Li hember Emerîka li cem Îranê cîh digrin!

Van rojana Emerîka û Îran gefa li hevdu dixun, hin kes dibêjin ku wê şerrekî di navbera wan da derkeve. (Înşallah wê derkeve)
Ez jî, ji Xwedê wê dixwazim, lewra zilma Îranê nava erd û esman tije kiriye.Hin kurdên me yên îman ne temam, dîsa di şaşitiyê da ne, wekî dema şerrê Emerîka û Seddam!..
Enfal û Halebçe jibîr kiribûn, we bidiya çawa dilê wan bi gelê Iraqê diweşitî dema Emerîka li Seddam dixist. Niha jî kor in, kerr in, lal in!
Her roj li Îranê ciwanên me li ser sêdara nabînin!
Qazî Muhammed û Mehabad jî jibîr kirine.
Dilê wan bi gelê îranê dişewite!
Wax mala min!…

Ev gelê îranê nîne dema ciwanên me li serê rê û li bin pira bidar da dikin, destên xwe ji biryar û kiryarên dewleta xwe ra lihevdu dixin?

Ev gelê îranê nîne kiryarên hikûmeta xwe ya derbarê kurda da dipejirînin?

An her roj dertên kolana dibên kurda nekojin, hikûmeta xwe protesto dikin em hay jê nînin!

Ax kurdino!…

Ax bê aqilno!..

M.Nureddin Yekta
19.05.2019
 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir