Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Malpera me tenê kulturî ye, ji kerema xwe ra nivîsên siyasî neweşînin.
Bu site kültürel bir sitedir, lütfen siyasi yazıları yayınlamayın!.
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
8 ê Adarê roja jinên cîhanê pîroz be!..
8 ê Adarê roja jinên cîhanê pîroz be!..
8 ê Adarê jin û jiyan li hemî cîhan destên xwe didin hev. Bi ref û ref, mil bi mil dengê xwe li
kolan û salonan bi hev re bilind dikin. Gelo ew 8 ê Adarê çawa bû cejna roja jinên cîhanê? 8 ê
Adara 1857 an li bajarê New-Yorkê, jinên ku di febrîqên tekstîlê de dixebitîn, wana ji bo bi
destxistina mafên xwe yên wekhev bi çalakî û bi têkoşîna xwe ya karkeran ew bi serketin.
Di sala 1910 an de li Danîmarkê konferansa Sosyalîst Enternasyonel ya Jinan de roja destpêkirina
têkoşîna jinên Emerîkî 8 ê Adarê wek Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê hate îlan kirin. Di sala 1977
an de jî Neteweyên Yekbûyî 8 ê Adarê ji bo hemî jinan, ew roj wek Roja Jinên Cîhanê bi fermî
ew hate pejirandin (qebulkirin).
Ew roj bila li hemû jinên kedkar û azadîxwez pîroz be! Ya rast ew e, ku li welatê me, li
Kurdistanê hîn îro jî, mafên gelek jimara jinên Kurd binpê dibe. Jin bê dil, bi qalin û bi berdêl û
bi peran tên firotin û guhartin! Bi serbestî karkirina jinan bila ew li alîkî be, pir jinên Kurd bi serê
xwe tenê nikanin ji mala xwe derkevin!.. Her roj nûçeyên jinên xwe dişewitînin û yên ji aliyê
mêrên xwe ve tên kuştin zêdetir dibin! Di nav civata Kurd de, bê guman jinên azad û serbest û
yên demoqrat jî hene. Lê jimara wan kêm e.
Dewleta Harêma Kurdistan pêwist e, ku pirsgirêkên jinên Kurd zûtirîn çareser bike! Wekheviya
jin û mêran bi zagona bingehî bête pejirandin û di paratîkê de jî, ew wek zagonên nûjen û yên
hemdemî pêk bê!
Bi ew helbesta xwe ya li jêr, ez Roja Jinên Cîhanê pîroz dikim û hevkariya xwe ji jinên cîhanê re
nîşan didim. 8 ê Adarê li jinên Kurd û yên hemî cîhanê bila pîroz be!..
A. BALÎ, Adar/2010
- Bo şirovan dakevin hundir
Çap bike
Ji hevalê(n) xwe re bişîne
Şirovêyan
---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji A.Balî
-------------------------------------------------------------------
Niviskar.Com çi ye?
Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.
Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.
Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.













