“Rexnek li ser roja vekirina stodyoya Ewrûpa ya Kurdistan Tv”

Wek dibên di her karek de xêrek heye, me jî bi wê hêviyê liser KurdistanTv’yê rexnek anî ziman. Di roja 17.01.2005 de li Almanya li bajarê Bedburg-Hau 7 saliya KurdistanTv û vekirina stodyoyekî boy tv’yê şevek hebû. Me hinek kêmasiyên ku ne layiqê Partiya Demokrata Kurdistan û televizyona wan bû dîtin û xwestin ku em bînin ziman, her wiha çawa ku gellek beşdar û temaşevanan jî dîtin û dîtibûn û carnan bixwe bixwe danîn ziman.

Roja 16ê mehê seydakî heval telefonê min kir û pirsî, ka ezê jî biçim şeva tv an ne!.. Min got ku min hêj biryarek nedaye. Wî got ku karkerên Tvyê xwestine ku ew jî liser navê wan bibe wasite boy çûyîna min ya şevê.

Wê şevê di Koçka Evîna Welat’ta ku jora gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, hozan uwd. ne jî, ev mijar hate axaftin. Hozan Brader jî ev pirs ji min kir û xwest ku ez jî biçim şevê û wiha got: “ka tu jî were, dibe ku piştî şevê em bi malbatî bi alî we ve werin.” Ez fikirim, him emê gelek dost û hezkiriyan bibînin û him jî ku ez neçim dibe ku bê gotin “jiber mêvanan xwedî neke reviya.” Wiha fikirîm û min çûyina xwe mecbûrî dît.Roja 17ê mehê seet 14:30 da ez li wir amade bûm. Karkerê şevê liser karê xwe bûn û organizetorê şevê ji mêvanan bêtir bi karê xwe re mijûl dibûn. Stodyo hêj nahatibû amadekirin û organizetor ewqas bi mêvanan re meşxûl nedibûn. Mirov zendikir ku kesên hatibûn ne mêvan bûn û wek rêwiyên nevexwendi dihatin dîtin. Belku yek caran ji hinekan ra bê dil „hun bixêr hatin“ dihat gotin û ewqas!..

Di dehliza stodyoyê da min du heb xortên rûken dîtin, hatin cem min û me lihev pirsî. Dîtin ku ez bi mehcûbî li wan dinhêrim, bi kêfxweşê gotin „me hevdu li Peyama kurd dîbû.“ Min got „jibîrkirina min bidin xatirê kaliya min” û em bihev re kenîn. Seet di 13:30 de berpirsiyaran gotin ka emê biçin restaurantê, li wir xwarinê bixun û seet 18:00 de wê programa zindî dest pê bike. Pewîst bû ku em di 18:00 dîsa li stodyoyê bûna. Derdorê 4 km em bi ereba çûn restaurantê û wek adet e ku herkes bi nasên xwe re rotinên em jî çend nas li ser masekê rûniştin. Li ser masa me, Hozan Brader, xanima wi, Dilbirîn, Mela Ahmed, Hozan Fatê, Hozan Canê û xanimek nasê Dilbirîn rûniştîbûn. Dema garson hat ser masa me û ji me re hinek vexwarin anî, min dît ku li ser karta ber me hejmara “1” nivîsî. Piştî mereq û pirsa min got “her mêvanek dikare du cara vexwe.” Brader fîncana xwe û xanima xwe işaret kir û got “ta du heba helal be, hêj mafê me yek jî heye” û em keniyan. Bi vê ra esprîkî din jî kir.
Got heqê min yeka din jî heye tu çi dibêjî?
Min got ji van hersiyan yekê biecibîne way du melaye bê îman jî hazir in ezê mara we bibirim.
Mela Ehmed pirsî tu çi dibêy behsa kê dikî?
Min got dev jê berde axavtinek min û Brader taybetî ye!..
Ez keniyam min got; ”ku mafê vexwarinê bi du îskana hatibe tayînkirin, dê miheqeq xwarin jî wê bi kevçiyan were kifşekirin. Piştî quşxanên xwarinê danîn ser masên aşxanê, Birêz Osman Guden derket pêş û destê xwe lihev xist û bi dengekî bilind got: “Jiber bilindiya dengê me bibuhurin lê me 80 kes dawet kiribû û bi angorê wê jî me xwarin amade kiriye, lê mixabin way vexwendiyên me hemî hatine û herkesî jî bixwe re çend heb anîne. Em jî mane şaş û em nizanin ka emê dê çi bikin? Dibe ku em di xwarinê de idare bikin lê bila ji 60 kesên vexwendi bêtir kes ney salona stodyoyê.”
Me herkesî li çavên hevdu mêzekir û me nizanî em çi bêjin! Wek hat fêmkirin yani; bila nan jî hindik bixûn (an nexun) û nanê 60 kesê têra wî 200 kesên hatiye bike!..
Hevalki henek kir û got; “bila Brader xanima xwe şûnve bişîne, ku mafê Hozanek tunebe xanima xwe jî bixwe re bîne emê çi bikin!” Me xemginiya hundurê xwe û şaşmayîna ruyê xwe jibîr kir û em bi xemgînî keniyan. Her cara ku Osman û Xelîl bi kevçiyê xwe derdiketin pêşiya beşdaran, dida zanîn ku vana di organizekirine da gelek nû ne. Ew dest lihev xistina Osman xwêdana pez li welat dihanî bîra min, wek kerî hatibû xwê û xwediyan pezê xwe ji kerî diqetand, an jî wek pez ji avê danîn û dikirin gomê!
Xwendevan bila qisûrê nenhêrin lê bawer bin ne mînakek xerîb e. Her carê ku digotin “beşdarên hêja pirrên we bê vexwendin hatine, ne xwarin û ne jî ciyê me têr dike” rêya derî dida ber mêvana. Di qenaeta min de ev gotinana ji yên ne vexwendi zêdetir li vexwendiya heqaret bû. Wan fêm nedikir kû kesên hatibûn wir 200-500 km.yî ji boy xwarinekî nahatibûn. Her çiqas kesên ne vexwendî hebûn jî lê ewana an bi rica vexwendiya an jî ji malbatên vexwendiyan bû. Ger hinek bi serê xwe hatibûn jî dibe ku ji malbatên nasên organizetoran bûn. Bi her awahî gerek muamelek baş bidîna, lê mixabin bi ziddê wê bû. Dema em rabûn xwarinê bigrin, me dît ku çend kamera berê xwe dane me. Rastî me nizanî ku nanxwarina me jî wê bidin programa zîndî. Lê kifşebû ku organizetora dixwestin mesrefa xwarinê bînin bîra yên jor! Kê zanibû ku bi dehan roja ev mesela nanxwarinê bibe sedemê mijara esprî û axaftina me hevalan!.. Roja din gelek nas û dosta bi telefonê û hinekan jî di internetê de digotin; “belê seyda wele me te dît û rewşa te gelek baş bû!”
– Li ku gelo?
– Li Kurdistan tv
– We çawa dît?
– Dema we nan dixwar?
– Dema hun rabûn xwarinê bigrin!..
– Dema li ser masê hun dikeniyan!..
– Lê wek din?…
– Wek din na:))
Bi rastî em gelek keniyan û çi dema tê bîra min her tim dikenim:)) Piştî nanxwarinê me 3 hevalan bi navê oldaran gazî Xelîl Sincarî kir û got: „Em ji cîh kî dûr hatîn, way me we dît, em we pîroz dikin û destûra me bidin emê biçin, way cîh biçûk e, bila hinek kesên din di şûna me de rûnên.“ Xelîl wek gellek kêfxweş bû lê hêj bersivek nedabû, xanima wî Emîne hat û got „Nexêr hun naçin, hun mêvanên me yên taybetî ne û em dixwazin hun bimînin, emê bi we re roportajekî bikin“ Dema em çûn stodyoyê me dît ku hemî li ber derî sekinîne û hêj derî venekirine, kifşebû li hêviya hinekan sekinîbûn ku dixwazin pêşî wan bikin hundir, lê dema derî vebû herkesî hicûmê salonê kir û hindik mabû ku hinek di nav derî de bifetisin!. Min koşê rastê ji parayê stadyoyê pêşniyar kir boy hevalan û em runiştin. Me dît dîsa Osman derket pêşiya beşdara û destê xwe lihev xist bi çend cara û got; „ji kerema xwe re bêtirê vexwendiya bila kes rûnenên, ne vexwendî jî hatine, bila kes me mecburê xwendina lîsta navan neke, em ji kê/kî re bêjin bila rabin biçin, ewana xwe nasdikin, ji kerema xwe re bila terka salonê bikin“ Vê gotina xwe çend caran tekrar kir.

Her carê ku ewana derdiketin hember beşdaran dibû sedemê xemgînîkî li her kesî û herkesi şermdikir. Vê dida zanîn ku van kesana ji organizekirinê ra gelek zeif in, jiber ku nikarîbûn tevliheviya organizasyonê zelal bikin. Mirov ji organiza Tv’yek netewi zêdetir xwe di şevek komela mehelli de didît! Bi rastî em gelek aciz bûn. Mela Bedreddin pêşniyar kir kû em hima derkevin, lê min got em hinek bisekinin, derketina li ser gotina Osman û Xelîl ku ija di programa zindî da jî bê dîtin, ewqas nidehat hesabê min. Piştî seetekê em hersê heval bi bêdengî rabûn, bê xatir xwestin derketin derva û birêketin. Piştî ez û Mela Bedreddîn em hatin Kölnê Restauranta wî, gazî aşpêjê xwe kir; „em birçîne, ji me re xwarinek baş bipêje.“ Ez keniyam „lo mal ava ma ne eyb e em carek din xwarina êvarê bixun, belku çend milyona bi çavên xwe dîtin ku me xwarin dixwar“ Niha dixwazim li ser çend kêmasiya rawestim.

1- Vana 80 kes dawet kiribûn lê zenkiribûn ku wê 60 kes werin, ji boy wê jî xwarin û ciyê 60 kesî amade kiribûn, fêm nekiribûn ku belku ji vexwendiya zêdetir werin û mêvanê xwe birçî nehêlin.

2- Ev stodyoya berê mala ezdiyan bûye, bi bazarek Xelîl û Osman firotibûn Kurdistan Tv’yê. Piştî tevgera wan herdu şexsan hinek mêvana dest bi paşgotiniyê kirin.

Partîkî bikaribe bi çend sed hezar Euro stodyokî bistine, gelo nikare xwarin bide 300 kesan?

Gelô çima li cîhkî wiha dûr hat sitendin, çima li cihkî wek Köln uwd, nestendin?

Gelo çima ezdî ji mala xwe derbas bûn û firotin, pewîstî bi komelekê nema?

An bazarek taybetî bû di navbera herdu şexsan da? Uwd. gelek tişt.. Lê ez naxwazim li ser vê bisekinim.. 3- Wan dikaribû di vexwendinan de bida kifşe kirin ku „ciyê me biçûk e û xwarina me kêm e, bila ji kerema xwe ra kesên ne dawetkiri neynê, an jî kesî bixwe re neynin!

4- Tevgera organizetora gelek dûrî urf û adetên kurda bû. Ji hinek kes û malbatên taybetî bêtir destê kesî nedigirtin, xêrhatina wan nedikirin, belku mêvan diçûn cem wan destê wan digirtin.

5- Dihat zanîn ku ji bilî kesên ji wan re xweş dikrin û durûtî dikirin kesên din ewqas wan eleqedar nedikir. Wek min fêmkir gerek mirov endamê partiya wan ba, an jî wek xulam ba ji wan ra, xwe nêzîkî wan bikira. An nêzîkbûna wan û axaftina di Tv’de ne mimkin bû!

Kesên wiha tevdigeriyan jî gelek pozê wan bilind bû!.. Xwe xwediyê Kurdistanê û berpirsiyarê pirsa kurd didîtin!..

6- Bi taybetî karkerên şevên yên ciwan ji derdorê hinek hozanan dûrnediketin û bi dehan cara poz didan, wêne dikişandin. Min ji stsodyoya tv’yê zêdetir xwe li salonek firma reklama hiskir. 7- Behsa xwarin û cîh pirr caran hat tekrarkirin, ev jî dibû sedemê dilşikestina beşdaran, ma gelo carek ne bes bû? Mana carê carek xwarina me hindike çiye? Yanî rabin biçin mala xwe, bila kes nan nexwe. Halhale kesên hatibûn (ji bilî duruyên wan) sirf ji boy xatirê Kurdistan Tv hatibûn û dikaribûn ji kîsê xwe jî xwarina xwe bixwarana û ewqas dilê wan neşikesta. Organizetora dikaribû bigotina “ku herkes bila perê xwarina xwe bide û wan wek recûxwaza itham nekirina”

8- Di vexendina siyasetmedaran û çapemeniyê da ji yekalî tevgeriyabûn. Bi navê rêxistinî ji bilî PDK-Bakur bêtir kes dawet nekiribûn. Hinek kesên ku eleqa wan bi siyasetê tunebû li wir bûn û wek siyasetmedara diaxivîn. Wek misal ji PADEK û Rizgarî kes nahatibû dawetkirin. Her wiha ji çapemeniya kurdan jî kes tunebû, gelek xwedî malperên kurdî ku rojnemavan in û xwedî proje ne li wir tunebûn!..

Mirov dikare mînaka zêdeke lê ez bawerim evana tênê jî bes in ji boy karkerên tv.yê û organizetor hişê xwe bidin serê xwe û berpirsiyar jî li meselê binhêrin.

Ez dixwazim carek din dubare bikim ku; ev şeva ne wek şevek televizyona netewî bû, belku wek şevek taybetî di nava karkerên televizyonê û malbat û dostên wan yên taybetî bû. Şevên wiha dûrên ji urf û adetên kurda, dibin sedemê kêmasiyan ji boy partiki dîrokî (KDP) ku mora xwe li dîroka Kurdistanê xistiye. Ev jî me welatparêzan gellek xemgîn dike.

Armanca min ji vê nivîsê “ne rexne kirina hinekan e û ne jî dijitiya partiyeka kurda ye, lê ji boy kêmasiyên wiha dubare nebin, pewist e ku hinek berpirsiyar pê bihesin û carek din organizeka baştir pêk bê.”
Wek din tu armancek min ya xirav tune ye.

Bi silav û rêzên min ji xwendevanan re.

01.02.2005
M.Nuredin Yekta

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir