Wekî berê

Bi rastî carnan pirr tişt tên eqlê mirov ku mirov bêje an binvîsîne, lê yek carnan jî tu tiştekî nay bîra mirov ku mirov bêje binvîsîne. Wekî Nasreddîn xoce yê tirka, ku dibêjin rojekî derketîye ser kursî ku ji cemaeta xwe re nesihet bike, lê tu tiştekî nahatîye bîra wî ku ji wan ra bêje û di dawî da wiha gotîye: -Ey cemaet hun dizanin ku ez gellek tiştan dizanim, lê îro tiştekî nay bîra min ku ez ji we re bêjim. Kurê wî jî di cemaetê da rûniştibûye û wiha gotîye:

-Bavo ma qey nay bîra te ku tu ji ser kursî da jî peya bibî werî jêr?
Xoce wiha bersiv daye:
-Erê lawo! Welle ew jî nedihat bîra min.

Dema ku em zarok bûn û me bi hev re birrê dilîst û em ji hev belav dibûn, dûvre ku em dîsa dihatin cem hev du, me digot “heval hevalên berê lîstik jî lîstika berê” û me dilîst herwekî berê, lê tu zirar û xisara me ji tu kesî ra çênedibû. Lê xwezî her tişt wekî lîstika zarokan ba. Hinek tişt hene ku tu çawa jî bikî îmkan tune, nabe weka berê, lê ji berê pirtir xirab û nexweş dibin. Mesela:
Tu şûşekî bişkênî tu careka din nikari ewî têkî wekî berê, an tu yekî bikujî dîsa tu nikarî ewî sax kî, bikî wekî berê.

Va bû 15 sal e ku şerrekî di navbera tirk û PKK da heye 35.000 (sîûpênchezar) însan hatin kuştin, 4600 gund vala bûn, bi sed hezaran kes ketin bin çev û li wan şkence hate kirin û bi sed hezaran kes jî, ketin girtîgeha, bi deh hezaran însan malxerab bûn û gellek zarokên kûrdan jî, bê xwedî, bê xwendin û bê dê û bav man. . Îro jî şerr rawestandine û bi tevî dewleta tirkan dibêjin bila herkes bizvire gundên xwe û dîsa wekî berê jiyana xwe bidomînin. Yanî wek panzde sal berê. De îja çi hat guhertin di vî panzde salî han da? Dema ku dibû wekî berê, lê 15 sal e ev şerr ji bo çi bû?!… Ji bo ku bibe wekî berê?!…

Dema mirov difetile bi bal 15 sal berê va, her tişt ji niha pirr çêtir bû. Gundên kurdan şên bûn, zarokên kurdan bi dê û bav, bi xwedî û mal, bi kêf û xwendin bûn, li her qereqolekî tirkan sê-çar heb leşker hebûn, rewşa kurda ya aborî jî, ji niha rindtir bû, lê zimanê me, radîo-Tv. Me, navên me dîsa qedexe bû

Niha çi hatîye guhertin? Dîsa wekî berê!

Lê li aliyê dinê tişteka gellek xirab çêbûye. Faşîst hatin îqtîdarê, gelên Tirkiyê tev bûn yek (bûn tirk), leşkerên tirkan hînî ceng û şerr bûn, bi minasebeta vî şerrî ji xwe re gellek sîlahên cengê sitendin, gelek xortên kurdan hatin kuştin, kurd bê mal man, bê cîh man, zarokên wan sêwî man, jinên wan stûxwar man, ka wê çawa bibe wekî berê?

Ez jî, wekî Nasreddîn Xoce, tişt naynê bîra min (an jî, tên bîra min lê ez niha naxwazim bêjim) lê destê min jî, ji we jî nabe. Eva yekemîn; dibêjin ku di demek da, yekê laz hevalekî xwe yê kurd yê eskerîyê, teklîfî welatê xwe kirîye û pişt re ewî girtîye birîye ser goristanê û behsa mêrxasîya ewanên di gorrê da kirîye û bi zimanê xwe wiha gotîye:

-Ha ûşak pû pûnî öltirdî, ha pû da peş kîşî öltirdî, ha bû bûnîn babasînî öldîrdî, ha pû da dört kîşî yaraladî, ha pû da on hirsîzlîk yaptî……..
bi vî awahî tek tek mezela jimart û neqşê wanên ku dema li dunê bûne jê re got. Dûvre çû ser mezelekî û darê xwe li kêlikê wî mezelî xist û got:

-Ha ûşak bû da yatay poxî poxîne (ne kes kuştîye û ne jî kesî ew kuşt, belku bi ecelê xwe mir)

Ez nizanim ka ku mirov biçe ser mezelê wan miriyên me, merivê ji wan ra çi bêje? An wekî ewê laz bêje: „Ha ûşak hun li vira radizên poxîpoxine.”

Eva duwemîn; dibên ku mîrovekî hebûye û zewicîye, çend sal şûnve Xwedê kurekî daye wî û lawik timî cîhê xwe şil dikir heya ku bûye heşt salî. Vana nêhêrîne ku bi vî awahî nabe. Rabûne gedê xwe girtine birine cem çend doxtora, lê jê re tu çare nedîtine. Yekî gotîye bibin cem şêxê filan gundî, bila jê re bixwîne û niviştekê bike, belku ev lawik baş bibe. Mêrik û jina xwe destê lawikê xwe girtine û çûne cem şêx. Hindek jî pere û hedîye di destên xwe da birine jê ra. Şêx bi lawik da xwendiye û jê re niviştekê jî kirîye.
Piştî nivişta şêx, lawik hem destava piçûk hem jî ya mezin bi hev re di nav cîh da kiriye. Vana rabûne lawik bi tevî niviştê girtine birine cem şêx û wiha gotine: „Şêxê min heya niha lawik bi tenê bi xwe da mîz dikir, li piştî nivişta te hem bi xwe da mîz dike hem ji destava mezin, aha ji te ra dîsa hinek pere û hedîye lê em ji te rica dikin ku tu lawikê me dîsa bikî wekî berê, ma ne lazimê qencîya te ye”!

Em hêvî û rica dikin ku ger doxtorê kurdan ji lawikê (kurdistan) me ra çarekî dîtin bila bibînin, ger çare nabînin bila dev ji me berdin, me lazimê nivişta nivişta wan e. Em bi vê nexweşîkî tenê razîne, bila nexweşîkî xirabtir li me çênekin!…

Bila xwendevanên hêja li qisûra min nenhêrin, min berê jî gotibû ku carnan pirr tişt naynê bîra mirovan ku mirov bêje binvîsînin. Ê min jî îro bes çend çîrok hatin bîra min, ezê wan ji we re binvîsînim, hêvî dikim ku tiştên naynê eqlê min belkî bi van çîroka werin bîra we!…

Eva sisîya; dibên ku Evdokî hebûye û tim digot, “dîya min pirr ji min hezdike, ger Ezraîl rojekî were ruhê min bistîne, wê diya min di ber min da ruhê xwe bide“. Hevalên wî gotin; „ Evdo dîya te derewa dike”, lê Evdo ji wan bawer nedikir. Rojekî wan û Evdo bi hev re planekî li serê jinikê çêkirin. Evdo bi derewa xwe nexweş xist û ket nava cîya, çend roj di nav cîyan da ma û bi gor planê wî û hevalên wî, dîkekî girtin rûçikandin û hinek pot û bendik bi poçika dîk va girêdan û di pacê da berdan hundirê xanî. Dema dîya Evdo çav bi dîk ket, tirsîya û got:
„Evdo ev çîye?
Evdo got dayê “eva Ezraîl e hatîye ruhê min distîne û te heroj digot ezê ruhê xwe di ber te da bidim, ger tu li ser soza xwe yî, wê ruhê te bistîne, ku tu bêjî na, wê ruhê min bistîne, de îja biryar ya te ye ka tu çi dibêjî”?
Jinikê bala xwe da Ezraîl tirsiya, ricifî, çav li serî fireh bûn, kur jî, soz jî tev ji bîr kir. Berê xwe da Ezraîl û got:
-Ya Ezraîl, ez ne nexweş im û ne jî yê ber mirinê me, ger tu dixwazî ruhekî bistînî haway nexweş li ber te ye!”

Evdo wê demê bi gotina hevalên xwe bawer kir, zanî ku rûh şîrîn e, di rehetîyê da herkes davêje, wek dibêjin “tîr a li hevalan siya li kendalan”, lê li ber mirinê rûh ji her tiştî şirîntir e!..
Ji boy ruhê şirîn pirr kesan pirr tişt qurban kirine..

Belê, pêşên gelê kurd ji me re tiştek nehîştine û her tiştî gotine. Çi dibêjin?
„Pêşî can dûvre canan“…….

Êrê bira erê erê, Xwezî her tişt biba wekî berê! M.Nureddîn Yekta
01.11.1999

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir