Cankurd

Bêjing


Cankurd – 1977

Şêxo di mala axê de hemû tişt bû, bê wî karek nediçû serî, ew bo her karekî bû û her karek jî bo wî bû. Ji wî re digotin: “Azep”. Azep jî ew kesê, ku li ba cotkarekî, maldarekî an axayekî salekê an du salan an jî ta pîrbûnê kar û xebat dike, ewan jî bo wî malekê didin, li gel xwarin û vexwarinê, cilkirin û xwedîkirinê û carinan jî bo jinekê distînin û bi ser ve jî... more



Cankurd

Şêx Saîdê nemir li ber dadgehê


Şêx Saîdê nemir li ber dadgehê

Cankurd / 1998

Ji comerdiya xwe di bin vir de PDF binikilîne



Cankurd

Efsane û çêrokên me yên gelêrî


Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd

Li linka PDF bide



Cankurd

Beyta Ûsif û Zelîxe


Beyta
Ûsif û Zelîxa
[Ji berhevoka Socin û Prym, 1889 Petersbourg]
kurdistanicom@yahoo.de | DUSK, P. O. Box: 410 120 , D – 53023 Bonn
Tîpguhastin: Cankurd

Me wekî PDF li gel vê nasdanê belav kiriye, ji comerdiya xwe li linka bin vir xîne:



Husen_M.Hebes

EGER KU TU ROJEKÊ RASTÎ JINEKE XEMGÎN HATÎ!


Eger ku tu rojekê rastî jineke xemgîn hatî
Jê re nebêje
Xweda bi te re be
Xweda alîkar be
Xweda te ji xemgîniyê rizgar bike
Na
Na wisa nebêje!
Bi dilekî germ
Wê himbêz bike
û jê re bi dizî bibêje
Tu jina herî bedewî di cîhanê de
û çavên te xweştirîn çavên jinan e
û gava tu bikenî
Gulên kenê te dê li hemû deveran... more



Cankurd

Yûsif Bajarî û keça firotî


Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Go carig(k) ji cara, rehmet li dê û bavê guhdara, Yûsif Bajarî hebû, xwedî mal bû. Yeg(k) zilam qîzê wî hebû piçûk, ji birçîbûnê firot. Yûsif Bajarî kirrrî, piçûk bû bi xwedî kir, mezin bû, çêtir jê bi der neket, axlera lêdinêrin, diheyirin. Keçik li xwe mehir kir. Şuxulê Yûsif... more



Cankurd

Sultanê Mara


Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Go carik ji cara, rehmet li dê û bavê gohdara, pîrekeg(k) bî hebû, yek kurê wî (wê) heye, şuxulê kurik çî ye? Diçê qeflik êzink(g) bi piştê xwe tînê, zea’ dikê bi nanek, ew nan nîvî dixuwê û nîvî didê diyê xwe. Diya wî şuxul jê nayê.
Yek roj kurik çû êzinga, piştik anî, çar... more



Cankurd

Evdirehman û keça Xanê Banê Curesî


Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Evdirehman lawê subaşî (zurbaşî) bû, male wî gellek bû, ji bavê xwe xeyidî, suwar bû li hespê, h’emlê Romiya li xwe kir, bi derket, hat cem Saadonê Nûh’, Saadonê Nûh sêset(d) xulamê wî hene. Çû destê Saadon,
Go: “Tu çi dixwazê, lawo?.”
Go: “Hatim nan bixum cem te.”... more



Cankurd

Rovî û birrîna şerîe’tê


Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Go hebû û nebû, çêtir ji Xwedê nebû. Axak hebû, navê wî mîr Mehmûd, du keçê wî hebûn û yek kurê wî hebû. Qazî yek keçike xwast, û muftî yek xwast. Kurê wî ma bê jin. Kurik digerê û nagerê, jinek qenc nabîne. Yek qenc heye li gundê wa, bi mêr e. Hevdu dihebînin, bi şev çû cem jinekê... more



Cankurd

Yek bi yekê


Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Go hebû û nebû, çêtir ji Xwedê nebû.
Go hebû jinik û mêrik bi tenê, kurê wan nebû(n), herdu hev dihebandin.
Jinik got mêrik, go: Mêriko!.
Go: Libê.
Jinik dibêjê: Here bişuxule dam (da em) bixun.
Go: Naçim.
Go: Ji çira? Jinik go.
Go: Newêrim... more


Sayfalar

Nivîsar

Cankurd
7 Bingehên xebata rojnamevaniyêa dirist û serkeftî, li gor pisporê navdar Eugene Meyer, ku di 5ê Avdara 1935ê diyar kirine: