Pêşî Dewleta – Önce Devlet

Beriya her tiştî bila dewleta me hebe. Paşê boy hêsantiya idarê were parvekirin, nav ne girîng e, dibe nav eyalet be, an kanton be, an wilayet be, lê gerek herêmên Kurdistanek serbixwe, an jî ya federal be. Herêmên dewletên xelkê bi çi navî dibe ew dizane ji xelkê ra xizmetê dikin.
Gelo kîjan sîstem be? Bi min roja wê jî nîne. Ta dewletek me tunebe em nikarin tu sîstemek jî deynin. Gelê me heye, em biçin Gel. Gel çi xwestiye bila ew be. Bila hemî partî û raman serbest bin, herkes bikaribe mucadeleya xwe ya siyasî bide. Dewlet ji hemî fikir û ramanan ra vekirîbe. Hilbijartin heye. Gel kê bixwaze ew wê were îqtîdarê. Ji îro va pewîstî bi zordariyê tune. Gerek em bi Gelê xwe bawer bin,
Bila Partiya Islamî jî, ya ezdîtî jî hebe, bila ya demokrat jî hebe ya kominist jî.
Ne bila kes teqiye bike ne jî minafiqî, her rêxistin bi her awahî vekirîbe, fikir û ramanên xwe hemî vekirî bêje. Wek mîsal; ne laîk û komînîst rêxistinên îslamî ava bikin ne jî yên islamî rêxistinên soyalîst û kominist. Gel herkesi baş nasbike. Herkes bo welatek azad kar û xebatê bike, dema em bi xwe bi xwe li hember hevdi neyariyê bikin nîne. Bila tehemmula me ji ramanên cuda ra hebe, daku em bikaribin hemî gelê xwe himêz bikin.
Em zêde vekirîne, em dixwazin di Kurdistanek Federal an jî serbixwe da wek Partîkî Islamiya Kurda xizmetê û karê siyasî bikin. Biryar ya gele !
————————— ———————– —————————

Önce devletimiz olsun, sonra alt birimler oluşturulsun, eyalet mi dersiniz kanton mu vilayet mi farketmiyor, iktidara kimler geçer bana göre o da çok önemli degil. Bir halk var, önce baĝımsızlıĝına kavuşsun, sonra bu halk ne istiyorsa o olsun. Seçim denen bir şey var, herkes partisini kursun, her siyasi oluşuma açık olsun devletimiz. Düşüncelerden korkmamalıyız, islami parti de olsun laik partisi de, komninist partisi de. Halkımıza güvenmeliyiz seçimi halk yapacak, despotluĝa zorbalıĝa iki yüzlülüĝe munafıklıĝa gerek yok. Kim ne istiyorsa açıkca ortaya koyar, son kararı halk verir. Daha devlet yokken islam mı olsun ezidilik mi? Demokrasi mi olsun kominizm mi? Eyalet mi olsun kanton mu kavgası kimseye kar getirmez, ama baĝımsız devlet olmadan alt birimlerle kimse ne kendini kandırsın ne de halkı kandırmaya çalışsın!.

23.01.2015
M.Nureddin Yekta

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir