Xaînan bidardakin!

Di dîroka cîhanê da li her deverê, di her milletî da kesên xwe difroşin û bi gelê xwe ra an bi dewleta xwe ra îxanetê dikin hene. Lê ez bawer im di Kurdistanê da zêdetir in ku loma em 80 milyon kurd hê jî bê dewlet in.

Çiqas caran firsendek bikeve destên me, em hinek nêzîkî azadiyê bibin, wê bê şerefên me derkevin holê, bibin asteng ji bo ku ev gela wê firsendê ji dest xwe derxe û wenda bike. Duh li parlementoya Iraqê boy ku Heşdê Şabî bibe parçek ji arteşa îraqê deng hatin dayîn. Mixabin Goran û YNK bûn alîkarê Heşdê Şabî ku niha dor li Kurdistanê girtine. KDP û hizbên Îslamî ji dengdanê derketin, deng nedan. Lê Goran û YNK deng dane hikûmeta Şiî ya Iraqê. Heşdê Şabî bû parçek ji arteşa Iraqê. Di qeneeta min da va Heşdê Şabî tenê ji boy li hember Kurdistanê şerr bikin hatine damezirandin. Îro bi saya hin kurdan bi awakî resmî bûn xwedan çek.    Bi kurtî xaîn û bê şerefên me, bi dijminên me ra bûne yek. Va sed sal e, ku firsendek ketiye destê me daku Başurê Kurdistanê bibe dewleteka serbixwe, lê xaîn û bê şerefên me nahêlin. Ji boy meseleyên wiha taybet, li cîhanê, li her dewletê dadgehên taybet hene, kesên wiha xaîn tên mehkeme kirin û tên dardakirin. Em, hêvî dikîn ku li Başurê Kurdistanê jî kesên wiha ji boy îbret werin dardakirin!.. Ez di raya giştî da lanetê li wan kesan tînim ku dibên em kurd in û bi dijminan ra yekîtî çêdikin!.. M.Nureddin Yekta
27.11.2016

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir