Abdurrahman_Durre

Çep û Rast


Çend karkerên bê xwedî çûn Awrûpa xebatê
Şêx û malê bê fedî çûn sedeqe û zekatê

Bê însafê bê vijdan, bê heyayê bê namûs
Ku bûn bela serê wan, nîn lê girtin wek kabûs

Dîsa b’dîn û îmanê, bû qeşmerî xapandin
Bi her lêp û pîlanê, pera ji wan civandin

Bi her çiv û her çuvî, ketin dû fend û hîlâ
Gur û keftar û rûvî, bû sîqe sîqên qîlâ

Li ser navê... more



Abdurrahman_Durre

Şêx û Şeytan


Wiha dikin riwayet, dibên dema ku Quran
Nazil bû pê hidayet, çê bû yeqîn û îman

Dema ku îslamê ku li Mekke yê xuya bû
Şeytan ji wî meqamê, tevzî veda xwe rabû

Rabû hewar û gazî, qîr û seda gir û go:
Îdî ku serfirazî ji bo mera nema lo!

Werin çika çewa kin, gelî koma şeytana
Bi çi rewş û awa kin, bi çi fend û pîlana

Wilo li hev êwirîn, hatin... more



Abdurrahman_Durre

Bawerî


Bawerî îman û dîn e, jîn e doza bawerî
Bawerî azadî tîne, pê werîne bawerî

Bawerî cehd û xebat e, ŞoreŞ û ceng û Şerr e
Bawerî „îŞqa welat e“, gotin a pêxember e

Bawerî, lutf a xwe da ye ku´l cîhane daye nam
Bawerî doza Muhemmed Mustefa ye, wesselam!

Abdurrahman Durre
1995 Almanya



Abdurrahman_Durre

Hênik û Berraq


Warên me ku Cennet hene, daxwaz û xîyal in
Horî keç û bûk ên me ne, pirr şox û şepal in

Zozanê, Eraratê, Şerefdîn û Xelat ê
Qib qib ji rubatê stûnarinc ê delal in

Kewser ji çîyan da dikeşin, Zap û Firat in
Pirr noş û xweş in, hênik û berraq û zelal in

Ayata cemal a te dixwum sond û qesem pê
Her neqş û nemûş ên te ku ayatê cemal in

Nûn û Qelem... more



Abdurrahman_Durre

JI Seîd Begê ra


Seîd Beg! Sadiq ê doza welat î
Dizanim: dil kul û çîk û şewat î

Kur ê mêr a, ji şêran ra biraz î
Ku ew bûne şehîd ên serfiraz î

Şehêd ên da´w û doza sexwebûn ê
Bi mêranî rijandin, lê ku xûn ê

Ku Kurdistan seraser wan dinas in
Ne şorişvan ten ê, medh û sipas in

Welakin, caşik ên bê fehm û bê hiş
Nizanin qîmet ên wan şêr ê şoriş

Li... more



Abdurrahman_Durre

Ji Cemîl Begê ra


Cemîl Beg! rabe axa yê delal î
Xuyabe, bê te nabe! şîr helal î

Ji kurdan ra heval û dost û yar î
Bi merdan ra, ji derdan ra hewar î

Quling ê war û zozan ê welat î
Piling ê dil bi jan û bê tebat î

Kur ê mêrxas û mêr ê Serhedî tê
Dilêr û şêr ê bê pişt û xwedî tê

Felek qelaş û xaîne ku şêr a
Li bend ê dujmin an tîne dilêr a

Beg ê... more



M.Nureddin Yekta

Kurd çi dixwazin?


Kurd çi dixwazin?

Beriya ku em bersiva vê pirsê bidin, pewîst e ku em berê hinek li rewşa cîhanê û tirk û kurdan mêzekin. Ku em rewşa xwe, ya Tirkiyê û ya cîhanê nizanibin, em nikarin tu polîtîkakê bimeşînin.

Dinya bi lezekî wisan xwe diguherîne ku bi tu awahî mirov xwe nagihînê. Bi van guherandina hinek rêxistin û dewlet, cîhê xwe didin hinekên din. Bi terzekî din; zordest tim... more



M.Nureddin Yekta

Mela Îbrahîmê Mixakomê û Waliyê Mûşê


Bi navê Xweda yê Dilovan û Dilovîn
Hemd ji Xweda ra û Selat û Selam liser Resûlê Wî be!
Walî got mela şertên îslamê çendin? Mela got yek e!
------------------- --------------------------------- ---------

Min xwe negîhandê lê, rûsipiyên me gelek behsa Mela Îbrahimê Mixakomê dikirin. Mixakom gundek li deşta Mûşê ye. Mela Îbrahîm jî melayê gund e. Dem dema medresa ye. Li... more



M.Nureddin Yekta

Conî û dan


Dema dibû payîz gundiyên me tevdîra zibistanê didîtin. Zivistana, li welat gelek berf dibarî, rê û dirb dihatin girtin, pirr mirov hebûn ku şeş meha çavên wan bi bajêra nediket. Dê pêwîst bû ku tevdîra şeş meha bahata girtin.

Tevdîr çî bûn? Kesên heywanên wan heba kâ û gîha dicivandin, mêrgê wan heba diçinîn, hinekan gîha hûrdikirin dikirin kâ. Van salên dawîn hima herkesî gîhayê xwe... more



M.Nureddin Yekta

Tira Fatê û Misto (Ji qissê hisse)


Rojek ji roja Paşa û wezîrê xwe derdikevin nêçîrê. Ta êvarê digerin tu nêçîrek nabînin. Dema dibe êvar di nava daristanê da rastî malekê tên. Paşa ji wezîrê xwe ra dibêje; „Em îşev li vira bibin mêvan, ka ev mala bi tenê li vir çi dike hale wan çiye?“
Dema diçin ber malê, mêrik û jina xwe li ber derî ne. Li wan silav dikin û dibêjin; „em rêwî ne, li der mane ku mimkin be îşev bibin... more


Sayfalar

Nivîsar

Cankurd
7 Bingehên xebata rojnamevaniyêa dirist û serkeftî, li gor pisporê navdar Eugene Meyer, ku di 5ê Avdara 1935ê diyar kirine: