Cankurd

Sultanê Mara


Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Go carik ji cara, rehmet li dê û bavê gohdara, pîrekeg(k) bî hebû, yek kurê wî (wê) heye, şuxulê kurik çî ye? Diçê qeflik êzink(g) bi piştê xwe tînê, zea’ dikê bi nanek, ew nan nîvî dixuwê û nîvî didê diyê xwe. Diya wî şuxul jê nayê.
Yek roj kurik çû êzinga, piştik anî, çar... more



Cankurd

Evdirehman û keça Xanê Banê Curesî


Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Evdirehman lawê subaşî (zurbaşî) bû, male wî gellek bû, ji bavê xwe xeyidî, suwar bû li hespê, h’emlê Romiya li xwe kir, bi derket, hat cem Saadonê Nûh’, Saadonê Nûh sêset(d) xulamê wî hene. Çû destê Saadon,
Go: “Tu çi dixwazê, lawo?.”
Go: “Hatim nan bixum cem te.”... more



Cankurd

Rovî û birrîna şerîe’tê


Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Go hebû û nebû, çêtir ji Xwedê nebû. Axak hebû, navê wî mîr Mehmûd, du keçê wî hebûn û yek kurê wî hebû. Qazî yek keçike xwast, û muftî yek xwast. Kurê wî ma bê jin. Kurik digerê û nagerê, jinek qenc nabîne. Yek qenc heye li gundê wa, bi mêr e. Hevdu dihebînin, bi şev çû cem jinekê... more



Cankurd

Yek bi yekê


Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Go hebû û nebû, çêtir ji Xwedê nebû.
Go hebû jinik û mêrik bi tenê, kurê wan nebû(n), herdu hev dihebandin.
Jinik got mêrik, go: Mêriko!.
Go: Libê.
Jinik dibêjê: Here bişuxule dam (da em) bixun.
Go: Naçim.
Go: Ji çira? Jinik go.
Go: Newêrim... more



Cankurd

Paşa yê gurrî


Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Go carik ji cara, rehmet li dê û bavê guhdara, jinik bî hebû, yek kurê vî (wê) heye, piçûk e, şuxulê xelkê dikê, herro bi deh pere, ew deh pere didê bi nan, didê kurê xwe dixuwê.
Yek subeh rabû kurik ji xewê, go:“Yadê!.“
Go:“Çavê min!.“
Go:“Mi xewneg(k) dî.“
... more



Cankurd

Çeleng Evdal


Jêder: Eugen û Prym sala 1889ê / Pêtersbourg / Rûsiya

Amadekirin bi tîpên kurdî yên nûjen: Cankurd

Carik ji cara, rehmet li dê û bavê guhdara, gundek hebû mezin, sultanek tê hebû, yek kehnî li gund heye, ji kehniyê av vedixun. Xeyrî kehniyê avê ve nine. Marek mezin hat, hat devê kehniyê, av girt, nahêlê av bên (bê). Xelqê gund mirin ji tîhna, gotin sultan:”Avê kehniyê nema tê.”... more



M.Nureddin Yekta

Bi helalî


Werî lê lê Werî lê lê Werî lê lê Werî lê lê Werî lê lê Werî lê lê Kubara min lê lê
De lê lê delaliya min go tu xezal î tu xezal î
Tu yê rabe keziyê dirêj bi ser soretê sorda bide alî,
Çav û biriyan kil ke di ber min ra were here xwe li ba ke bi delalî
Mal şewitîyê ezê duakî bikim tu jî bêje amîn, belkî Xwedê Teala biqedîne mirazê miraz xwaza êkê min û te jî lê bi helalî... more



Mamosta_Suleyman

EM JI KÛDERÊ HATIN, KÛDERÊ...?(B)


EM JI KÛDERÊ HATIN, KÛDERÊ...?(B)
Sal sıfır.Dîrok dû bende. Yek berbi paş ve ,yek berbi pêşve....Reş û spî tim li himberê hevdû.
..Yekê yek xilas nekir,lê her dû xeta tim winda kir.Dema wext hat gûhertin, tiştê veşartî derketin holê û wek alozî û kîn û heyf (Tol)hilandin ket bin mêjîyê însan.
..Şêrê dûyem ket rojevê û mirov xwest xwe têr û tişeh bikê...Nefs (Ego)tim xwe wek... more



Mamosta_Suleyman

BERE HEYRAN...


BERE HEYRAN...
Tu di xêr û xweşîye de bê.
Em tim bindest û perîşan bin.
Gelek başe ev jî Edalet te.
Bere heyran gelek başe....!
..Tu bikê kêf û seyran em bikin nâlîn.
..Xelk û alem te nas bikin.
..Em liser sînor û ber dîware.
..Bere ez benî gelek xweşe ev Edalet.
Lê tu zanê em ne dar û ne kevirin.
Em jî wek te can û rehin tu zanibe.... more



Mamosta_Suleyman

MIN DÎT XEWNEK...


Li şeveke bê deng.
Tarî û xemgîn bû.
Dengek dihat ji warekî dûr.
Ez bê kes ew bindest.
Min dît xewnek di şeveke bê deng de.
..Barî ser serê min baranek.
..Xeyalê min têde veşartî.
..Ketin nav axke pîroz.
..Şîn bûn di rengê Adarê.
..Min dît xewnek di şeveke bê deng de.
Min pirsî ji bav û kâlê xwe.
Gotin eve xeyale dîrokî.
... more


Sayfalar