Di Koçka Kurdistanê de du pirs û du bersiv

Min berê jî behskiribû ku wê rojê dema ez çûm Koçka Kurdistanê mijar ku hatina Birêz Mesud Barzanî ya Tirkiyê û Suriyê bû ji min ji pirs hatin kirin.

Piştî ku min Hatina Barzanî bi awakî erênî şirovekir, Mamosta Piran mikrofon girt û du pirs kirin. – Birêz Seyda! Gelo ew mafên ku Hukûmeta herêmê daye turkmena hun çawa dibînin? Heq kirine an ne?

Carek din spas Mamosta Piran boy pirsên we. Her çiqas Mamosta Şukri Berwarî bersiva van pirsa dabûn jî, disa jî ez bi çend bêjaya vê meselê vekim.

Birano!
Carekî ev mafên ku Turkmen gihîştinê îro li Başûrê Kurdistanê, yanî mafên ku Hukûmeta Herêmê daye wan, van mafana ne li Tirkiye û ne jî li cihanê tu dewletekê nedaye kêm netewa. Bi taybetî kurd li Bakûrê Kurdistanê, yani perça di bin destê Tirkiyê de kêm netewe jî nînin. Em xwedan welat in, lê mixabin welatê me di bin bandora dewleta Tirkiyê da ye. Bi tev vî jî, dîsa ev mafên ku kurda dane tirkmena dewleta tirk van mafana nedane me, li welatê me, li ser axa me, ne ku li metropolên xwe!.

Lê pirsa ku gelo tirkmena wan mafan heqkirine an nekirine ku pirsa kek Piran bû, yani kurd vân mafana bidin tirkmena an ne?

Bi min ev mafana mafê turkmena ye, jiber xatirê ku tirkmen jî insan in û insan jî xwedî maf in. Gerek mirov pêşiya mafê insana negire, çawa ku dijminên me pêşî li mafên me digirin, em jî wek wan nekin, dijiminên xwe di warên nebaşiyê da, di warê zilm û zorê da wek mînak negirin, wek wan tevnegerin û li kesî zilmê nekin. Û jixwe kurd jî way wisan dikin, way Hukumeta Herêmê jî heta niha wisan pêkaniye.

Gelo hunê bêjin sedemên wê çiye?

Bi min; Kurd însan in, kurd mirov in, kurda dunya ditiye, kurd heq û neheqîyê, kurd edaletê û zilmê dikarin ji hev biqetînin. Kurd di warê başîyê de minak in, kurd di warê xweşiyê de minak in, ne di warê zilm û zorê da, ne di mafê zeftkirina mafê mirovan da û ne jî di warê zorbetiyê da!.
Bi vê minasebetê bi min kurd minakek gelek baş in û gelek qenc in di cîhanê da, ji hemî gelên cîhanê ra. Bila her wiha bidomînin!

Lê demek şûnve, ger dewleta tirk wiha dewam bike, her tim karta tirkmena derxin peşiya Başurê Kurdistanê, her tim bi Başûr midaxele bikin, wê demî pewiste ku Hukûmeta Başur jî hêdî hêdî karta kurdên Bakur derxin pêşiya dewleta tirk. Dema tirk bêjin Kerkuk, pewîst e kurd jî bêjin, Konya, Stenbûl, İzmir û wek wan bajaran ku deh qatê tirkmenên ku li Kurdistanê dijîn li wan dera kurd dijîn. Wê demê hunê bibînin ku tirk çawa bê deng bimînin!

Jixwe Bakurê Kurdistanê meselek bi serê xwe ye, mirov nikare vê herême wek kart bikar bîne, hemî cîhan dizane ku ji Mersinê wê ve, yani alî rojhilat ve hemî Kurdistan e, belku îro jiber hinek astengiyan Başur nikarebe bîne ziman jî, em bawer in demek nêzîk da wê va pirsgirêka, pêşî li Başûr were axaftin. Çawa ku tirk hewl didin xwe ku bibin parçek ji Yektiya Ewrûpa, yani Tirkiyê û YE bikin yek, her wiha pewîst e boy me hemî kurdan jî, em jî boy yekkirina her çar/pênc perça plan û programek daynin.

Pirsa duwemîn, ku we gotibû gelo di navbera dewleta tirka û kurdan da, an jî destek bidin tirkmena ku li hember kurda rabin, di navbera kurd û wan da şerr çêbe an ne?

Ez bixwe ne bawer im, ku tirk cesaretê bikin û carek din berê xwe bidin kurda û bi kurdan re şerr bikin, ez vê boy dewleta tirk dibêjim. Jixwe tirkmen çengekî ne, ka çengekî tirkmen wê çi quweta wan hebe û heta li hember kurda şerr bikin. Ew kurdên çil salî li hember dewletek diktator, dewletek zalim û serokê wê zalim wek Seddam Hisên ku 22 dewletên ereba û bi tevî 22 dewletên dostân wan jî hebûn, kurda li hember wan şerr dikirin îja wê ji dewletek tirk re serî deynin? Wê çawa ji tirkmenan ra serî deynin? Ev mimkin nîne. Vê cesaretê tirkmen nikarin bikin û dewleta Tirkiyê ji nikare bike.

Ez xwe diparêzim efwa we guhdaran jiber ku mînakek belku ne layiqê sohbetê be jî, lê dem hatiyê ezê bêjim. Gotinek pêşa ye, hima hemî gelên rojhilata navîn xwe lê dikin xwedî û her gelek bi awakî dibêje. Tirk dibên „isiran köpek dişini göstermez“ jiber mijar li ser tirkmena bû loma jî min xwest ku vê rêzê jî bi tirkî bêjim. Lê kurd dibên „kûçikên ku bi mirov gezke qîlê xwe dernaxe“ Ger dijminên kurda bi rastî şerreki li hember kurda bidana ber çavê xwe, ewqasa nedigiricîn kurda, ez di wê baweriyê da me, ewqas wan bi gotin tehdit nedikirin. Vaya sirf ji boy xwe mezin bikin û kurda çav tirsiyayî bikin, lê kurd êdî çavtirsiyayî nabin û ji gotin û ewtandina kesî jî natirsin. Dijminên Kurda vêya jî pirr baş dizanin

Dîsa minakek heye pêşê kurda gotine dibên « çû heyfa bavê, nizam çikê dayikê jî da ser û vegeriye ». Ez bawer im ku dijminên me (wek îran) bidin bercavê xwe û bêjîn emê Başurê Kurdistanê jî îşxal bikin û wir jî bixin bin destê xwe, îja wê çaxê em bêjin em jî ditirsin ku ew ji parçên dest xwe jî mehrûm bimînin. Evê en hindik herkes ji me baştir dizane.

Ez di wê baweriyê da me ku tiştek pirr gîring nine ku ez bêjim di behsa tirkmena û tehdidên cîrana da. Lê ez dixwazim liser nuxtekî din bisekinim.

Ev tiştên li Başur Kurdistanê çêdibin ku Kek Mesûd an Mam Celal an jî Hukumeta Herêmî tîne ziman û carnan jî li wir çalekî pêktên, wek meş û wek kampanya îmzayê, an jî tê fikirandin, evan hemiyana li welat tenê nemînin, her wiha dîsa di bin rêveberiya herdu partiyên mezin, yên Başur li Ewrupa jî destek hebe, alîkarî hebe, wek meş, wek xwepêşan, wek semîner, wek konferans u.w.d.

Ez bawer im wê demê reformên an jî karên qencên li welat wê zêdetir li cîhanê bên nasîn, zêdetir alikariyê bigre û kurdên diasporayê jî xwe bi van çalakiyan di welatê xwe de bibînin, bikevin xizmeta welatê xwe, an Ewrûpa mirova zi dihelîne.

Ez Bawer im min bi kurtî bersiva pirsan dan, boy tehemula guhdarikirina we beşdaran zor spas. Boy azadiyê her bijî yekitiya kurd, biratiya kurd bi kurd re.

20.10.2004 M.Nureddin Yekta

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir