Celadet Elî Bedirxan – 1893-15.07.1951

Îro salvegera wefata Celadet Elî Bedirxan e.
Rehma Xwedê lê be.

Celadet Elî Bedirxan kiye?
Di sala 1893’an da li Stenbolê hat dunyayê. Neviyê Bedirxan Begê, kurê Emir Elî Bedirxan e.

Di cenga cîhanê ya yekemîn da wek serbaz di arteşa Osmaniyan da cîh girt. Piştî belavbûna dewleta Osmanî, Celadet Elî xwest ku eşîrên kurda bike yek boy dewletek kurdî lê biser neket.

Sala 1922’an da ew û birayê xwe Kamuran çûn Almanya. Salên Paşî derbasî (ihtimalen 1924) Misir û Suriyê bû.
Sûriyê bi tev Haco Axa û hinek rewşenbîr û siyasetmedarên kurda boy avakirina Xoybunê kar dikirin.

05.10.1927’da li Lubnanê Xoybûn avakirin û Celadet Elî Bedirxan bû serokê yekemin ê Xoybûnê. Di Xoybûnê da Cemiyeta Tealîya Kurdistan, Firqa Milletê Kurd, Comite de Independence û bi tev gelek rêxistinên kurdî cîh girtin.
Xoybûnê boy Kurdistanek serbixwe son xwar û dest bi kar kir.
Li Sûriyê, li Lubnanê, li Gelek dewletên Ewropî û li Emerîka beşên Xoybûnê ava kirin û Hikûmeta Kurdistan a Millî îlan kirin. Armanc; kurdên her pênc parça di bin siya Xoybûnê da bicivînin û Kurdistanek ji hemî heremên Kurdistanê pêk were, saz bikin.

Xoybûn, ji hêla Celadet Elî Bedirxan, Kâmuran Elî Bedirxan, Nurî Dersimî, Ekrem Cemîlpaşa, Memduh Selîm va dihat îdare kirin.

Dema serhildana Agirî dest pêkir. Xoybûnê Îhsan Nurê Paşa şand Agiriyê. Piştî hilweşandina serhildana Agiriyê, Xoybûn jî belav bû.

Celadet Elî Bedirxan da 15.07.1951’an da li Şamê wefat kir.

Mamostayê Elîfba kurdî jî ew e, di warê kulturî da xebata wî gelek e.
Rehma Xwedê lêbe, serê milletê kurd sax be!
 M.Nureddin Yekta
15.07.2019

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir