Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Malpera me tenê kulturî ye, ji kerema xwe ra nivîsên siyasî neweşînin.
Bu site kültürel bir sitedir, lütfen siyasi yazıları yayınlamayın!.
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Li dor Pirrjinye
Li dor Pirrjinye
Dujinî, Sêjinî An Çarjinî, Di Vî Çerxê Pêşketî De,
Gunhkariyeke Mezin e*
Di 27'ê Cotmeha 2008' an de, parlamentoya Kurdistanê bi piraniya
dengan Projeqanûna Pirrjinî ji bo zilamê kurd pejirand û neha ev
projeqanûn li ber destê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd
Barzanî de ye.
Ez jî kefxweş dibim wek nivîskarekî kurd ku nerîna xwe di
pejirandina perlementoyê kurdistanê a derbarî Projeqanûna Pirrjiniyê
de bînim ziman û bi hêvîme ku serok Mesûd Barzanî li ser îmze neke,
ji ber ku berpirsyariyeke dîrokî ye.. Gerek vajî vê Projeqanûna
Pirjiniyê, perlementoyê kurdistanê Projeqanûna Ferjiniyê an Yekjiniyê
pêşkêşî perlemento kiribana, Da ku Kurdistan bûba nimûneke berz di
rojhilata navîn de, hem dibû vekirina deriyekî şaristanî di cîhana
Îslamî bi tevî de... Ji ber ku mirovahî bi pêş de dimeşe, pêwîste
tevgera mirovahiyê a jin û mêr jî, bi pêş de here û li rewşa jinê,
bi çavekî din bê mêze kirin; zilm û zora ku bi hezarê salan lê
hatiye kirin û dibe sivik bibe. Ji ber vê yekê ez bi ferjiniyê an
yekjiniyê re me. Wek ku diyare tev olên ku hatine û tev rêxistinên ku hene, ji bo
xweşî, geşî û jiyanek çak ji mirovahiyê re hatine pê.. Her olekê
xebat di ber xweşiya olperestên xwe de kiriye û dike, û her rêxistinek
têkoşînê di ber jiyaneke rind bo civata xwe dike.. Û wek ku em tev
dizanin; jin nîvê civata me ye, ji mafê vê jinê ye jî ku di xweşî
û şadiyê de jiyana xwe derbas bike.. û em tev dizanin ku jiyana jinê,
qet bi hewiyê re xweş nabe û di kulturê me de gelek çîrokên bi xem
û êş li dor hewiyê û nexweşiyên zarokan, malbat û civatê hene..
Dujinî, sêjinî an çarjinî, di vî çerxê pêşketî de,
gunhkariyeke mezin e, gunehkariyeke sê qolîye di heqê jinê, zarokan û civatê de. Eger jiyana mirovê zilam, ji rex nêrbûna wî ve, bi anîna
du jinan a sê jinan an çar jinan xweş bibe, li gor ku dine islamê izin
daye, lê ji sê cihên din ve nexweşiyên malbatî û civatî pir dibin;
Jiyana malê dibe dûjeh, ya zarokên vê jinê û wê jinê, li binguhê
hev dikeve û dawî bingehê civatê ne bi rengekî tekûz tê ava kirin.
Ango civateke seqet û hîledarî ava dibe.. Û em kurd hewcedariya me bi civateke saxlem û ji nexweşiyan dûr be, heye: Ta ku em karibin welatê xwe bi rengekî şaristanî ava bikin û welatiyên xwe di şadî û
bextiyariyê de derbas bikin. Du kevok lûsê xwe datînin, mê û nêr e, me sehnekiriye ku kevokek nêr bi du kevokên mê re hêlîna xwe çêkiriye…
Ev biryara ku perlementoyê hikûmeta Kurdistanê pejirandiye ne di
cihê xwe de ye, ponijandinek dûr û dirêj jêre dive û dawî gaveke
çewt e ne şaristaniye. Em ji serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd
Barzanî hêvî dikin ku vî projeyê ne pejirîn e. Erê em bi yekjiniyê re ne, lê ne ( Zewaca Kasolîkî)jî.
* - Spas bo mamoste Zana Sebrî yê ku em agahdarî vê biryarê kirin û
hişt ku em nerînên xwe derbarî pirjiniyê bînin ziman.
Qamişlo, 21/12/2008
Jêder: Rizgari.com
Konê Reş
- Bo şirovan dakevin hundir
Çap bike
Ji hevalê(n) xwe re bişîne
Şirovêyan
---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Konê Reş
-------------------------------------------------------------------
Niviskar.Com çi ye?
Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.
Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.
Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.













