Cankurd

Avakirina Neteweyekê - 3


Nijadên mirovî -2
(Nêrînên nijadperest)

Di seriyê van nêrînên nijadperest de, bê guman, wan gotinên fîlosofê Girîkî Arîsto li ser koletiyê tên bîra me, gava wî digot, ku sirûşt ji xwe du nijdên mirovî pêda dike, yek bo hukumraniyê û yê dî jî bo di koletiyê de bijî, yê hukumdar xudan kanîn in mezin e û yê dî bi hêza sewalan e, wekî “Heywan” e, tenê bo berdestiya yê dî ye. Mafê yê... more



Cankurd

Avakirina neteweyekê - 2


Cankurd

Nijadên mirovî -1

Tevî ku Xwedayê cîhbilind, di Qurana pîroz de dibêje, ku mirov giş ji Adem in û Adem ji axê ye, dîsa jî hinde dûrokvanên Musilman, wekî Elmesûdî vê yekê li gor fantaziyên xwe dide qelemkirinê û dibêje, ku ‚Kurd‘ ji nijadê „ên Gonê“ ne, ji neslê „Cinn“ hatîne, û nijadperestên Tirkan dibêjin ku Tirk ji nesl û nijdê gur in... more



Cankurd

Avakirina neteweyekê - 1


Cankurd
kurdaxi@live.com
http://cankurd.wordpress.com

Bê guman pêdabûna kesayetiya mirov li ser rûyê vê zevînê, gava serekîn û bingehîn bû, ji pêdabûna civaka mirovî re, ji ber ku ev civak ji mirovan pêda bûye, û derketina kesayetiya mirovî di gerdonê de bûyereke gelek mezin bû di nêv sirûştê de... more



Cankurd

Beyta Ûsif û Zelîxa


[Ji berhevoka Socin û Prym, 1889 Petersbourg]

Tîpguhastin: Cankurd

Pîrê Yaqûb duwazde kur jê bûn
Ew hemî fêrisê di çê bûn
Zêde Ûsif, Binyamî ( ) bûn
Ew duwazde birane pi (bi) jimar e

Ûsif, Binyamî, sebî ne
Ew herdu ji dayik din e
Ew reng xorşîd û nehar e ( )

Yûsif ji merteban pêtir (bêtir) bû
Husn û cemal çêtir bû
Zêde ji... more



Cankurd

„Vasalîsa“ ya hoșmend


(Kurdîkirina efsaneya Rûsî, ya bi navê „Bûkelîstok“ , navdar e)(*)
Cankurd, 19.12.2011

Çi hebû, çi tune bû…
Jineke ciwan a ku ji ber nesaxiya xwe ketibû ser textê mirinê, bi dengekî jar û zirav, bang li mêrê xwe yê xemgîn û li dota xwe ya deh salî kir, da weseka xwe li wan bike. Navê keçikê „Vasalîsa“ bû. Herdu hatin û li ber lingikên textê wê, bi çavin tijî hêstir,... more



Cankurd

Solên sor


(Kurdîkirina efsaneyeke Almanî-Hungarî) (*)
Cankurd, 28.12.2011
Çi hebû, çi tune bû…
Li gundekî hejaran, ku di ber daristaneke mezin de bû, keçeke piçûk a sêwî li nav malan dijiya, parsa nanê xwe ji gundiyan dikir û di rewșeke pir wêran de rojên xwe yên tehl û tirș derbas dikirin. Zivistanên sar jî ew bê cilin, ku wê ji serma û seqemê biparizin, dima. Solên wê jî tune bûn.... more



Cankurd

Mûyek ji histoyê hirç


(Kurdîkirina efsaneya Japonî „Tsukina waguma“) (*)

Cankurd, 11.01.2012
Çi hebû, çi tune bû…
Jineka ciwan, ku mêrê wê çûbû leșkeriyê, bi tenê xwe, di maleke hejaran de, li tenișta daristanekê dijiya. Ew bi roj gelek xemgîn dibû û bi șev jî balifê wê ji hêstiran her șil dibû, ji ber ku wê pir ji mêrê xwe yê dûrketî hez dikir û bîra wî dikir.
Paș ku çend sal derbas bûn,... more



Cankurd

Keça ciwan a bêdest (*)


Cankurd, 14. Januar 2012

Çi hebû, çi tune bû…
Di kûraniya daristanekê de, mirovekî hejar ê hêzingvan, ji mala xwe re, pîkinên darên șikestî, dibirrîn û dicivandin ser hev, da wan di roj û șevên sar ên zivistanê de, bavêje nav agirê pixarê û bisotîne. Karê wî giran bû û lew re rojên wî yên berê dihatin bîra wî, dema ew xudanê așekî bû, li ber çemekî, û gelek gundiyan genimên... more



Cankurd

Jina avî


(Kurdîkirina efsaneyeke gelên bakurî) (*)

Cankurd, 05.01.2012

Çi hebû, çi tune bû…
Li welatekî dûrî welatên hemî mirovan, ku dikeve bakurê cîhanê, û di nav çiyayên berfanî de ye, pir ji zû ve, masîvanekî navsalî, ku hêstiran rêç û șopin kûr di rûyê wî de pêda kiribûn, bi tenê xwe, di hozeke piçûk de dijiya. Ew hoz ji hestî û çermên ajalan pêda kirî bû û hindirê wê bi postên... more



Cankurd

"Rêveçûna deh hezar nandozên Girîkî"


- Ji Anavasîs a Zênofon ê Athênî -

Cankurd
05.07.2006

Ji comerdiya xwe li PDF binêre


Sayfalar

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.