Skip to Content

4000 sitranên kurdî

Kurdish Music

Sitranên bijarte

Kilasîkên me

Sitranên Şoresgerî


Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !

Kesên ku dixwazin bibin nivîskarên malperê an jî berhemên xwe bişînin, bila ji kerema xwe re carek van dustûrên me bixûnin! Fermo pêlêkin
---------------------------------------------------------------------------------
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
---------------------------------------------------------------------------------

Batman Exspress –I

Batman Exspress –I

wêneya Mam Recall

Wê rojê, Heco pêşwazîya min kir.

Ya rastî, min û Heco, me hevdu nasnedikir. Hevalekî ji Batmanê, nav, navnîşan û telefonê Heco dabû min. Ji ber vê hindê, em bûbûn heval.

Em nêzikî deh deqîqan meşîyan û çûn li derveyî Qehwexaneyekê, li ser kursîkên biçuk rûniştin. Heco li camê xist û nîşana du çayan da hundir. Ji hêlekê da, halê min dipirsî, ji hêla din ve, tûtin dipêça. Heco, bi tilîyên xwe yên zirav, tûtina Bitlîsê bi hunerek mezin ewqas baş dipêçand ku, ez metel mam.

Pirr jar û xemgîn xuya dikir...

Ez bi gelemperî, bi henekan dest bi axaftinên xwe dikim. Min disa wisa kir...

Çavên min li navê qehwexaneyê digerîyan. Lê min tu nav li ser camê û dêrî nedit.

‘‘Heval! Navê vê qehwexaneyê çi ye?’’

“Bira, welle ez jî nizanim. Hevalekî berî pênc-şeş rojan vekir, ez bawerim lewma hina bê navê.”

‘Ez navekî bidim vê qehwexaneyê. Bila, navê vira bibe Dîwan a VIP.’

Em bi hev re kenîyan. Lê disa jî, rewş û bêkêfî ya Heco li ber çavan diyar bû.

Çay û çixarê, tama devê min kiribû wek axû. Min dixwast, berê Heco dest bi mijar a hatina min bike. Lê nedibû.

Mijar a hevdidîtina me, li ser jîyan a Beko bû. Wê gave, li gora têgihîştina min, Heco wek nedixwast behsa mirina bira yê xwe bike. Min jê pirsî: ‘Heval, eger tu naxwazî an jî ne amede ye, em ê rojek din werin cem hevdu. Nabe?’

“Na na! Nabe, min bibaxşîne.”

Paşê, ji çixara xwe nefesek kûr kişand û wiha dest bi axaftina xwe kir:

“Wan salan, êdî Batman, ne Batmana berê bû. Cîranî, xizm û hevaltî hatibû terk kirin û jibirkirin. Gelê Batmanê, bi hevdû re bûbûn wek dijmin û neyar. Silav û rûmet, hema-hema bi temamî hatibû wek qedexekirin. Mirovatî, wan rojan, wek îro, li tax û kolanên Batmanê carinan bêpere, car caran jî, erzan erzan dihatibû firotin. Lê dîsa jî, jîyan kulek kulek didomî. Roj, roja înîyê bû. Ezman, hêdî hedî tarî dibû û rojê jî, êdî rengê xwe digûhêrand. Wê êvarê, şênî û qerebalixek li kolanên Batmanê xuya dikir. Gelan, xwe amede dikirin ji bo dotira rojê, roja NEWROZ ê. Ji xeynî Xwêdê, kê û çawa bizanîba ku, bira yê min Beko, ê li wê Newrozê, were kuştin..”

Disa bi destî xwe li camê xist û nîşan a du çayên din da xwedîyê çayxanê.

“Beko, wê êvarê, ji her tiştî bêxeber, bi pêyan vedigerîya mala xwe..
Li quncî kolanê, hevalê xwe yê berê, Sado Xoce dibîne. Sado, bi otomobîlek spî, bi hêz derbas bûye. Beko, di pê Sado wiha qîrîyaye:

“Lo bênamûsî bênamûsooo!“

Û paşê, wek herdem, nifira xwe ya bi navûdeng anîye zimên û wiha dubare kirîye:

“Ey Ezraîlê Ezîz! Êdî were, ez heyrana bejn û bala te. Were, berê dayika Sadullahê bênamûs, paşê jî dayika min li te xweş û helal be lo!”

Heval, li gora bihistina min, Sadullah, berî çend salan, ji bo sedemek de dîyar, navê Beko daye hêzên Hîzbullahî. Wan jî, Beko revandine û bîst rojan binçavkirine. Tu kes nizane çi anîne serê Beko. Lê ya ku hatiye eşkerekirin, Beko xanîyê xwe firotîye û bi wê yekê canê xwe xelas kiriye û hatiye berdan. Ev bihîstinên min rastin an na?

“Erê, hemî rastin. Beko û Sado (Bekir û Sadullah) hevalên hevdû bûn. Li kolanên Batmanê bi hevdû re mezin bûbûn. Hevaltîya wan, heta bist salî, bi awayekî biratî berdewam kiribû. Êdî wext, wexta çûyîna leşkerîyê bû. Di heman salê da, me li Biharê Sado, li Payîzê jî, Beko oxir kiribû.”

Sado, berê dihere Sîwasê, paşê jî wî dişînin sinorê rojhilat a Kurdistanê. Rewş û xeberên wî, wek dilê Beko herimandîye. Êdî Sado jî ketibû nav şerê qirêj û şerê biratîyê.

Beko, lewma bêdil çûye Manîsê.

Wan rojan, Beko ji birayê xwe Heco ra, wiha gotîye:

“Keko! Ezê herim. Eger dewletê, wek Sado ez şandim rojhilat yan jî Başûr, welle ezê birevim. Tu kes nikare min bike neyarê xûşk û birayên min. Helbet li hemberî welatekî bîyanî şerek biqewime, hingê xwîna min xweş û helal be. Ezê ji bo welatê xwe, ji dil û can da şer bikim. Lê qet naxwazim bibim qetîlê gelê xwe.”

Piştî wê axaftinê, di navbera herdû birayan da, bêdengîyek çêdibe. Heco, birayê xwe baş nasdikir. Demekê kûr kûr difikire. Paşê, destê xwe davêje ser milên Beko û wiha dibêje:

“Birayê min! Ez qurbana çavên te yên reşik. Helbet nebe dijmînê gelê xwe. Lê revê jî nîne bîra xwe. Rev, ne karê mirovên camêr e. Li kuderê dibi, bila bibe. Herdem bi xwe bawer û zîrek bijî. Hingê tu kes nikare te bixapîne. Eger rojekê, tu neçar bimîne, destî xwe deyne ser dilê xwe û biryara xwe hingê bide, ne niha. Xwêdê mezine lo! Belkî jî te bişînin bajareki din, wek Istanbolê yan Enqerê..”

Ê berdewam bike...

Mam Recall / U.S.A.
mamoste.kart@yahoo.com

Şirovêyan

---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Mam Recall

-------------------------------------------------------------------

Sernivîs Şîrove Xwendin Ray Cûr
Kulîlka çiya
0 491
0
Helbest
Gula Zer
0 564
0
Helbest
Şîretek Mûsewî
0 445
0
Nivîsar
Aramî herimandin
0 658
0
Nivîsar
Xalikê Silo (Dîrokên Rastî)
0 461
0
Çîrok
Stranbêj (Dîrokên Rastî)
0 450
0
Çîrok
Xoceyê Gund (Dîrokên Rastî)
0 449
0
Çîrok
Axayê bêdad (Şano)
0 611
0
Nivîsar
Henîfe Xatûn (Dîrokên Rastî)
0 437
0
Çîrok
Keça Leyla
0 516
0
Helbest
Mifte ya sê zimanan
0 547
0
Ziman
Axaftinên Zarokan
0 799
0
Çîrok
Karîn
0 489
0.05
Helbest
Recalê Eyşo
0 521
0.05
Helbest
Batman Exspress –I
0 310
0
Nivîsar
Merheba gelî xwendevanan
0 280
0
Ziman
Mifta 3 zimana
0 287
0
Ziman
Ferdariya Înandinê
0 251
0
Ziman
Ferdariya Kesek / Tiştek / Derekê
0 268
0
Ziman
Ferdariya Hebûnê
0 272
0
Ziman
Ferdariya Dankirinê
0 291
0
Ziman
Ez î kal im
0 324
0
Ziman
Dilê bavê
0 319
0
Ziman
Gula Mamê
0 322
0
Ziman
Hat kerwanê Helebê
0 339
0
Ziman
Hevpeyvînek bi Mam Recall re - Mem Xelikan
0 236
0
Nivîsar
Ders Yek - Alfaba Kurdi
0 235
0
Ziman

Ji hezkiriyên xwe re e-kart bişînin

Gul
Gul
Devrim-M.Ç.
Devrim-M.Ç.
Gul
Gul
Bê bextê
Bê bextê
Newroz
Newroz
Esqa te
Esqa te
Gunehê min
Gunehê min
Gul
Gul
Hesret-M.N.Y
Hesret-M.N.Y
Tu evîna min î
Tu evîna min î

Niviskar.Com çi ye?

Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.

Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.

Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.