Ey ciwanên Kurdistan

Ey Keç û Xortên Kurd, ey gelî ciwanên Kurdistan! Roj roja yekîtî, roj roja biratî, roj roja şerefê ye, bibin yek serkeftin ya me ye! Pênc hezar sal e ku tu, bi namûs û şerefa xwe liser vî erdê pîroz dijî. Ew erdê ku Qurana Pîroz di Surêyê Hud ayeta 44’an da behsa wê dike. Ew erdê ku maka gelek şarezatiya ye, îro ji hêla dijminên kurd û Kurdistanê va bûye hedefa tunekirinê. Bi taybet di van demên dawîn da, hun dibînin ku dijminên Kurd û Kurdistanê hemî bûne yek. Li benda firsendekê ne, ku milletê kurd ji dîrokê, erdê me yê pîroz jî, ji erdnigariya cîhanê rakin! Cîranên me heya îro bi dilê xwe bi hêsanî tu mafek nedane me, em hatin înkar kirin, em hatin asimîle kirin, em hatin kuştin, em hatin bin erd kirin, diroka me, çanda me, dewlemendiya me hate talan kirin, me ji tu tiştekî xwe fêde nedît. Piştî vî sedsalî ku erdê me li hevdu parve kirin, bi deh salan e ku şerrekî qirêj li hember gelê me pêk tînin! Çiqas tiştên nebaş, ne mirovane hene, hemiyan li ser me bikar tînin. Hemî rezalet û zilmê dikin. Bi navê failê mechul bi deh hezaran kurdên me kujtin. Zarokên me yên 16 salî jî bi dardakirinê hatin mehkum kirin. Erîşê ser gund û bajarên me kirin. Tecawuzê namûsa me kirin Gund û bajarên me bi serê me da wêran kirin. Millete me koçber kirin, mehkûmê birçîbûne kirin. Di qereqolan da, di bin nezareta doktorên xwe da hemî şiklê şkencê li ser me hate ceribandin. Fiîlî tecawuz kirin, bi copan tecawuz kirin. Kurdên û peşmerge yên me yên qehreman yên ketin destên dijminan, bi saxî poz û guhên wan jêkirin, kirin tizbî ji xwe ra, serê wan jêkirin dan destên xwe, lingên xwe danîn ser sîngên wan, wêne dikişandin boy bîranînên xwe!
Jin û zarokên me bi saxî avêtin nava agir. Malbatên ji ber zilma wan koç dikirin bi tev jin û zarokan va pêşî gulebaran kirin, dûvra jî bi tev trampêlan agir berdanê şewitandin. Ciwanên me bi komî dikirin çalan, bi vê jî dilên wa rehet nedibû, laşên wan derdixistin didan kûçikên xwe. Mixabin kesên ku em wan bi biratî qebûl dikin, mezinên wan bi tev gel va ji vê zilma hanê ra tenê bê deng nediman, çepikan jî lêdixistin! Ferqê nekirin nava, mezîn û biçûkên me, pîr û kalên me, sax û nexweşên me, hemîyan ji vê zilma hanê para xwe digirtin! Bi anora me lîstin, di vê dema ku zimanê benda jî serbest e, lê wan zimanê û navên me jî qedexe kirin, pirtûkên me şewitandin, kêlikên gorrên me jî şikênandin û parçe kirin. Ev gelên me yên ku pênc hezar sal e li ser vê erdî dijîn, mafê hindikan jî nedan me! Ji kirinên wan ra bêja terorîstî kêm e, wan terorîzma herî mezîn bi awakî sîstematîk li me kirin! Li sûk û kolanên gund û bajaran jin û zarokên me tazî kirin, bi şerefa me lîstin, bi me henekên xwe kirin. Avêtin ser malbatan mal û pere û zêr û zîvên wan jî, dest dane ser ji xwe ra kirin mal! Daristanên me şewitandin.
Avên me jarî kirin.
Erdên me kirin zeviyên mayînan.
Bi hezaran warên me şewitandin xirav kirin, vala kirin.
Bi milyonan malbatên me koçber kirin ji cî û warên wan kirin der.
Di metroplan da mehkûmê birçîbûn û tazîbûnê bûn, bûn sêwiyê ber diwaran! Bi sed hezaran kirin zîndanan, malbatên wan li derê zîndanan marûzê heqaretan bûn. Gund û bajar vala kirin. Bi çeteyên xwe kurdan ji welat kirin der, bi vî awahî him cêbên xwe tije kirin him jî Kurdistanê bê kurd hîştin! Gelê me li welatê avrûpa bûne penaber. Mafê jiyanê nedan zarokên me jî, li ser zikê dayikan şert digirtin ka zaroka wê qîz e an kur e, bi qeme û xencerên xwe zikê dayika bi zindî diqelaştin. Jin û zarokên me dikirin gom û kadinan agir berdidanê dişewitandin! Zimanê me qedexe kirin daku em nikaribin bi zimanê xwe bifikirin, binvîsînin, bikenin û bigrîn. Kultura me mehf kirin, sitranên me qedexe kirin, warên dîrokî di bin avê da hîştin dakû em hay ji dîroka xwe nemînin! Ez hêj bijmêrîm ji we ra gelê ciwanên Kurdistan! Bi kurtî roja cîhan ava bûye ta îro bi qasî ku li miletê me zilim bûye li rûyê cîhanê tiştek wisan neqewimiye. Guh bidin wesiyate bav û kalan! Wesiyeta Ehmedê Xanî, Şeyx Saîdê Kal, Qazî Muhammed û Mela Mustafa Barzanî. Bi dijminên xwe nexapin! Bext ji bona wan û bext û sozên wan tune! Gelo hun qet difikirin kurd çima tên kuştin? Kurd ji ber ku musliman in, an sunni ne, an alewî ne, an ezdî ne nayn kuştin Kurd jiber ku kurd e, xwediyê vê axê ye, loma tê kustin! Li Amedê ez sunnî me Li Dersimê ez alewî me Li helepçe ez musluman im Li Şengalê ez ezdî me! Ka bêjin kurd çima tên kurştin? Mixabin piştî ewqas zilm û zora li ser me, hêjî di nava me da hin kesên vê rastiyê nabînin hene, hêjî jiyaneka baş di biratiya dagerkiran da dibînin, hêjî dixwazin bê al, bê nav, bê statû bijîn, hêjî lîstîk û dek û dolabên dijmin fêm nekirine! Va sed sal e ku welatê me bindest e. Îro dîsa em di rojeka mirin û mayinê da dijîn. Roj roja şerefê ye.
Dost û dijminên me xwe kifşe kirine, hun jî dost û dijminên xwe baş nasbikin!
Bi gotinên dijminan yên xweş ne xapin.
Bi mal û milk û meqam û serwetê xwe nefroşin!
Dewleta Iraqê dagerker e, dema jihevdu qetandinê hatiye.
Ji boy welatek serbixwe û azad xwe amade bikin!
Bihustek erdê serbixwe şerefa me 80 milyon kurdî ye.
Roj roja şerefê ye, li şerefa xwe xwedi derkevin.
Roj roja yekîtî, biratî û hezkirinê ye, An jiyanek bi azadî, an mirinek bi serfirazî
Bibin yek azadî pirr nêzîk e! M.Nûreddin Yekta
12.07.2017

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir