Bo Ciwanên Kurdên Musliman

Hemd ji Xweda re û Selam li ser Resûlê Wî be!

Silav li we birayên ciwan!

Hun ku îro li “Diyarê Herbê” de dijîn ku di van diyarana da kufrê taritiya xwe berdaye ser erdê, zilim û zordarî rabûye ser piya, fihuş belav bûye, vir û derew, îftira, vexwarina eraqê, zina û wek wan gelek tiştên munker bûne wek adetek normal.

Hun gelî birayên ciwan, barek gellek giran ketiye ser milên we! Hun di rojek wiha da, wek mucahîdên rêya azadiya Heq, li hember sistemên taqûtan têkoşîna Tewhîdê didin. Ew sîstemana ku armanca wan perwerde kirina nesleka bê Xweda, bê Qur’an, bê dîn bê îman e!.. Di demek wiha da, gerek em ji paşgotiniyên gotinbêja netirsin, armanca me sirf bidestxistina riza Xweda be, wek leşkerên qehreman di rêya Wî da, di rêya azadiya mirovatiyê de, di zanîna hilgirtina barên xwe û wezîfa xwe da rabin ser piya. Em bi we bawer in, hun jî heta dawî bi xwe bawer bin!…

Ciwanên Kurd yên Musliman gerek bizanibin ku ewana ji gellek kesan cuda ne. Ferqa me heye ji wan kesên an cemaet û rêxistinên ku berjewendiya xwe ya şexsî an ya rêxistinî di ser berjewendiya baweriya wan de ye!
Kesên berjewendiya xwe ya şexsî an rêxistîni di ser doza xwe re bigrin, dê bê şik wê gellek xeta jî bikin. Pewîst e hun xwe ji van xetana dûr bixin!..
Pîvanên têkoşîna di rêya azadiyê de, di jiyana hemî pêxemberan da, ji bo me mînak e! Gerek em van pêvanan tu dem jibîr nekin!..
Kesên ku em teblîxa doza Heq ji wan re dibin, ewana ji Fir’ewn xiravtir nînin ku Xwedayê Teala ji Hz. Mûsa re digot “bi zimanekî nerm jê re bêjin.” Ev metodek gelek giranbiha ye. Gerek em şiklê micadela li hember taxût û munkeran baş bizanibin, tevgera li hember astengiyên derkevin ser rêya me û rakirin û îmha kirina wan astengiyan jî baş binasin!..
Eman ha! Tu wextî berjewendiyên xwe yên şexsî dernexin pêş, tu demî hissî tevnegerin! Lewra ev rê, rêya kesên muxlis e, rêya kesên bigotinên xwe emel dikin! Ne rêya kesên dibên û bixwe nakin!… Wek Îmam Şafiî jî dibêje:
Ya waîzen-nasî emma ente faîluhu,
Ya men yeuddu aleyhîl-umru bîn-nefesî…..
Kehamîlîn lîsîyabîn-nasî yexsîluha,
We sevbûhû xarîqun fîr-ricsî wen-necesî“

„Lo nesîhetkarê ku bixwe tetbîq nake (ji xelkê re dibêje tişta xirav nekin lê bixwe dike). Lo ew kesê ku bi hejmara nefesan umrê wî tê hesibandin. (tu dibî) wek kesê ku cilên xelkê digre û dişo, lê cilên wi di nava qirêjayê û pîsiyê de xeniqiye!

Pewîst e mirov bizanibe ku dema te nefsa xwe jibîr kir û bi xelkê re mijûl bûy tu fêde tê de nîne!..
Dema mirov xwest doza xwe bighîne gelê xwe, pewîst e mirov bi îxlas be, bi dilek xweş, bi rûkî geş derkeve hember însanan, ne bi rûki tal, bi tehdîtwarî an jî bi terzekî işk! Gerek em bizanibin ku wezîfa me sirf teblîx e, bê qebûl kirin an ne, gerek têkiliyên me her baş be û bi qencî be, hîdayet her ji teref Xwedê da ye! Gerek di warê teblîxê da jî, em emrê Xweda jibîr nekin ku di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

„Kesên bawermendên bi ayetên me dema hatin cem te, bêje „Silav li we, Rebbê me (bo we) rehmetê liser xwe (soz daye) nivîsiye, her çi kesek ji we ku xetakî bike û paşê jî hima li pey tobe bike û halê xwe îslah bike, bê şik Ew (Xweda) Xefûr e, (wan efû dike)“ (1-En’am/54)
„Tu rêya efwê (buhurandinê) bigre, me’rûfê emir bike (bala xelkê bikşîne ser tişta qenc) û ruyê xwe ji cahilan bighure (wan mixatib negre)“ (2-E’raf/19)
 
„Him Rebbê te terefdarê wan kesane ku bi nezanî xetaki dikin û hima di pey re tobe dikin û îslah dibin. Di pey re (ku bi nezani xetakî bikin û dûvre tobe bikin îslah bibin) Rebbê te bê şik Xefûr û Rehîm e (efû dike û rehma xwe lê dike)
(3 – Nahl/119)
„Tu ji kê hezkî nikarî hiyadet bikî, Xwedê ji kê hezke wî hidayet dike (her ji teref Xweda ye), (yê te her teblîx kirin e.)  (4 – Qese/56)
Tu çiqas biser de biçî jî, wê gelek însan dîsa bawer nekin“ (5 – Yusuf/103)

Belê gelî ciwanan! Gerek em wezîfa xwe baş bizanibin û wê pêkbînin, wek din ne aydê me ye.
Em gelê xwe bi gotinên herî qenc û baş hîşyar bikin, nesîhetê li wan bikin, bi zorbetî nêzîkî wan nebin, bi barbarî dernekevin hizûra wan, bi ne qencî bi wan re nekevin têkilayê, encam dimîne li hêviya Xweda.
Gerek em vê jî bizanibin ku herkes dikare xiraviyê bike. Bersiv dayîna xiraviyê bi nebaşî ne ji şîara dînê me ne jî uslûba me ye.
Gerek em efûker bin, lê ne li hember kesên bi şeytanî li hember me dafika datînin! Gerek em dafik û hîleyên şeytan û dostên şeytanan baş bizanibin, li hember lîstik û dafikên wan, di çerçova îslamê de bikaribin bersiv bidin!..
Qur’ana Pîroz derbarê wan lîstik û dafikan de wiha ferman dike:

„Kesên beriya wan jî dafik danîbûn. Halhale (zanîna) hemî dafik(an) yên Xweda ne, (Xweda) zanyarê bi qezenca (bidest xistinên) herkesî ye. Kesên munkir wê bizanibin ku dawiya (hukumkirina) welat ji kê re bimîne.“ (6 – Rad/42)
Kesên dafikên xiraviyê datînîn gelo bawer in ku wê Xweda wan di bin erdê de derbas neke, an jê hêlek ku hay jê tunebin ji wan re ezabek ney? An jî ewana (îro – niha li ser erdê) digerin, diçin tên gelo emîn in ku wê Xweda wan negre (hesabê)? Ewana nikarin Xwedê bikin tengasiyê! An jî (gelo bawer dikin) ku Xweda wan hêdî hêdî nede cezakirin? Bê şik Rebbê te pirr bi şefqet û merhemet e“ (7 – Nahl/45-47)

„Û Xweda, hîla xayîna nabe serî“ (8 – Yusuf/52)
Gerek em vê baş bizanibin ku „Xedayê Teala qadirê ku hemî emrê xwe bîne cî, lê (mixabin) pirrên însanan vê nizanin“ (9 – Yusuf / 21)

Birayên delal, ciwanên qenc!
Gerek em vê baş bizanibin ku em sirf dikarin bi metoda Qur’anê doza xwe bişopînin!.. Ku em di hemî karên xwe da, metoda Qur’anê bikar neynin, emê pêşve ne, şûnve biçin, wê Xwedê ev wezîfa muqeddes ji me bîstîne û bide hinekên din, ew kîne? Qur’an wan wiha terîf dike:
„Ey gelî bawermendan! (hun) Yahûdî û Xiristiyana ji xwe re negrin welî, (rêber, rêvebir, berpirsiyar). Lewra ewana bixwe bixwe weliyên hev in. Kesên ji nava we wan welî bigre ew jî ji wan e! Bê şik Xweda rê nîşân civaka zalim nade.
Ey gelî bawermenda kî ji we ji dinê xwe bizvire (bila bizanibe ku), Xwedê wê civakekî bi xawên û bi hêz bîne ku; Xweda ji wan hezdike, ewana ji Xwedê hezdikin, li hember bawermendan dilnizm in (nefs biçûk), li hember kafiran bi xawên û xwirt (bi hêz) in. (Vana) di rêya Xwedê da cihadê dikin û ji tu paşgotiniyên gotinbêja jî natirsin. Va lutfek (dayînek) Xwedê ye, kê bixwaze dide wî. Lutf û zanîna Xwedê pirr fireh e” (10 – Maide / 51-54)

Wezîfe pîroz e, kesên wezîfa xwe dikin ewana jî pîroz in!

Xwedê alîkarê we be.

Not: Emê vê ayeta dawî carek din bi awakî fireh şirove bikin înşallah.
M.Nûreddîn Yekta
   01.09.1999
————————————————————
1- En’am/54,
2- E’raf/19,
3- Nahl/119,
4- Qese/56,
5-Yusuf/103,
6-Rad/42,
7- Nahl/45-47,
8- Yusuf/52,
9- Yusuf / 21,
10- Maide / 51-54

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir