Malperên korsan û navên sexte

Xwendevanên Hêja!

Ev alema internetê alemek xerîb e!.. Kesên di nava vê alemê de, xwe wek masiyê di nava deryayê de dibînin. Dema dertên rûyê avê dixuyên û ew jî dibînin, lê dema dikevin bin behrê kesî nabînin ji wan tirê kes jî wan nabîne. Lê îro mikroskop hene û nêçîrvanên wan dikarin bi km.ya wan jidûr ve bibînin!.. Her wiha derya çiqas kûr be jî, binî tê dîtin. Alema internetê jî wiha ye, kesên ku ji vê alemê bizanibe, ji teknîk û zanistiya internetê bêhîvî û bêguman nebe, dizane ku her çiqas xwe veşêrin jî, her çiqas bi navên sexte binvîsin û di malperên korsan de biweşînin jî, kesên zanayê vê alemê dema bixwaze dikare wan bibîne!..
Bi taybetî hêzên xwirt wek dewleta, wek firmayên mezin (minak, yahoo, msn uwd.) ji naskirinê zêdetir dikarin mirov her deqeyî kontrol jî bikin!..
Nivîs û emailên mirov, dengê mirov jixwe di xezna xwe da qeyd dikin, her wiha IP nimara mirov jî digirin, dizanin ku mirov li kîjan dewletê, kîjan bajarî, kîjan sûkî û kîjan malî ketiye internetê, navê mirov çiye, nimara telefona mîrov, navnîşana mirov hemi di ilmê wan da ye.
Îja her wiha îstixbaratên dewletên ku bihev re kardikin, van hemî malûmatana didin hev, bê ku xwediyê malperên korsan yên bi navê sexte dinvîsînin hay jê hebin.

Ewana wek teyrê heştirme serê xwe dikin bin xizê (qûm) kesî nabînin li wan tirê kes jî wan nabîne!…
Wek korên bêçav in, kesî nabînin ku li rûyê wan binhêr in û şerm bikin, li heq û hiquqa mêze nakin, dibên çawa hebe kes me nabîne, navên me sexte ne, kes me nasnake, de êdî çi hat berdevê me emê bêjin, me çi karî emê binvîsin!.. Çawa hebe em veşartî ne!…

Wek kerrên bêguh, heta ji wan tê diqêrin, deng nay wan ji wan tirê deng naçe kesî jî, bi vê minasebetê jî nikarin dengê xwe bikin pîvanek civakî, daku civak guh bide wan!..


GELO SEDEMÊN NAVÊN SEXTE ÇI NE?


Bi min du sedem hene;
1- Ditirsin, xwe vedişêrin, dilê wan paqij nîne, tişta ku dixwazin di derheq hêz, şexsiyet, dewlet û wd… binvîsin, newêrin bi navê xwe yê rastî binvîsin, va tê vê manê ku bixwe bawer nînin, ku dema bi navê yê rastî binvîsin wê him êriş were ser wan û him jî kesên ku wan nasdikin tu qiymetek nedin nivîsên wan. Lewra di rasteqîniyê da bi şexsiyeta xwe tu bawerîkî nedane kesî, lê bi veşartî dikarin baş felsefa binvîsin û kesên wan nasnakin bibin heyranên wan!..
Her wiha kesên veşarti yên wek xwe dil nepaqij bi çêr û pêçariyan dilxweş bikin.

Vaya dibe sedemê provekasyonan jî, kesên bi niyeta rast li dor mijara nivîsên xwe dicivînin, proveke dikin, wan di siyaseta xwe ya qirêj ya veşartî de bi kar tînin!.. Gerek xwendevan guh nedin nivîsên bi navê sexte, lewra nayn zanîn ka ew kî ne û çima dinvîsînin, xaye ji armanca nivîsa wan çiye? Dibe ku dilxwazê tirsonek bin, dibe ku ajan û karkerên hêzên tarî bin jî!.. Dixwazin bi vi awahî kesan aşikar bikin!..

2- Destek wan di rûn, yek jî di hingiv da ye!.. Bi awakî li dij hêz, quwet, dewlet, siyasetmedar uwd. dinvîsin bi navê sexte, li alîkî din bi navê rastî jî bi wan ra hevaliyê dikin!..
Wek mînak dibêm, li alîkî heroj li dijî Tirkiyê dinvîsin û her sal ji Ewrûpa diçin Tirkiyê tatîlê dikin, li alîkî bi her gotinên xirav li dij serokên hinek hêzan dinvîsin lê heroj bi wan ra ne!…

Bi vî awahî gelek kesên bi navê sexte pirr tên naskirin lê bi navê rastî kes wan nasnake, dema nivîsek bi navê sexte dinvîsin mirov xwe şaş dike gelo ev kî ye? Û mirov dibê xwezî min ew nasbikira ka çi qehremanek e!..

Erîşan tînin ser mirov daku bersivek ji xwe re bigrin û xwe meşrû bikin di nava civakê de, lê xwezî bi cil’et bana, yekrû bana, tişta digotin li pişt bisekinîna, xwediyê soza xwe bana bila rexne jî bikirina, me yê ji wan ra hurmet bikira, lê ka ezê ji kîjan navê sexte ra hurmetê bikim an jî bersiv bidim!..

Bi vê minasebetê ez şîretek li xwendevanan dikim, daku ewana guh nedin nivîsên bi navê sexte, lewra xwediyê wan bixwe ji xwe bawer nakin, wê çiqas baweriyê bidin xwendevanan!

Ger mirov bixwaze bi du nava binvîse jî pewîst e mirov dema navek nivîsî yê din jî di nava neynûkan de diyar bike, daku xwendevan mirov nasbikin, her weki M.Nureddîn (Dilbixwiyn). Lewra mirov çiqas xwe veşêre jî, dawî de herkes mirov nasdike, an jî mirov dide dilê hinekan mirova aşikar dikin, gerek mirov hay ji xwe hebe û bizanibe mafê bersivê ji mirov ra her tim paraztî ye!..

Pêşerojê da ez dixwazim 3 nivîsa pêşkêşî xwendevanan bikim
1- Di warê teknîkî de mirov çawa dikare kesên veşartî, malperên korsan, xwediyê wan nasbike. Hemî malûmatên di vî warî de binvîsînim daku xwendevan herkesi baş nasbikin, va ne bi wata ku hinekan li hember dijmin teşhîr bikim, jixwe îstixbaratên dewleta teknîka internetê baş dizanin dibe ku hinek kes pê nizanibin jî!..
2- Diziya ji materiyal û nivîsên malperan, ki çawa didize, mirov çawa dizane ku çi nivîs ji kîjan malperê an ji kîjan qelemî hatiye dizîn, navnîşana materyala çawa tê dîtin.
3- Li ser şehîdên Kurdistanê!.. Dema yek tê kuştin herkes dipirse gelo kê kuşt? Şibhe tim diçe ser alîkî duda, lê kes napirse gelo di kuştina wî da çiqas alîkariya hevalên wî çêbûn, daku li pey şehîd ew bibin xwedan soz, an pere û malên li cem wan bû û şehid tenê dizanibû wî malî çawa bixûn! Wek mînak Şehîd Mela Îzeddin Yıldırım, kî ew da kuştin, ki di pey wî re li metropola û li hinek dewletên Ewrupa li ser mirasa Weqfa Zehra yê sekinîn û xwarin hê jî dixun!..

Ev nivîsa mîn ne ji boy dijîtiya hinekan hatiye nivîsandin, belku bi gelemperî ye, hêvîdar im ku têde fêde hebe!..
Bi silavên biratî M.Nureddin Yekta
21.07.2005

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir