Em ji kê re xizmetê dikin?

Gelek tişt hene ku mirov di destpêkê de girîngiyê nade ser, lê di rastiya xwe de pirr girîng in, vê jî mirov, piştî demek dirêj dibîne ku ev îhmala mirov an ya rêxistinî çiqas xisar daye mirov û doza mirov. Wek çi? Helbet wek ziman!.. Wek mînak çend pirs mirov dikare ji xwe bipirse!
Gelo em çiqas zimanê xwe bikar tînîn?
Me çiqas gelê xwe asimîle kiriye?
Çima hêjî em zimanê xelkê bikar tînin?
Kurd çima zêdetir girîngiyê didin ser siyasetê, nadin ser çandê?
Hemî gelên cîhanê bi zimanê xwe hebûna xwe didomînin, dema ziman tunebe tu nikarî xwe zimanek cuda an gelek cuda bihesibînî. Dema ji herêmên cûrbecûr kurd bên cem hevdu û nikaribin bi kurdî têkiliyê deynin, nîqaş bikin, hevdu serwext bikin, di dema axavtinê de îhtiyacî bi tercumanekî bibînin, an jî bi zimanê biyaniyan biaxivin, mirov dikare pirske ku bi sed sala ye ev micadela kurd didin ji boy kê ye, an ji bo çi ye? Dema tu kurdek Bakur û yekê Başûr bînî cem hevdu ez bawer im ku wê nikaribin hevdu serwext bikin, ev jî xisarek gelek mezin e. Ev mînak ne ji bo kesên xwendevan e, belku hima tesadufî du kesên ne xwendevan bin! Bi taybetî jin bin!
Ez dixwazim bi kurtî hinek liser kurdên Bakur bisekinim. Dema ku mirov vî 30 salên dawîn dide pêşiya xwe, mirov dikare bêje ku piştî ewqas pêşketina siyaseta kurd û ya teknîkê, piştî ewqas guherandinên di qanûnên Tirkiyê de, dîsa jî kurd di warê çand û kultura xwe de şûnve mane! Gelô tenê li Tirkiyê? Nexêr belku li welatê Ewrûpa jî wiha ye. Gelek kesên ku li welat baş tirki nizanibûn li Ewrûpa baş fêrî tirkî bûne, gelek jinên kurd yên sal lijor (pîr) li welat qet tirkî fêm nedikirin li Ewrûpa fêri almanî nebûne lê fêrî tirkî bûne, gelo çima?
Em hinek biçin salên borî. Berî 1980 li welêt pirr hindik kes bi tirkî diaxivîn, têkiliyên kurda mirov dikare bêje ji sedî 99 kurdî bû. Wek mînak li Amedê tu biçûya aşxanêkê, an qehwekê, te bi tirkî xwarin an çay bixwesta kesî ji te re îkram nedikir. Mirovên xwe naskirî şerm dikirin bi zimanê biyaniyan biaxiviyana, lê niha?…
Belê mixabin niha di serî de hima ji mamosta û siyasetmedarên kurd bigre ji sedî 90 bi tirkî diaxivin. Carnan dema mirov telefonê welat dike, tu dinhêrî zarokên gundan jî bi tirkî bersiva te didin her çiqas tu bi kurdî jî biaxivî jî. An tu bi kurdî namekê rêkî gundekî, kesekî bikaribe bi kurdî bersiva te bide tune, belku kes ji nama te fêm jî neke!..
Bi min sedemên vê asimîlê, hemî siyaseta kurda ye. Rexistinên kurda di hemî waran de zimanê tirkî bikar tînin. Şev, civîn, konferans, govend, rojname, kovar, malper, daxuyanî uwd. hemî bi tirkî ne. Dema tu telefonê komelek kurda bikî wê bêjin “heval ben kürdçe bilmiyorum, türkçe konuş.” (Heval ez kurdî nizanîm bi tirkî biaxive) Mirov xwe şaş dike gelo min telefonê komela nijatperestên tirka kir an yê komela kurda?..
Ez dikarim bi kurtî vêya bêjim ku „va 5 hezar sal e ku kurd liser erdê xwe dijîn, bi qasî vî 30 salê dawîn kurd asimîle nebûne. Aha kara siyaseta kurda ya dawîn ev e!…
Rojekê serokê partîyeka kurdî ya kevn û xanima xwe mêvanên min bûn. Di dema suhbetê de min got “bi qasî ku partiyê kurda kurd asimile kirine ewqasa ereb, ecem û tirka kurd asimile nekirine.” Camêr dengê xwe nekir lê xanima wî xwe aciz kir û got “tu çawa dikarî wiha bêjî, va 30 sale em bo gelê xwe xizmetê dikin.” Min got “xuşka min xwe aciz neke, va mêrê te serokê partiyeka kurd e, hun di mala xwe de bi tirkî diaxivin û niha jî dîsa em ancex dikarin bi tirkî hevdu serwext bikin ma ci hacetê şahida ye”? Camêr got rast e.
Nivîskarên kurd pirrên wan bi kurdî nanvîsînin. Dema tu ji yekî Başûr an Rojava pirskî. “Bira tu çima bi erebî an tirkî dinvîsi?” bersiv pirr hêsan e! “Ez bi zimanê wan dinvîsim daku ew jî fêm bikin, him jî kurdên Rojava erebî, yên Bakur jî bi tirkî baş dizanin!.. Rastî jî mesela xwendevanên bakur ji kurdî bêtir nivîsên tirkî dixûnin. Çima?.. Jiber ew nivîsên bi kurdî hemî tirkiya wan jî hene. Ciwanên me perwerda xwe bi tirkî kirine, ji wan re tirkî hêsantir e. Belê ku hemî rojname, kovar û malperên me bi kurdî bana! Gelô wê demî çi dibû? Helbet herkesek mecbûr dibû ku bi zimanê xwe bixwenda. Her wiha di demek kurt de hemî ciwanên me fêrî zimanê xwe dibûn, êdî pewîstî tunebû ku bi zimanê biyaniyan bixûnin.
Tişteka din jî heye di nava ciwanên kurd yên Ewrûpa de. Dema dipirsî “bira hun çima bi kurdî naaxivin an naxûnin?” Dibên hêj dewleta me tune, em kole ne, dema me azadiya xwe girt, wê demê wê hemî tiştên me bi kurdî be.
Lê heta ku em azadiyê bigrin bawer im wê ciwanên me hemî kurdîtiya xwe jibîr bikin. Dîsa dipirsî “birano hun çima nimêj nakin, hun çima wek kultur, urf û adetên xwe tevnagerin?” Bersiv dîsa eynî ye, “em kole ne, nimêja kola nabe.” De baş e, heta mirinê azad nebe çi dibe? Nimêj dimîne dunya wiyalî!..
Min bi dehan caran gotiye û carek din jî tekrar bikim “pewîst e hemî malper, rojname, kovarên kurdan sirf bi zimanê kurdî bin, wê demê herkes zêdetir giraniyê dide ser nivîs û xwendina kurdî, ger wiha nebe wê gelek xirav be. Nesleka wisa were holê ku, ji zimanê xwe, ji çanda xwe, ji urf û adetên xwe, ji diroka xwe gelek dûr be. Dewleta wî hebe jî, wê bi zimanê biyanî be. Dewleteka nav kurdî, lê hemî tiştên wê biyanî be!..
Me jî di vî warê de gelek xeta kirine, wekî va 5 sal e ku KurdWeb jî bi 2 zimana weşana xwe dike, hima em dibên mirov ji kêdera zirarê vegere kar e, boy vê jî me biryar da ku jivir şûnve em ji zimanê xwe bêtir tu zimanek din bikar neynin. Armanca min di vê nivîsê de, ne rexne kirina kesî ye, belku min xwest ez hinek derdên me carek din bînim ziman.
Bi silavên biratî
M.N.Yekta

20.06.2006

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir