Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
---------------------------------------------------------------------------------
Afreta kurd ( xelek 3)
Afreta kurd ( xelek 3)
Ev sedem hemî li rexekî û helwesta jin ê li rexekî din dimîne , bi taybet jin a xwendevan berpirs e ji vê xemsariya ew têde dijî , ji ber ku jina kurd hîn li kesayeta xwe ya serbixwe ne pirsi ye , heme her demî xwe mîna dûvik ji peyan re dibîne , wekî mînak ji layê rêxistinî ve ew pûç û bêdenge , doza mafê xwe nake yan nizane , qedera xwe bi beryara çend kesayetên navdar ve girê dide , eva jî dihêle ku civaka jinê pûç û mezaxtî bimîne her çend hewldanên takekesî diyar bibin jî lê bi giştî ew têra pirsa jinê nakin .
Tawanbariya peyayên bi siyastê mijûl dibin gelek girane , helwesta wan di riya çareserkirina gengeşeyên afretê ne diyarin , her çiqas ew xwedî ramanên pêşketî bin jî . lê hîn afret bê guhdane û yan di asta nizm de ye , tevgera herî li pêş ku doza mafê jinan dike , ew bi xwe afretê mîna alavekî dibîne yan wêneyek propagenda ji nav û dengê xwere çêdike , heme tu dikare bêje ku mantelîta hişmendiya rêxistina tevgera kurd wekî kopiyekî ji helwesta desthilatên rêveberên dewletê ye , derfetê xwenaskirina mafê jinan ne tevgera siyasî nas dike û ne pîreka kurd lê geriya ye , vêca her karê bê rêk û pêk were kirin bi goman dimîne û omîda serkeftinê di karê wan de nediyar e .
Di dawî de em dighin encamekî ku civak a jina kurd ne bi rengekî normal bi rêve diçe , ji lew çewtî û şaşî di derbarê xwenaskirina wê de têne dîtin . duhat payin ku şandek têgihiştî bi giyanek verpirs xwe bike berdêl û hîmên avedankirina saziya jinan pêk bîne çi di rengê sandîka û çi di rengê tevgerek sivîl yan siyasî be , vêca civaka jihev ketî nola gola genî dimîne , her ku bimîne wekî xwe , ji bilî bihn û pixarê pê nakeve , ji xwe ya tirsnak ev bixwe ye , sîstemên rêveber wê aloziyê bas nasdikin , ji lew bi sanahî raman û derçûnên xwe yên sexte derbasî hejmarek jinên ne têgihiştî dike û bandorek xirab di nava civaka kurd de dilîze , bi rastî jî seyre dema em çêra vê babetê dikin , lê diyardeyên bi vî rengî di nava civaka kurd de peyde dibin , her ku jina li xwe miqate nekitiye bin wê bandorê , lê bi awakî ne bi yê din ew ne bizanebûn dikeve xizmeta sîstema rêveber de , li vê derê cudahî nîne di vê rêbazê de çi xwendevan be û çi nexwendevan be . ew jina li nav û dengê xwe digere yan li qizincek aborî digere, wê kesayeta xwe ya meriqî li ser navê jina kurd bilind dike û dibe sedemê ji hevketina nirxê civakê , ya ji hemûyî bi seyrtir ewe ku çanda teslîmkariyê û windabûnê di sepîne û hin bi hin dibe riyalîte di hişê nifşên li ber destê wê afretê mezin dibin .
Heta niha tu xwendinên zanist û akadimîk li ser rewşa jinê li çar parçên kurdistanê nehatin e çêkirin , heger hinek hewldan li başorê kurdistanê hatibin kirin lê hîna qels û lawazin , her weha li bakurê kurdistanê jî ew di asta nizim de ye , lê di warê sazîbûn û rêxistinê de , li bakurê kurdistanê rewş hinekî cidaye û gihaye serpilek li pêş ji layê tevlîbûna xebata siyasî ve , ema di warê vekolîn û daxwazên civakî û rêbazên sivîl , hîna serberze û winda ye , vêca em vegerin rewşa jina kurd li herema xwe temaşa bikin ka ew di çi rewş û di çi astengan re derbas dibe .
Em dikarin jina kurd li vî beşê welat bikin çend beş û jihev veqetînin ji layê hestedarî û têkilbûnê ve , bê ku em navberiyê bixin navbera asta zanîn û têgihiştina perwerdeyî (zanistî) de :
1- Jina bi kar û barê jiyana normal mijûl û ne serderî rewşa civakê û ne ya welat û mafên xwe .
2- Jinên xweparêz û alîgir bi beryar mêran , em dikarin wan jî li ser du çilîqan dabeş bikin
A- Yên li nav û dengê malbat û hoza xwe dipirsin , (ew di rêza pêşîn de tên ) .
B- Yên pîtedanê didin beryara saziya olî û kesayeta partetî . ( ew di reza duyem tên ) .
3- Jinên li azadiya xwe û tevlîbûna xebatên komelgeyî dibin û li riyên çareserkirina doza jinê di hindurê kêşa netewî de digerin . ( ew beşê herî kême ) .
4- Jinên li qizincên rojane digerin û ji nirxên xwe yên kesane û netewî qasekî dûrin . ( di nava xwedangiravî de bilinde ) .
Melevan Resûl
- Bo şirovan dakevin hundir
Çap bike
Ji hevalê(n) xwe re bişîne
Şirovêyan
---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Melevan Resûl
-------------------------------------------------------------------
Niviskar.Com çi ye?
Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.
Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.
Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.














