17, 2010
Carekê nasekî min û peyayekî gubî ji Sûdanê keti bûn qirka hevdu. Nasê min ji wî re goti bû ku êdî gelê Kurd û reşikên Afrîqa neyarên hev in, ji ber ku wan serokê me yê qehreman bi xefk û davrêstineke qerêj girtin û dan destê neyarên me. Hîngê hêja Öcalan taze hati bû bindestkirin û revandin. Wî mirovî gotibû ku Afrîqa pir fireh e, tê de gelek netewe, ol û... more



Cankurd

Bêjeya dil (1)


Cankurd
November 11, 2010

Hestiyên wî yên zerbûyî nîşana temenekî dirêj bûn. Ewirên sipî yên di asîmanê re wekî hêştirên westiyayî, bi rengê porê wî bûn. Çavêd wî yên wekî di kortên komir têde hatibû sotandin, êdî di bin ariya bê agir de winda bûbûn. Ew ji zû ve di rê de ye… Çend salin? Çend sed salin an çend hezar salin, ew bi xwe nizane…Ji ku ve tê, çi demê kete devê rê, navê wî... more



Cankurd

Çarmalika Elî Herîrî


(Ji berhevoka Sosin û Prym- 1889)

Amadekirin: Cankurd

Ger hûn bibînin nalê eşq
Tênû li bom zarî diken
Herkes bizanid(t) h’alê eşq
Bexîlî dijwarî diken

Bexîlî eşq bexîl bibûm
Herdem bi dem zelîl dibûm
Bê rah û bê delîl dibûm
Herkes bi xemxwarî diken

Hûn bar mekin gel min di zor
Li hesreta werdên di sor
Çavê di reş bisk... more



Cankurd

Padishahê Korinth û hishmendî


Ji dûroka Girîkan
Kurdîkirin: Cankurd

Paş mirina şahê xûrêj ê Girîkî Kypselos, kurê wî Pêriyander, ku ciyê bavê xwe li bajêrê Korinth girt, nizanî bû çewa deselata xwe bigerîne û wekî bavê xwe bibe padişahekî navdar. Rabû merivekî xwe yê pêbawer hinart ba şahê zorbaz ê bajêrê Milet, ku ji wî re şêwrekê bîne, û bê ku kesek li wî haydar bibe, vegere bajêrê Korînth.
Şahê Milet... more



Cankurd

Evdirehman û keça Xanê Banê Curesî


Tîpguhastin: Cankurd

Evdirehman lawê subaşî (zurbaşî) bû, malê wî gellek bû, ji bavê xwe xeyidî, suwar bû li hespê, h’emlê Romiya li xwe kir, bi derket, hat cem Saadonê Nûh’, Saadonê Nûh sêset(d) xulamê wî hene. Çû destê Saadon.
Go: “Tu çi dixwazê, lawo?.”
Go: “Hatim nan bixum cem te.”
Go: “Ser çava, rûne.”
Lê nirî Saadon, xortek e, qenc e. Saadon Evdirehman kire... more


Sayfalar

Nivîsar

Cankurd
7 Bingehên xebata rojnamevaniyêa dirist û serkeftî, li gor pisporê navdar Eugene Meyer, ku di 5ê Avdara 1935ê diyar kirine: